Strana Rohat li Amara olan dide
DIHABER/RIHA - Deng û newaya strana "Ji min re gotin here Amara" ku Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ku berî biçe Cizîrê û di jêrzemîna Cizîrê de jiyana xwe ji dest bide distra li Amara olan dide.
Strana "Ji min re gotin here Amara" ku Gerînendeyê Karên Nivîsan ê Rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ku berî biçe Cizîrê û di jêrzemîna Cizîrê de jiyana xwe ji dest bide distra, bi minasebeta 4'ê Nisanê roja Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li gundê Amara ku Ocalan lê ji dayik bûye belav dibe. Berî ku sibê 4'ê Nîsanê Roja Rojbûna Ocalan li Amara bê pîrozkirin, strana Aktaş olan dide. Îsal li şûna Rohat Aktaş, dayika Aktaş Lemiha Aktaş çû Amara. Dayika Rohat Aktaş Lemîha Aktaş, anî ziman ku kurê wê Rohat beriya biçe Cizîrê li ber dengê gitarê li mitbexa malê strana "Ji min re gotin here Amara distra û çend roj şûnde çû Cizîrê. Lemiha anî ziman ku niha li şûna kurê wê neweya strana kurê wê li Amara olan dide û mêvanên Amara ji bo kurê wê Rohat li vê stranê guhdar dikin.