1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Sedema karkeriya zarokan: Xizanî
Sedema karkeriya zarokan: Xizanî,sedema,karkeriya,zarokan,xizanî

Sedema karkeriya zarokan: Xizanî

A+ A-

STENBOL - Civaknas Ayşe Tepe Dogan, diyar kir ku li gor daneyên sala 2012'an de hejmara karkerên zarok ên nav malê 7 milyon û 503 herzar e û ev karkerî li gor xizaniyê zêde dibe. Dogan wiha got: "Divê poltîkayên der barê zarokan de biguherin. Hûn çi qas sedemên xizaniyê ji holê rabikin, hûn ewqasî karkeriya zarokan jî ji holê radikin." 

Li cîhanê ji 6 zarokan yek jê dixebite û ji 8 zarokan yek jê jî rastî awayên herî kirêt ên karkeriya zarokan tê. Li gor rapora dawî ya Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) û Bernameya Navnetewî ya Jiholêrakirina Karkeriya Zarokan (IPEC); li cîhanê hejmara karkerên zarok 168 milyon e. Ji vana 100 milyon jê kur, 68 milyon jî keç in. Civaknas Ayşe Tepe Dogan, diyar kir ku di sala 1999'an de li Tirkiyeyê hejmara karkerên zarok ên nav malê 4 milyon û 447 hezar bû, lê belê ev hejmara di sala 2006'an de bûye 6 milyon û 540 hezar. Dogan, ragihand ku ev hejmara di sala 2012'an de bi qasî milyonekê zêde bûye û bûye 7 milyon û 503 hezar. 

Dogan, anî ziman ku li cîhanê karkeriya zarokan veguheriye pirsgirêkekê. Dogan, dest nîşan kir ku bi taybetî li welatên ku Tirkiye jî di nav wan de ye, karkeriya zarokan veguheriye sektorekê û bi vî awayî keda zarokan jî tê binpêkirin. Dogan, dest nîşan kir ku DÎSK-AR bi lêkolîneke der barê karkeriya zarokan a nav malê bala wan kişandiye. Dogan, got ku pir kêm cih dane zarokên li nav malê yên bi heqdestiyê dixebitin û wan li ser vî esasî dest bi xebatekê kiriye. Dogan, anî ziman ku wan di sala 2016'an de li Uskudar û Şîşliyê li 202 malan lêkolîn kiriye û wan daneyên 193 malbatan bi kar aniye. Dogan wiha got: "Bi taybetî li bajarên wek Stenbolê malbatên ku di sînorê xizaniyê de dijîn, serî li riyên bi dest xistina dahateke pîvekî didin. Ev bi piranî wergirtina ji bo karê nav malê ye. Karên tekstîlê, karên fasonî dikin û di van karan de zarokên xwe dixebitînin. Yanî li nav malên xwe dixebitînin." 

'ZAROKÊN KEÇ 7 QATAN ZÊDETIR TÊN XEBITANDIN' 

Dogan, dest nîşan kir ku dema wan xebata qadî kiriye hema bêje wan hemû pirsên xwe ji jinan kiriye û wiha got: "Çimkî yên ku van karan dikin jin in. Dema me pirsên der barê zarokan de dikir me tewrekî hayjixwe didît. Hin pirsên me nedihatin bersivandin, nedixwestin bersivan bidin. Lê belê, em dikarin bersivên ku dan binirxînin. Li gor îstatîstîkên wan ciyawaziyeke zayendî heye. Li nav malê zarokên keç 7 qatan bêtir li gor ên kur tên xebitandin. Kur bêtir di karê derveyî malê de tê xebitandin." Dogan, balê kişand ser girîngiya qadên jiyanê yên zarokan û ev agahî parvekirin: "Bi piranî zarokên 8-12 salî tên xebitandin, rêjeya wan ji sedî 43 ye. Ji sedî 30 jî yên 13-15 salî, yên din jî 15-18 salî ne. Saetên wan ên xebatê 0-2 ye. Hin jê 2-4 saetan dixebitin, lê belê bi piranî 0-2 ye. Ji bo me rêjeya kesên 0-2 saetan dixebitin ji sedî 88.5 e û yên mayî jî ji sedî 10 ku ev jî 3-4 saetan dixebitin." 

‘QADA JIYANÊ YA ZAROK TÊ XESPKIRIN' 

Dogan, anî ziman ku ji sedî 40'ê malbatên ku wan hevdîtin bi wan re çêkiriye, ji ber ku zarokên wan dixebitin kêfxweş in. Dogan vê rewşê wek rewşeke "wehîm" nirxand û wiha axivî: "Nexwe malbat refaha xwe ya aborî di ser ya zarokê xwe re dibîne. A rast ji bo me noqteya herî girîng ev bû. Diviya ku di wan saetan de zarok li derve bi hevalên xwe re bilîstana an jî pirtûk bixwendana, lê li malê dixebite." Dogan, dest nîşan kir ku karên li malê tên kirin li qada jiyanê ya zarok tên kirin û wiha got: "A rast hemû qadên malê qadên jiyanê yên zaroka ne. Lê malbat çi dike, hemû malzemeyên ku dê çêbike li wê odeyê vala dike û bi vî awayî qada zarok xesp dike." 

'KARKERIYA ZAROKAN PARALELÎ XIZANIYÊ ZÊDE DIBE' 

Dogan, anî ziman ku dema wan dest bi vê xebatê kir ji ber ku xebateke cidî tune bûye, wan îstifade ji daneyên DÎSK-AR'ê wergirtiye û wiha got: "Di dema lêkolînkirina karkeriya zarokan de, têkiliya sedembûyînê zaf girîng e. Li vir bi taybetî em ji zimanekî ku malbatan tawanbar bike reviyan. Çimkî, ev malbat di sînorê xizaniyê de dijîn û li bajarekî wek Stenbolê buha îdamekirina jiyanê zaf zehmet e. Ji ber vê ji dêvla ku em malbatan sûcdar bikin, a rast em fikirîn ku jiholêrakirina sedemên vê hîn girîngtir in." Dogan, dest nîşan kir ku divê têkildarî vê xebat bên kirin û wiha axivî: "Divê poltîkayên der barê zarokan de biguherin. Hûn çi qas sedemên xizaniyê ji holê rabikin, hûn ewqasî karkeriya zarokan jî ji holê radikin." 

Sadiye Eser - Muhammed Dogru - dihaber