Têkoşîna gelên Îranê û du şoreşgerên mezin
Golesorxî ji aliyê gelek ciwanên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê ve weke Denîz Gezmîş ê Îranê tê binavkirin. Mîna wî li dadgehê bi xwînsarî tevgeriya û nehişt bê dadgehkirin. Lê wî bi xwe darizandin kir
- SEYÎT EVRAN
- SILÊMANÎ/ANF
Li Îranê, yên ku ji dema Şah heta îro li dijî sîstemê têkoşiyan, bêguman ne tenê Kurd in. Bi qasî Kurdan Mazander, Belûc û Tirkmen jî têkoşiyan. Belûcan timî rêxistinên xwe ava kirin û têkoşiyan. Tirkmen û Mazanderan bi giranî li nava TUDEH'ê têkoşîna şoreşgerî dan. Ji nav avê têkoşînê şoreşgerên mezin derket. Yek ji wan jî Khosrow Golesorxî ye.
Golesorxî 22'ê Çileya 1944'an li bajarê Raşt ê eyaleta Gîllanê ji dayik bû. Li vî bajarî mezin bû û xwend. Ji ber ku bala wî li ser helbestan bû, helbest nivîsand. Gelek helbestên xwe yên Farsî li ser welatparêzî, têkoşîn û şoreşê hene. Di emrê ciwantiyê de bû endamê TUDEH'ê.
Khosrow Golesorxî weke parçeyek ji komeke xebatê ya şoreşger, Nîsana 1973'an hate girtin. Dihat payin ku derkeve pêşberî dadgehê û herî zêde 3 sal ceza lê were birîn. Lê belê bi yek ji qanûnên rejîma berê hate darizandin, biryar hate dyain ku bi cezayê mirinê were darizandin.
JI DADGEHÊ RE GOT: EZ REWATIYA WE NAS NAKIM!
Gava ku derket pêşberî dadger, 30 salî bû. Û ji dadgerê leşkerî re got, "Bi navê heybet ê gel; Li pêşberî dadgeheke ku ez rewatiya wê ti carî nas nakim, ez ê xwe biparêzim. Weke Marksîstekî ez alîgirê gel û dîrokê me. Hûn çiqasî êrîşî min dikin bikin, ez ê vê yekê ji bo xwe weke rûmetê bibînim. Ez çiqasî dûrî we bim, ewqasî jî nêzî gel im. Hûn çiqasî hewl bidin baweriya min nebaş nîşan bidin jî, bawerima min wê hîn bêhtir ji gel piştgiriyê werbigire. Eger hûn min bişewitînin jî, ku teqez hûn ê vê bikin, wê mirov ji cesedê min al û stranan çêbikin."
Destnîşan dike ku ew ji Huseyîn û Alî hînî şoreşgeriyê bûye; ji Îslamê dest pê kiriye û xwe gihandiye sosyalîzm û Marksîszmê û hurmetê nîşanî hiqûqa Îslamê dide. Diyar dike ku di nava Îslamê de cewhera ber bi sosyalîzmê ve heye, lê hêzên serdest ev yek berevajî kirine.
DANESHÎAN: DÎROK WÊ RASTIYÊ NÎŞANÎ WE BIDE
Golesorkhî tevî hevalekî xwe yê mamoste yê bi navê Karamat Daneshîan tê darizandin.
Daneshîan, sala 1946'an li Shîrazê ji dayik bû. Dema ku bar kir Tebrîzê, li vir çanda Azerî nas kir. Piştî ku Samed Behrengî nas kir, da ser şopa wî. Dixwest bîrdoziya sosyalîst li herêmên Azerî belav bike. Behrengî piştî ku hîn bû hin şopdarên wî li wir mamostetiyê dike, derbasî Başûr bû. Yekemcar sala 1970'ê li wir hate girtin. Salekê cezayê girtîgehê lê hate birîn. Piştî salekê hate berdan, lê dîsa hate girtin. Û tevî Golesorxî hate darizandin û cezayê îdamê lê hate birîn. Ji bo Daneshîan tê gotin ku derhêner, sosyalîst û aktîvîstekî bi bandor. Dema ku tevî Golesorxî tê darizandin, ji heyeta dadgehê re wiha dibêje: "Di mehkemeya destpêkê de ji ber rewşa xwe ya faşîst we li parastina me guhdarî nekirin. Halbûkî parastina min ji prastina bindestan, xizanan û şoreşgerên ku rastî êrîşên dijminên mirovahiyê yên sondxwarî tên, ji parastina gel girîngtir nîne. Eger hûn ji hêzên şoreşger û raperîna gel natirsin, eger hûn bawerin ku çîna serdest a li Îranê ebedî ye, hingî wê dîrok rastiyê nîşanî we bide."
ÇEPA ÎRANÊ Û ÎMAM HUSEYÎN
Golesorxî di parastina xwe de çepa Îranê û têkoşîna Îmam Huseyîn tîne berberî hev. Di parastina xwe de dibêje, "Huseyîn û gelê wî, ji artêşa Yezîd kêmtir bûn. Li ber xwe dan û şehîd bûn. Ya ku dînamîkên dîrokê didomîne berxwedana Huseyînan e."
Di beşeke din a parastina xwe de Golesorxî nebaşiya reforma axê ya rejîma Şah û têkoŞîna gundiyên Îrane vedibêje.
Tevî ku Serokê Dadgehê serdadger Tegmen Ghaffarzadeh wî hişyar dike ku parastina xwe bike, Golesorxî bi kenekî ku henekê xwe pê dike dibêje, "Hûn ji gotinên min ditirsin? Min xwest ku civaka Îranê zanibe, sedema hewldana kuştina min, nêrînên min ên Marksîst in. Sûcê min sûîqest nîne, sûcê min nêrînên min e. Li vê derê li pêşberî rojnamevanên biyanî we sûcdar dikim ku ev dadgeh, nivîsandina sdosya min bê berpirsyarî û bê hiqûqî ye. Bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û komîteyan dikim ku bibin şahid ji vî sûcê dewletê yê li vir bê kirin."
"Dadgeha leşkerî mafê parastinê jî neda min. Ez mirovekî Marksîst-Lenînîst im. Hurmetê nîşanî hiqûqa Îslamê didim. Ez ê nêrînên xwe yên ku di oxira wê de bimirim, bi dengekî bilind biqîrim."
BI RÛKENÎ BI DESTÊ HEVRÊYÊN XWE DIGIRIN
Dema ku heyeta dadgehê biryara kuştina Golesorkhî û Daneshîan eşkere dike, ew dikenin. Golesorxî dibêje "Hevrê". Daneshîan jî dibêje "Hevrêyê min ê herî baş."
Ji bo du şoreşgerên mezin Golesorxî û Daneshîan tê gotin ku şeva 17'ê Sibata 1974'an şeva dawî ye. Ji ber ku 18'ê Sibata 1974'an her du şorşegerên mezin li Tehranê tên darvekirin.
NEHAT DARIZANDIN, WÎ BI XWE DARIZAND
Golesorxî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê gelek ciwanan ve weke Denîz Gezmîş ê Îranê tê binavkirin. Ji ber ku mîna wî li dadgehê bi xwînsarî tevgeriya û nehişt bê dadgehkirin. Lê wî bi xwe darizandin kir. Rûniştina dawî ya darizandina Golesorxî û hevalê wî Daneshîan, ji ber ku konferansa mafên mirovan a ji aliyê Şahî Îranê ve dihate kirin bû, ji televîzyonê bi zindî dihate weşandin. Lê belê ji ber ku hat dîtin ew nayên darizandin, lê bi xwe darizandinê dikin, weşana zindî hate birîn.