Sê hezar û 485 jin û zarokên windayî li ku ne?
ERDOGAN ALTAN
REQQA – Li navenda bajarê Reqqayê ku di du navendên bazara firotinê ya jin û zarokên keç hatibû avakirin hêj jî didom e. Lê pirsên esasî ew e ku ji bilî bazara firotina jinan û zarokan, di 5 mehên dawî de 3 hezar û 485 jin û zarokên keç ên windayî çewa, birine, niha li ku ne?
Bi pêşveçûna şervanên Odeya Hemleya Xezeba Firatê ya ber bi Tebqayê ve ku di qonaxa 4’emîn de hîn jî didome, çeteyên DAIŞ’ê jî hêzên xwe yên esasî ji herêma Reqayê dikşînin ber bi Dêra Zorê ve. Li navenda bajarê Reqqayê ku tirs û xov ketiye nava çeteyên DAIŞ’ê, zilm û zordariya xwe ya li ser jin û zarokan berdewam dike.
Bazara firotina jinan
Li Reqqayê di serdema DAIŞ’ê de ku yê herî zêde kete rojeva raya giştî ya cîhanê jî, bazara firotina jinan bû. Ya sereke jinên Êzidî ku di dema hewildana fermana Şengalê de hatin revandin, di van bazaran de dihatin firotin. Du bazarên firotina jinan ên mezin û esasî yek jê li rojhilat û yek jî li başurê bajêr hatibûn ava kirin. Di van bazaran de, yê herî zêde kesên ji welatên Erebîstanê dihatin, dikirîn.
Hemwelatiyan, anîn ziman ku ji bo “kirînê” tenê 3 caran peyva “Allah û Ekber” bes bû êdî wek e zewac dihat hesibandin. Hat gotin ku ji xwe piraniya jinan wek e “Cariye” bikar tanîn. Li gor çeteyan di “Firkeya” (Qanûn) de Cariye ji kesên ji bo “Xwedê, Îslamê” şer dikin re cayîz e an go helal e. Çeteyan dema jinên Êzidî û Ermen, difirotin jî, şert datînin pêşiya wan kesên dikirin û tê gotin ku divê mislimantiyê li ser wan ferz bikin.
Li Reqayê jiyana berî û piştî DAIŞ’ê!
Beriya li Suriyê şerê navxweyî dest pê bike di Reqayê de zanîngeheke taybet û dibistanên dewletê hebûn. Jiyana li bajêr li gor welatên Ereb ên din cuda bû. Niştecihên bajêr di mehên havînê de heta derengê şevê dikaribûn di kuçeyên bajêr de bigeriyan, park û baxçeyan ziyaret bikin, diçûn qafeyan, jin, mêr û zarok bi hev re dikaribûn di restorantan de şîva xwe bixwin. Hat balkişandin ku di xwepêşandan û çalakiyên li hember rejîma Esad jin û mêr bi hev re pêk tanîn.
Lê piştî şerê navxweyî ya di sala 2011’an de piştî Reqqa ket bin dagirkeriya çeteyên girêdayên Koalisyona Netewî ya Suriyê, rewşa bajêr her çiqas çû guherî û bajêr hat asta ku qanûnên şerîatê tê birêvebirin. Piştî destpêka sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bajar kontrolkirin û bi temamî xist destê xwe, rewşa bajêr zêdetir û dijwartir guherî û ket qereqtêrekî îslamî ya radîkal. Bajêr êdî di astekî ku ji hemû cîhanê re bû xetere, ji bo çete û herikînên cîhatkar re jî bû ciheke “Hicê”. Çeteyên DAIŞ’ê ku bajêr bi temamî dagir kir, bi gel û xebatkarên berê ya rejîmê re li gor xwe pergalek ava kir. Di çerçoveya vî pergalî de yasayên şerîatê anî û dadgehên şerîatê ava kir.
DAIŞ ku di her qadê dagir dike li gor pergala ava kiriye, waliyek datîne. Ev walî ji hêla emîrên ku perpirsiyarên her qadekî ve tên destek kirin. Îro Reqa jî waliyê ji hêla çeteyan ve hatî diyarkirin ji hêla van emîran ve tê destek kirin. Di bajarê de ne mimkune li hemberê pêkanînên çeteyan berxwedan an jî çalakiyên nerazîbûnê pêk werin. Lewra DAIŞ di çerçoveya qaşo zagonên xwe ji ber çalakiyên wek sûc dihesibîne lîsteya yên hatine cezakirin pir dirêj e. Çeteyên DAIŞ li ber çavên gel, pêkanînên ser jê kirin, êşkence, recm, darvekirin û hwd pêk tîne. Ji ber vê yekê yên di bajêr de dimînin, ji ber ewlehiyê, xizmet û gidayê nikarin bigirin, neçar mane di bin dagirkeriya çeteyan serî bitewînin.
‘Jin bi întîxarê tên zor kirin’
Ji bo ku em rewşa li navenda bajarê Reqayê çi dibe agahiyan bigirin, gera me ya di ketina bajar de didome. Li Taxa Senayiyê ku dikeve bakurê Reqayê, em rastî jineke xemgîn û her tim di nava lêgerînek de bûn hatin. Ev jin a ku temenê wê di navbêra 30-35 salî bû, destpêkê bersivdayîna pirsên me red kir, lê piştre bi hêviyek biçûk be jî belkî em di hêla lêgerîna wê de karibin bibin alîkar, pirsên me bersivand. Jin a bi navê L.M. diyar kir ku ev çend meh in li keça xwe ya 15 salî digere û cih nemaye ku negeriyaye û van agahiyan da: “Ez dizanim navendên bazara firotina jinan hene û ez bûme şahidê hezaran jin firotine kesên ji bajarên li Siûdî Erebîstan û welatên din dihatin. Gelek jin ji van bazaran reviyan. Yek ji wan jî ez im. Lê piştî ez reviyam, ji ber keça min di destê wan de maye, neçar mam careke din vegerim. Ez bûm şahidê ku gelek jin piştî hatine firotin jî bi întîxarê tên zor kirin. Ez dizanim niha ez bême girtin wê min bi “Recm” an jî “Qefesê” bême ceza kirin. Lê ez neçar im, lêgerîna keça xwe bidomîn im.”
Bi hezaran jin û zarok winda ne
Li gor agahiyên derbarê jin û zarokan de ku ketin destê me, piştî me komî ser hev kir, di 5 mehên dawî de 3 hezar û 485 jin û piraniya wan zarokên keç winda ne. Li gor hin kesan dibêjin piştî pêngava Xezeba Firadê ku piraniya serçeteyên DAIŞ’ê xwe ber bi Dêra Zorê ve vekişandine, van jin û zarokên keç jî bi xwe re birine. Hin kes jî dibêjin ku bi tacir (simsar) ên ji Iraq, Siûdî Erebîstan, Kuweyt û welatên din hatine re hatine firotin.
Reqa ji bo jinan zindanekî servekirî ye!
Bajarê Reqayê ji bo tevahî mirovan bûye “zindanekî servekirî” lê ji bo jinan bûye wek e “Cahnime” . Jinên ku ji hêla şervanên YPG/YPJ û hêzên QSD’ê ve hatin rizgarkirin û di qadên hatî rizgarkirin bi cih bûne, pêkanînên çeteyên DAIŞ’ê vedibêjin. Jin tînin ziman ku jinên ciwan û tevahî jin, heta li cem wan xizmekî mêr ev piranî divê (bav, bira an jî hevjîna wan” in tune be, destur nadin ku bi tena serê xwe derkevin derve. Jin, ji serê xwe heta lingê xwe divê bi pac û çarşevên reş girtî bin.
Di kuçeyên bajêr de, cil û bergên mêr jî di nav de qontrol dikin û li gor qanûnên şerîatê pêkanînan dikin asayîşeke taybet a dewriyê derxistine. Yê cixare dikşînin ku ji hêla vî ekîba asayîşê ve bên girtin wê cezaya qirbacê bên ceza kirin. Her wiha hemû zilam divê di dema nimêjê de herin mizgeftan.
Her wiha çete kesên di telefonên berîkê de wêneyên jinan hebe bi cezayê 30 qirbacê ceza dikin. Temaşekirina lîstika futbolê ku qedexeye, kafe û xwaringehên ku van lêstikên futbolê diweşînin jî tên girtin an jî xwediyên wan tên kûştin.
Her wiha çeteyan, tugayeke tenê ji jinan pêk tê yê bi navê El-Xensai ku di kuçeyên bajêr de cil û bergên jinan qontrol dike, ava kiriye. Piraniya jinên ku di vê tugayî de peywir girtine hevjinên endamên DAIŞ’ê ne. Peywira van jinan ew e ku kinc û bergên jinên ku ne li gor yasayên DAIŞ’ê li xwe kiribin, ceza bikin û li girtiyên jin êşkence kirin e.
Jin, ji ber vê yekê ji bo bi endamên çeteyan re neyên zewicandin şûna di bajêr de bigerin, di hûndirê mala xwe de dimîn in.
(dc)
ANHA