Rastîya cejna netewî ya Gelê Kurd; Newrozê - Xerzî Zerzan
Kawa, Kava an jî Kavî pênaseya padşahên Medî bû
Kawa, Kava an jî Kavî pênaseya padşahên Medî bû.
Avestaya Pîroz de bi dehan car navê padşahên Medî bi pênaseya "Kava-Kavî" hatîye nivîsandin.
Navê Astîyago yê padşahê dawîn ê Medî, wek Kavî Vîştasp hatîye tomarîkirin. An ku Keyê Pirhesp. Peyva Kava-Kavî di zimanê kurdî de li gel demajoyê, bûye Key û îro jî tê bikaranîn.
Astîyago an ku Kavì û her wiha Azhî Dehhaq alîkar, heval û hogirê herî nêz ê Zerdeşt ê Kal e, Avestayê de wisa hatîye tomarîkirin.
Lê nijadperestê Ecem Firdewsî, ji ber ku hesûd û çavnebar bûye, rabûye Keyaxser ê Gewre (bavê Astîyago) kirîye hêsinkar û kurê wî jî kirîye Dehhaq ê Zalim ê şahê Asûran... An ku dîrok serobino kirìye û biserketina mezin a Medan, kirîye malê Persan.
Pirs ev e, gelo Asûran kî têk bir û kî azadî anî nav gelên Arî?
Pirs ev e û bersiv jî xuya ye.
Med anîn û Keyaxser ê Medî jî wê serdemê Keyê wan bû. An ku Kawa yê hêsinkar Keyaxser e û Keyaxser bixwe Kawa-Kavî-Key e.
Ferîdûn kî ye, kes nizane, heger şahê Persan e, pirs eve; Wê demê şerê li gel Asûran, ma Pers desthilatdar bûn?
Ma keyê wan hebû, ma kesê Asûran têk bir Keyaxser e an yekî dinê ye?
Newroz efsane û dîroka gelê kurd e û ji hêla wan ve li hemû mirovahîyê hatîye diyarîkirin.
Kawa Keyê Medan e û Firdewsî derewker û nijadperestekî nebînayî ye. Rastî ev e.
Asûr di sedsala 7-an a berê zayînê de ji hêla Medan ve hatin ruxandin û ji wê rojê pê ve, careka dinê wek dewlet an jî rêxistin Asûr derneketin şanoya dîrokê.
Asûrên îro jî xwe wek nevîyên Asûrên kevnar dibînin.
Anegorî çand û ziman û erdnigarîyê, ev yek ne dûrî aqilan e.
Kildanî jî xwe wek nevîyên Babilîyan dibînin. Her du gel jî bi kokê ve Aramî ne û çanda wan jî nêzî hev e.
Îro bermahîyên van her du çandan û her wiha dûhatîyên wan li Kurdistanê dijîn
Newroz pîroz be... Li hemû Kawayên hemdem.
Li hemû kurdên birûmet pîroz be, pîroz e.
Xerzî Xerzan