1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. TALANA DÎROKA GELÊ KURD
TALANA DÎROKA GELÊ KURD,talana,dîroka,gelê,kurd

TALANA DÎROKA GELÊ KURD

TALANA DÎROKA GELÊ KURD... EM ŞELANDIN.... BI ME RA DÎROK Û ÇANDA ME JÎ

A+ A-

Xerzî XERZAN

Dipirsin, bê şerm û heya

"KÎ EV BENDA KEVNAR A 125 KM. DIRÊJ E Û LI ROJAVAYÊ ÎRANÊ DIMÎNE, AVA KIR?"

Hûn bersiva vê pirsÊ baş dizanin, lê nabêjin... 
Ev beden, ev bend ji hêla Medan ve hatîye lêkirin, her tişt ev rastî dibêje. 
Dema avakirina wê, sedsala 6-an a berê zayînê ye, lewra hûn dibêjin... 
Heger wisa ye, wê demê kî xwedîyê şaristanîya Arîyan e...? 
Ma ne Keyaxser ê Gewre li ser text e... 
Ma ne, pêşîyên me an ku Med, wê demê şaristanîyeke bêhempa dîyarîya mirovahîyê kirine...? 

Bersiv ev e: Ev bend, ev beden an jî ev dîwar, beşek ji 
BEDENA-BENDA EFSANEVÎ ya MEDÎ ye.... 

Ya ku, di hemû çavkanîyên dîrokî de hatîye nivîsandin lê mixabin hetanî vêga bermahîyên wê nehatine dîtin an jî hatine veşartin, hatine dizîn... 

Û vêga tenê beşek ji wê hatîye dîtin lê Rojava (bi wateya xwe ya dagirker û împeryalîst) nikare bibêje ev bend, benda Medî ya kevnar e, ya ku Medî ev bend ji boyî parastina sinorên xwe ji barbarên Aramî, ava kiribûn... 

Belê ev bermahîyên dîwêr-bend-beden-sûr, beşekê Benda Medî ye, û di dema Keyaxser û Aştîyago da hatîye avakirin... Ji boyî sinorên xwe ji barbar û hovên aram biparêzin, hatîye lêkirin...

Jixwe li Kîrmanşahê hatîyê dîtin û navçeya ku lê dimîne jî, navçeyeka kevnar a kurdan e.... 

Li Serpêlî Zehaw, an ku bajêrekî kevnar ê Medan hatîye dîtin....

Talan bi her awayî li dar e... Mixabin...

https://www.livescience.com/hadrians-wall-of-iran-discovered.html?fbclid=IwAR1of34MdNyNtMMRziCBv4vz8lyvNuFlYCHPK4R4D8s9WoG87KqF-hH3YM4


Bêjeyên Miftehî