1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tirkiye li dinyayê bûye mezintirîn girtîgeha nûçegihanan
Tirkiye li dinyayê bûye mezintirîn girtîgeha nûçegihanan,tirkiye,li,dinyayê,bûye,mezintirîn,girtîgeha,nûçegihanan

Tirkiye li dinyayê bûye mezintirîn girtîgeha nûçegihanan

Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya dinyayê de 4 rêzên dî jî bi paş ve çû û di nav 180 welatî de kete rêza 155’an

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN – Tirkiye di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya dinyayê de 4 rêzên dî jî bi paş ve çû û di nav 180 welatî de kete rêza 155’an. Di daxuyaniyê de  hate  gotin ku Tirkiye li dinyayê bûye mezintirîn girtîgehên nûçegihanan.

Li gorî Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê ya 2017’an ku ji hêla Nûçegihanên Sînornenas ve hatiye amadekirin, Tirkiye hinekî dî jî nêzî wan welatan bû ku rewşa wan a herî xirab e û di lîsteya bi navê ‘’lîsteya reş’’ de ne. Bi vî rengî Tirkiye di van 12 salê dawî de 56 gavan bi paş ve çû.

Têkildarî Tirkiye ku di nav kategeriya ‘’welatên ku nûçegihanî lê zehmet e’’ cih digire, hate gotin ‘yek ji welatê herî hêwilnak e’’.

MEZINTIRÎN GIRTÎGEHAN LI DINYAYÊ

Di daxuyaniyê de zexta li ser çapemeniyê hate destnîşankirin û ji ber girtina nûçegihanan, hate gotin Tirkiye li dinyayê bûye mezintirîn girtîgehên nûçegihanan .

Bi rêzê welatê ku azadiya çapemeniyê lê pêş ketiye wiha ne; Norwêç, Swêd, Fînlandiya, Danîmarka, Hollanda, Kosta Rîka, Swîsre, Jamaîka, Belçîka û Izlanda.

Li gorî Nûçegihanên Sînornenas welatên ku di nav kategeriya ‘baş’ û ‘têrkar’ de ne sedî 2,3 kêmbûnek çêbûye.

(kc)