Tevî dorpêçê jî Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê serkeftî derbas bû
Ji pêvajoya yekemîn heta ya çaremîn a Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê ku duh bi dawî bû, kesên li pişt perdeyan xebateke mezin meşand û mîhrîcan bi serkeftî derbas bû
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir. Niha jî rejîma Sûriyê kantona Şehbayê dorpêç kiriye. Ji ber vê yekê anîna alav û pêwîstiyan zor e, lê tevî vê jî 4’emîn Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê bi serkeftî pêk hat.
Endamê Komîna Sînemayê Mesûd Kerad wiha anî ziman: “Tevî kêmasiyan jî Mîhrîcana Mîtan berdewam kir. Ez ji pêvajoya yekemîn de beşdarî çalakiyên mîhrîcanê bûm û xebata arşîvê dikim. 3 mehan amadekariya mîhrîcana çaremîn hate kirin û ji ber dorpêçê gelek kêmasî derdiketin. Di milê dîtir de 8 endaman kar û xebat dida meşandin.”
Mesûd Kerad hêviyên xwe wiha anîn ziman: “Şênî bi kêfxweşî beşdarî şanoyê bûn. Hêviya min ew e ku pêncemîn Mîhrîcana Mîtan li Efrînê bi hejmareke zêdetir û derfetên baştir were lidarxistin. Ji ber ku divê gelê Kurd bi rêya çand, fîlm û şanoyê îsbata çanda xwe bike.”
Di heman demê de endamê Tevgera Çand û Hunerê şaxê kantona Efrînê Mihemed Belko axivî û got: “Ez endamê beşa deng im. Pêşandana Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê li ser asta Rojava yekemîn mîhrîcan bû, lewma deng veda. Tevî derfetên me li Şehbayê kêm bûn, lê me ji beriya 3 mehan ve dest bi amadekariyên mîhrîcanê kir. Me gelek stran û slogan dahênan. Ji ber vê yekê em bi ser ketin. Hêviya me ew e pêncemîn mîhrîcana şanoyê li kantona Efrînê li dar bikeve.”
(eh)
ANHA