1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Wê li malê tedawiya Ramangerê navdar Noam Chomsky bê domandin
Wê li malê tedawiya Ramangerê navdar Noam Chomsky bê domandin,wê,li,malê,tedawiya,ramangerê,navdar,noam,chomsky,bê,domandin

Wê li malê tedawiya Ramangerê navdar Noam Chomsky bê domandin

Zimanzan û ramangerê Emerîkî Noam Chomsky roja Şêşemê ji nexweşxaneyeke li Sao Paûloyê derket û wê li mala wî tedawiya wî bê domandin

A+ A-

Nexweşxaneya Beneficência Portuguesa de Sao Paulo rojeveke tibbî ji AFP’ê re şand û ragihand ku “nexweş Noam Chomsky wê li malê tedawiya wî bê domandin û ji nexweşxaneyê derket.”

Piştî ku hin agahî li ser torên dîjîtal belav bûn ku dihat gotin entelektuelê 95 salî miriye, ev daxuyanî ji nexweşxaneyê hat.

Hevjîna wî Valerîa Chomsky bersiv da e-postayeke ku ji AFP’ê hatî, û ev tişt nivîsand: “Ev ne rast e, ew baş e.”

Chomsky ku yek ji piştevanên nêz ê gelê Kurd e, li dijî dagirkeriya DYE’yê ya li Iraqê û Şerê Vîetnamê derketibû. Chomsky nêzî lîderên Emerîkaya Latîn a çepgir ên mîna Fîdel Castro ye. Salên dirêj endamê Massachusetts Institute of Technology (MIT) bû û hîna jî li Zanîngeha Arîzonayê weke Profesorê Zimanzan Emerîtus wezîfe dimeşîne.

ANF