1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. SEHÎDÊ RIZGOYÊ ÎBO
SEHÎDÊ RIZGOYÊ ÎBO,sehîdê,rizgoyê,îbo

SEHÎDÊ RIZGOYÊ ÎBO

SEHÎDÊ RIZGOYÊ ÎBO – PROFÊSORÊ NEBÎRKIRÎ, ZANYAR, NETEWPERWAR Û DOXTIRÊ NASKIRÎ (08.05.1924 – 17.11.1991)

A+ A-

GOTAR: PRÎŞKÊ MIHOYÎ

DU GILÎ

Îro gelek me keder tê, gava navên zanyar, nivîskar, rewşenbîr, netewperwar û emekdarê çanda meye gelêrî têne bîrkirinê. Tiştekî sade û îzabtî ye: ger nav tê bîrkirinê, dîrok mina dibe; ger dîrok mina dibe, netew dimre; ger netew dimre, welat bê xwedî û xudan dimîne û dawîya dawî dibe xurê xelqê. Lewra jî em dibê navên wan zanyar, nivîskar, rewşenbîr, netewperwar û emekdarê çanda meye gelêrî tu caran bîr nekin, herdem bêjin û biweklînin, keda wane mezin bişêkirînin, emekê wanî erhede bipêjrînin ji boy parsatina ziman û dîroka xwe, rê-rizma kal û bavên xwe, ji boy roja sibê, roja zarên xwe, nevî û nevîçirkên xwe, axirî û aqûbeta xwe... Û hema navekî usayî mezin û gewre jî navê profesor SEHÎDÊ RIZGOYÊ ÎBO ye. 

LI SER ESLÊ WÎ

Sehîdê Îbo li ser pêşîyên xwe di romana xwe ya bi navê «Kurdê rêwî» da bîr tine û dinvîse. Ew roman cara yekemîn li Yêrêvanê (Rewanê) sala 1979-an bi tîpê kîrîlî çap bûye û dû ra li sala 2009-an li Stembolê ji hêla weşanxana «Avêsta»`ê va bi tîpên latînî ronayî dîtîye. 
Sehîdê Îbo dinvîse: «Ez ewledê êla Ortilîya me. Gelo ev nav ji ku pêşda hatîye? Ez tenê dikarim bêjim, ku li pişta çiyayê Girîdaxê mezin, di nava gelî û zihoran da, tefekûrê dinya ronik, gundek hebûye, jê ra gotine Ortil. Pêşîyên me yên ji êla Ortila rojekê hêlîna xwe şihitandine, revîne, hatine û bûne binecîyê Surmelîyê».
Mixabin, nivîskarê nemirî li ser navê wê êla êzîdîyan gilîyan eşkere û zelal nake, ku peyvên «Ort» û «Ortil» ji ku tên? Dêmek, peyva «Ort» di zimanê tirkî da navber destîşan dike. Gotina «Ort» di zaravê kurmancî da jî wek peyva «Navber» tê bikaranîn: «Ort`a min û te da ev gilî bimîne». Gotina «Ortil» jî ji peyva «Ort» tê, ku dide kivşê «Qeza navend, gundê navend». Dêmek, navê «Ortilî» ji navê wî gundê êzîdîyan tê, yê ku di «Ort»-a (navbera) herdû çîyîyên Ararartê (Agirî, Girîdax) mezin û yê biçuk da bûye.
Sehîdê Îbo dûmayî dike: «Ji wan çaxan heta roja îro qurne derbaz bûne, sal li hev bûne gewlaz, gele ewled hatine û çûne, lê navê Ortilî li ser êla me maye…
…Dê û bavê min tevî desteke êla Ortilîyan li gundê Qereqoyînê diman. Gundîyên me yên berê niha babaxîya nakin, bi merdane dibêjin: «qatix em xwey kirine». Wana her sibe dîzê qatix avîtine ser pişta merkeban, birine bajarê Îdirê, firotine. Çend qirûş qazanc kirine, bi teherekî mala xwe xwey kirine. Lê rojekê jî şûrê Romêyî neheq li me qelibî, gundîyên belengaz li serê riya ketin. Tevî ermenîyên gundên cînar, eşîra me jî berê xwe da Ûrisêtê».

LI SER PERWERDE Û XWENDINA WÎ

Sehîdê Îbo 8-ê gulana sala 1924-an li Ermenîstanê li gundê Qarxûna jorîn (navçeya Êçmîazînê) ji dayîkê bûye. 
Ew kolêja Yêrêvanêye doxtirîyê xils dike û dû ra jî xwendina xwe bilind li înstîtûta Yêrêvanêye doxtirê pêşda dibe û li ser hevda tîne. Ewî têza xweye doktorîyê li Moskovayê temam kir û ji sala 1961-ê da li înstîtûta Yêrêvanêye doxtiryê wek bijîşkê zarokan kar dikir, di destpêkê da çawa dosêntê kafêdra nexweşîyên zara, lê ji sala 1971-ê heta roja jîyana xweye dawî wek profêsor û serokê wê kafêdrayê. Sala 1974-an li Waşîngtonê ew dibe endamê rêxistina navnetewî ya bijîşkên nexweşîyên gurçikên zarokan. Ew li Glazgoyê jî tê hilbijartinê wek endamê rêxistina bijîşkên zarokan li Avropayê. 
Nivîskar û lêkolînerê naskirî Tosinê Reşîd di gotareke xwe da ya li ser Sehîdê Îbo awa dinvîse: «Sihîdê Rizgo Îboyan di malbeteke kurdên êzdî da mezin dibe, ku di wê malbetê da rûmeta ziman û çanda kurdî gelek bilind bû. Ew rûmet heta dawîya jîyana wî bi wî ra ma. Ew neh salî bû gava bavê wî çû dilovanîya Xwedê û barê mala giran, şeş kur û sê keçan kete ser milê dayîka wî. Ji ber vê jî Sihîdê biçûk hê di zarotîyê da darê berxvanîyê û şivantîyê hilda destê xwe, pareke xema mala mezin hilda ser milên xwe. Lê di dilê wî da hizkirina xwendinê êdî şax veda bû. Çawan ew dûarojê bi bîr tîne, di hevana wî da bi nan û mast ra tevayî, timê jî pirtûk, devter û pênûs hebûn. Gava Sihîd berê xwe da Yêrêvanê ji bo xwendinê, jimara xwendkarên kurd lap kêm bû. Wan salan hê jî piranîya êzdîyan xwendin ji xwe ra guneh didîtin. Ew berê kolêca doxtirîyê temam dike, dû ra jî dikeve Înstîtûta Doxtirîyê û sala 1957 an, bi dîploma rada lape bilind temam dike. Êdî salên xwendkarîyê ew dest bi karê zanîyarîyê dike û çend gotarên wî di kovarên doxtirîyê da çap dibin. Piştî du salan li bajarê Sipîtakê çawan doxtrê zara kar bike, ew diçe Moskvayê û dikeve aspêrantûrayê. Dewsa sê salan, ew du salan da têza xwe pawan dike û navê kandîdatê zanîyarîya doxtirîyê werdigre. Dû ra ew têza doktorîyê jî pawan dike û dibe profêsor. Nîveka salên 60-emîn Sihîdê Îbo (Îboyan) êdî li Ermenîstanê wek doxtirê zara, mirovekî naskirî bû. Zara kî nexaş bûya, berî gişkî diramî çawan bike, wekî bibe bal doktor Sehîdê Îbo».

LI SER ZENEBÛN Û ŞURETA WÎ

Hejmara gotar û berhemên doktor-profêsor Sehîdê Îbo yên zanyarî, ku li ser bijîşkîya zarokanin, bêtirî 100-î ne.
Berhemên wî giranbaha evin:
- «Terşinekbûyîna pişikê ya zarokên temenê hetanî yek salî» (monografîya, bi zimanê ermenî, 1976);
- «Danasîn bi bijîşkîya zarokan» (monografîya, bi zimanê ermenî, 1983);
- «Xurekdayîna zarokên saxlem» (kitêba bijîşkîyê, bi zimanê ermenî);
- «Şîretê doxtir» (kitêba bijîşkîyê, bi kurdî, 1974);
- «Siba we xêr» (kitêba bijîşkîyê, bi kurdî).

LI SER EFIRANDINÊN WÎ

Heyanî niha ev efrandinên bedewetîyê yê nivîskar Sehîdê Îbo derketine:
- «Bîst salên din» (helbest, bi kurdî);
- «Quma min» (helbest, bi kurdî);
- «Azadî» (helbest, bi kurdî);
- «Sînem» (helbest, bi kurdî);
- «Duryan» (berevoka serhatîyan, bi kurdî);
- «Kurdê rêwî» (roman, 1979).

Li ser efirandarîya Sehîdê Îbo gelek hatîye nivîsarê. Ev gotara balkêş, ku îro perçekî wê em li vir diweşînin, doktorê wêjezanîyê, helbestvanekî navdar Çerkezê Reş sala 1995-an nivîsîye. Gotar di kovara «Axîna welat» da derketîye. Em bi taybetî dest nadine akil û lewzê Çerkezê rehmetî.
Çerkezê Reş nivîsî ye: «Bese bêjin, ku pirtûka dersan a li ser nexweşîyên zarokan û tendirûstîya wan bi zimanê ermenkî cara yekem Sehîdê Îbo nivîsye. Û divê neyê ji bîrkirin, ku di cîhanê de cara pêşîn pirtûkên doxtorîyê bi zimanê kurdî dîsa ji ber pênûsa Sehîdê Îbo derketine...
Lê ji xêynî vê ew helbestvan û nivîskarekî xweyşuret bû jî. 
...Nav wêjeya kurdên Sovyêta berê de gavên hunera wêjeyî yên rastînî destpêka salên 60'î xwe dan diyarkirin. Di wê dema hişyarbûna afîrandina helbestvanîyê de dengê Sehîdê Îbo zelal jî hate bihîstin. Ewî di jiyana xwe de çar berevokên helbestvanîyê û du pirtûkên nivîsara vekirî pêşkêşî xwendevanan kirin. Emê di vir de bi nêrîneke sivkayî li ser poêzîya wî a welatparêzîyê rawestin. 
Li vê derê bîn-buxza xewn-xeyalên dûr-deraze germik radihêle ser çîya û baniyan re, lê lêye royî nav bextewarîya per-baskên teyr-tûyên derbiharê bibe, lê dema dawîyê her tim ricafeke batinî perdeke nebînayî derdixe navberê. Li wir îske-îska dilekî ye, ruhekî tenikî nazik dikewgire û nişkêve dibe şelpîna tavîya xwestek-mukurîya: "Xwezil wê rojê, xwezil wê rojê...". Û êdî nikaribû ser bilqîna çavkanîya hêwarze-zarîna ruh de mêl û xar nebi:

Dayê ber colanê
Rûnişt û got: "Lûrî",
Bona Kurdistanê
Mertalî û şûrî... 

Hesîna vî toreyî, ku perwaza şabûna bêxemîyê di hêlûnê de bêtîn dike û helbesta Sehîdê Îbo vedigere ser wan birîn û derdên ruhê nekewyayî, di wê de dax-waz-gaziyên kurd û Kurdistanê dibîne kar û barên xwêya tîr (kevirî):

Emrê min kilam e,
Dengbêj–Kurdistan e! 

Çawa sond-silaweta xwîna paqij, çawa şêrînîya bînaya çava, çawa kilît-miftê xwe dîtin-xwedî çar kirin-xwe îspatkirinê, ev deng-mukurhatina dertê-gul vedide û tu nikarî texmîn nekî, ku tendûr e, kî di hundur da, li ber arenûs-feleka xayîn e, bi hêrs rikêf dike, dibe padşa û hakim... Lê careke din sosin û binevşên bawerîyê xewna ronayîya hêvîyê radimûsin û nîgara Kurdistana rengîn li ser birû-bijangên pêşerojê diteyîse-dimilmile wek ecêba husulcemalîya xîret û namûsa kurdan...». 

LI SER NETEWPERWARÎYA WÎ

Sehîdê Îbo ne ku doktor-profêsorê naskirî (li Ermenîstanê wî ra digotin «Xwedê zarokan») û nivîskarekî navdar bû, lê usan jî weltparêz û netewhizekî erhede bû. 
Tiştekî veşartî nîne, ku kê zarokên xwe dibirine li bal wî (ji çi netewî bûya, firqî tunebû), berî her tiştî ewî navê zarokê pirs dikir. Gava navê zarokê navê bîyanî bûya, em bêjin, besa xeberê, Artûr bûya, ewî bi ken, lê bi fen digot: «We ji bo çi ev zaroka xwe anîye li bal min, bivine li bal Artûr!..». Ermenî jî haj vî xeysetê apê Sehîd hebûn, lê jî wî ne dixweyîdîn…
Gelo kê zarokên xwe birine bal profêsor Sehîdê Îbo û kê nebirine! Ewî na-na nedikir. Kê zarê xwe dibirne bal wî, ewî lê mêze dikir. Raste, ew mirovekî xwey kar bû: di zankoyê da ders dida, li nexweşxana zarokan dixebitî, tevî civat û konfêransên li ser pirsên tundurstîya zarokan dibû, li civînên nivîskarê me beşdar dibû, lê dîsa dem didît, ku zarokên nas û nenasan, serkaran û qulxvanan, mirovên derge-dîwanan, karmendên dewletê, gundîyên sade ji sirê der mêze bike û qenc bike… 
Carekê, di nîveka salên 1980-î xudanên van xetan (wê demê ez di rojnama «Rya teze» da dixebitîm) birazyê xwe–Mûsa bire li bal apê Sehîd. Saleke Mûsa hela xitim nebûbû, lê nêze-nêza wî bû, digirîya û şev ranediza. Apê Sehîd wî mêze kir û gote jinbira min: 
– Navê gede çîye?
– Mûsa ye, hevalê Sehîd,– min bersiva wî da.
– Çima zimanê bûka te tune, hevalê rojnamevan, bila bûk bêje,–Sehîdê Îbo gote min. 
– Mûsa,– bûka me hêdî li ber xwe da got.
– Ha, Mûsa can, ha pêxeber! – Profêsor laqirdî kir, – Ezê niha te mêze bikim, ka kîdera pêxeber dêşe!.. 
Rojekê jî min nevîyê meta xwe–Rostem bire li bal wî. Laşê gedê yeksalî xişûrûkan da kimkimî bû. Apê Sehîd ji Naza bûka meta min pirs kir: 
– Tu şîr didî vî tifalî?
– Erê, apê Sehîd, – şermana ancax deng ji Nazê derket.
– Navê vî xortî çîye? – Hevalê Sehîd bi laqirdî pirsî.
– Rostem,– dîya wî tifalî dîsa hêdî got.
– Ha, Rostem can, ha Rostemê Zal. Bêje dîya xwe bila îdî şîr nede te, bila şîrê çêleka belek bide te… 
Paşê hevalê Sehîd derman kiviş kir û şiro kir, ku alêrgîya gede ji şîrê dê pêşda hatîye, ji ber ku vîrûs di nava şîrê dê da heye…
Rojekê jî min kurê bûrayê xwe bire li bal Sehîdê Îbo. Gede çi dixwar, ne dimehand, bê mene, vedirşîya.
Dîsa notla hercar apê Sehîd pirs kir:
–Navê vî mêrxasî çîye?
Min îdî bûrê xwe û kulfeta wî şîret kiribû, ku navê zara xwe rast bêjin, yanê na, hevalê Sehîd wê nasnama rojbûyîna kurê wan bixweze.
– Cangîr, – bûrê min û jina wî bi bi hev ra gotin.
– Cangîr, erê? – Profêsor hêdî pirs kir. – Kanê kaxezên zarokê bidin.
Me kaxez dane wî. 
– Rastî jî Cangîre,– ewî got,– rastî jî axa ye, rastî jî mêrxase. Lê çima mêrxas nexweş ketîye? Emê niha mêze bikin û bizanibin…
… Û îro 25-30 sal ji wan rojan derbas bûne. Îro Mûsa, Rostem û Cangîrê me mezin bûne. Herduyê pêşin zewicîne û zarên wan îdî hene, Cangîr jî va karê xwe dike, ku bizewice... Herdem di mala me da em behsa Sehîdê Îbo dikin û rehma Xwedê wîra dizwezin. Ev cihalên me–Mûsa, Rostem û Cangêr jî baş dizanin, ku Sehîdê Îbo ew ji nexweşîyê xilas kirine. Dê-bavên wan gotine wan, em dibêjin, ku şîrhelal bin, profêsorê me bîr bînin û kirna wî bişêkirînin…

LI SER NAV Û DENGÊ WÎ

Helbestvanê meyî gelêrî Fêrîkê Ûsiv sala 1983-a li ser profesor Sehîdê Îbo helbestek nivîsî ye: «Îboyan». Paşnavê (femîl) Fêrîk Ûsiv jî wek femîla Sehêdê Êbo ye–Îboyan.

ÎBOYAN 

Îboyane femîla me, 
Femîleke sade û kurt. 
Lê eyane femîla me 
Bi serî wî hekîmê kurd. 

- Tu çî Sehîd Razgoyîçî?- 
Bijîşk min dipirsin hercar. 
- Birê wîme,- ez cî bi cî 
Ji wanara dibêm dilbar.
-Çira, feqet,- ewan dibên,
- Ew qemere, tu wa qerqaş? 
- Qey ew xala çûye,- ez dibêm,
- Ez bavanê meyî qerqaş. 

Birê mine qerqaş, qemer 
Gelek hene xêncî Sehîd. 
Hinek dijîn bi mal, nefer, 
Hinek -xerîb, tenê, wehîd. 
Hinek - xwendî, hinek-nezan, 
Hinek li gund, hinek bajêr, 
Hinek nava kela-zindan, 
Hinek di bin agirê şerr. 
Hinek dûrin, hinek nêzîk, 
Hinek -îran, hinek Tûran, 
Hinek sond dixun bi "êzdî", 
Hinek - bi "kitêb û quran". 
Lê em gişk jî birê hevin, 
Temê dê-bavekî eyan, 
Navê bavê me Kurdoye, 
Navê dayka me –Kurdistan.

***

Lê nivîskarê naskirî Wezîrê Eşo li ser Sehîdê Îbo awa nivîsîye:

«Sehîdê Îbo welatparêz û ronakbîrekî mezin bû, serbilindîya gelê kurd bû di nava gelên Yekîtîya Sovyîyêta berê de. Wek xudanê monografîyaên giranbaha, ew bû doktorê zanîstîyê, pirofêsorê zanîngeha Yêrêvanê ya doxtiriyê.
Sehîdê Îbo usan jî nivîskarekî bi kemal bû, xudanê gelek helbest û destanan bû, ji wana yek jî romana «Kurdê Rêwî» ye.

Nivîskar, lêkolînerê me Tosinê Reşîd dinvîse:

«Bi seroketîya profêsor Sehîdê Îbo 14 kesan têzên xwe, yên doktorîyê pawan kirine. Wek doxtir, çawan dibêjin, dayîna Xwedê pê ra hebû. Zarokên nexweş, yên çend mehî, ku zare-zara wan bû, çawa wî dest pê dikir guh bide dil û pişkê wan, tenduristûya wan binhêre, tu caran zarok nedigiryan… Li wan welatan, ku dêmokrasîyê hê bi tam cîhê xwe negirtîye, hê problêmên netewî hene, mirov pir caran bêyî xwestina xwe dibe nonerê gelê xwe. Em bêjin li welatekî wek Ermenîstanê, gava mirovekî kurd karekî baş, yan ne baş bikira, pir caran nedigotin filankesê ew kar kirîye, li digotin filankesê kurd. Pir caran seva Sihîdê Îbo jî digotin “ew doxtirê kurd”. Lema jî bi karê xweyî baş, bi nav û dengê xwe, Sehîdê Îbo ji kurdan ra serbilindî danî…
…Sihîdê Îbo li ku bûye, dor wî kî hebûya, bi kurdan ra tenê bi kurdî dipeyivî. Li nexweşxanê eger zarokên kurd hebûna, ese bi wan ra û bi dayîkên wan ra bi kurdî dipeyivî».

Rojnamevan Têmûrê Xelîl sala 2008-an, gava ew wê hênê li Moskavayê li radyoya «Dengê Rûsyayê» (beşê kurdî) kar dikir, bernemeke bi taybet li ser profêsor Sehîdê Îbo amade kirye û weşndîye. Di wê bernemê da Têmûrê xelîl bi kurtayî li ser jîyannîgarîya nivîskarê nebîrkirî rawestîyaye û destana Sehîdê Îbo ya bi navê «Sînem» xwendîye. Em perçeke wê destanê îro raberî xwendevanan dikin.

SÎNEM

Sal û zeman berê
Wexta çiya jî nimz bûn
Xişîm û cahil bûn
Li gelîyê Elîbegê
Nava gundê rengîn
Deşt û mêrgên hêşîn
Êla Cûda dijît.
Konê reşe mezin
Li hev dibûn zincîr
Wir hebûn beg, hakim
Hebûn kesîb, sexîr.
Ku Şems nedîr dida
Ro bûkeke delal
Derdiket piş perdê
Dida ser çiya şemal
Û rewş dida erdê.
Kevanîya der mala
Kil didane meşkan
Û sifreke vala
Dibû ewira keşkan.
Qîzên kurde kezî,
Kar-xezalên qeşeng
Dibûn kewên esilî
Hev ra dibirin deng.
Êla Cûda am û tam
Xwe ra dima bêminet
Hebû hurmet, hebû rehm
Hebû qedir û qîmet.
Selîm axê êlê bû
Xweyê kerî, sûrîyan bû
Deşt û mêrgên bê ser û bin
Didane wî mal, ekin.
Hevt kurên axê hebûn
Hevt jî mîna telaşan
Hekîm bûn, lê xîret bûn
Bê xem bûn, bê talaşan.
Heft bira bûn, xûşkek her
Ew Sînema gerden zer,
Avka lêvê axê bû
Dilê wî bû, ruhê ber.
Sînem usa bedew bû
Mîna ronga rû ezmîn
Dev, dirane şekir bûn
Gulî zirav û zêrîn
Bejine bilind, sipindar
Navkêlk zirav û kever
Sûretê sor wek hinar
Ser gerdena wêye zer.

LI SER KUŞTINA WÎ

17-ê meha çirîya pêşin ya sala 1991-ê li Yêrêvanê, di oda wîye kar da ya nexweşxana(!) mehela Norkê roj nava rojê ji gulla neyarê mixenet têlê jîyana welatparêzê dilsoz, nivîskar, zanîyar, doktorê bijişkîyê, profesor Sehîdê Îbo hate birinê…Meytê wî li goristana gundê Ermenîstanê yê bi navê Qurerez (niha Yêrasxanûn, navçeya Êçmîazînê) sipartine li ax-berê sar.
Ji wê roja bêwa îdî weke 25 sal derbas bûne. Sê serokkomarên Ermenîstanê li ber hev hatine guhastinê, lê guhastin qet nakeve wî karê lêpirsyarîyê yê li ser kuştina apê Sehîd: ne kujer dîtin, ne jî surra kuştina wî eşkere dibe. Gelo ev yek çi destnîşan dike?!..

LI ŞÛNA PAŞGOTINÊ

Wê ev lêkolîna me ya li ser profêsor Sehîdê Îbo nivîşkan bima, ger heya me li malbeta wî tunebûya. Em dizanin, ku piştî kuştina apê Sehîd malbeta wî ji Rewanê derket û çû welatekî dûr û derez¬ – Avstralyayê. Xanima apê Sehîd – Naza Sehîd, lawê wî – Ezîz, qîza wî – Maya tevî neferên xwe îro li wira dimînin. Min duhu (07.05.2016) meta Nazê û Ezîzê birayê xwe ra bi têlêfonê deng kir. Wana xwesteka min pêjirandin: li roja bûyîna apê Sehîd, 8-ê gulanê, divê neyê bîrkirinê. 
Meta Nazê, ku kulfeteke merîfet, şîrhelal û ji maleke ocaxzade ye, bi temenê xwe va jî îdî mezine, min ra got: «Kurê min, efirandinên Sehîdê Îbo yên neçapkirî li mala me wek tuberk têne parstinê. Gelo kê dikare wan destnivîsarn çap bike?».
Bi rastî, kê me dikare wî barê pîroz hilde li ser milê xwe? Es dibêm, divê komîsîyonek bi taybet çê be…

PRÎSKÊ MIHOYÎ,
serokê beşê capkirina pirtûkan û çapxanan 
ya Ajansa weşanan û masmêdîayê (Komara Ûdmûrtyayê, Rûsya),
rojnamevanê vê komarêyî emekdar.
08.05.2016. 

DI WÊNEYAN DA.

Wêneyê yekê. Ev wêneyê profêsor Sehîdê Îbo wênekêşê kurdî navdar Hesen Begdaş nitirandîye. Wêne gelekî balkêşe. Ji ber ku gelekî notla Sehîdê Îbo ye, tê bêjî ew zêndîye û li ber te sekinîye, kûr û dûr li te mêze dike û difikire…

Wêneyê duda (ji milê çepê): doktorê dêrokzanîyê, helbestvan Karlênê Çaçanî, doktorê doxtirîyê, profêsor, nivîskar Sehîdê Îbo û doktorê dîrokzanîyê, profêsor Şerefê Eşir.
Ev wêne ji hêla Mala êzîdîyan ya bajarê Oldênbûrgê ve (Almanya) hatîye rê kirin.

Wêneyê sisîya (ji milê çepê): doxtirê xweyşuret, helbestvanê naskirî Simoyê Şemo, helbestavnê xweyê dilê nazik û bengî Mîkayêlê Reşîd û profêsor Sehîdê Îbo. 

Wêneyê çara. Kevirê li ser tirba Sehîdê Îbo li goristana gundê Qurerez (niha Yêrasxanûn, navçeya Êçmîazînê li Ermenîstanê). Ev wêne birazyê apê Sehîd Arman min ra şandîye.

Wêneyê Prîskê  Mihoyî.
Wêneyê Prîskê  Mihoyî.
Wêneyê Prîskê  Mihoyî.
Wêneyê Prîskê  Mihoyî.
 
Ev gotar ji rûpela facebookê ya rêzdar Prîşkê Mihoyî hatiye girtin: https://www.facebook.com/priske.mihoyi/posts/1035866809813624

Bêjeyên Miftehî