1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. ‘Wêrankirina xwezayê bi çekên hêzên hegomonîk didome’
‘Wêrankirina xwezayê bi çekên hêzên hegomonîk didome’,wêrankirina,xwezayê,bi,çekên,hêzên,hegomonîk,didome

‘Wêrankirina xwezayê bi çekên hêzên hegomonîk didome’

Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere diyar kir ku rêbazên rewakirina êrişên çekdarî yên global tê wateya destekkirina hêzên hegemonîk û got "Baweriya bi rêxistinên ku li hemberî êrişan dengê xwe dernaxin, cihê gumanê ye."

A+ A-

Di dîrokê de, pevçûnên ku xwezayî tune dikin, carinan yekser û carinan jî neyekser rê li ber encamên wêranker vekirine.

Şer jîngehan û cihêrengiya biyolojîk xira dikin û dibin sedema qirêjîbûna av û axê. Neteweyên Yekbûyî (NY) ji ber van fikaran, ji sala 2001'an ve 6'ê Mijdarê wek "Roja Pêşîgirtina li Destdirêjiya li ser Hawîrdorê ya di Şer û Pevçûnên Çekdarî de" pênase kiriye.

Îro çekên ji aliyê hêzên global ên emperyalîst ve tên hilberandin, dibin sedem ku gelek mirov ji cih û warên xwe bibin, koçber bibin û erdnîgarî bê talankirin. 

Li aliyê din, divê bandora şerê 40 salan ê li dijî tevgera azadiyê ya Kurd û zirara di vî şerî de li hawîrdorê bûye, neyê jibîrkirin. HPG'ê diyar kiribû ku di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de ku li dijî herêmên Metîna,  Avaşîn û Zê dike, heta niha zêdetirî 323 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn.  

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, nameyek ji nûnerên welatên Rojava yên li Hewlêrê, sekreterê giştî yê NY’yê, Komkara Erebî û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) re şandibû. Ev saziyên ku guh nadin van bangan, xwe li hemberî êrişên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd jî bê deng dikin. 

Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Menekşe Kizildere, Roja Pêşîgirtina li Destdirêjiya li ser Hawîrdorê ya di Şer û Pevçûnên Çekdarî de û sûcên li dijî xwezayê yên di demên dawî de ji aliyê hêzên emperyalîst û hêzên hegomonîk ên li herêmê ve tên kirin, nirxandin. 

Menekşe Kizildere da xuyakirin ku şer yek ji faktorên herî qirêjker ên cîhan û hawîrdorê ye û got: "Şer û kiryarên zalimane yên di van şeran de, bûn sedema kuştina mirovan, her wiha gelek zîndeweran. Rêbaza şer bi salan e li hemberî her kesî bi rengekî ku zirarê dide xwezayê, tê bikaranîn. Ev nexweşî hê jî didome. Çekên tên bikaranîn, dibin sedema birîna daran û zirardayîna hemû giyaneweran. Herî dawî NY’yê biryareke din da ku mafê hawîrdorê wek mafekî mirovî dibîne. Di danişîna 48’an a Konseya Mafên Mirovan a NY’yê de, pêşnûmeqanûna li ser mafê mirovan ê hawîrdora paqij, bi piraniya dengan hate pejirandin. Ev biryar bi rastî biryarên berê xurttir dike. Di warê pênasekirina jiyana li hawîrdoreke tendurist jî wek mafekî mirovî biryareke gelekî girîng e. Mixabin tevî van hemû biryaran jî ne ev biryar ne jî biryarên din ji aliyê hêzên global ve nayên bicihanîn."

Menekşe Kizildere diyar kir ku çavdêriya biryarên NY’yê li Rojhilata Navîn nayê kirin û got: "Dewlet, ji bo berjewendiyên xwe û armancên emperyalîst ên dewletên din û parastina hegemonyayê, biryarên bi vî rengî yên Neteweyên Yekbûyî binpê dikin. Ya girîng ew e ku dema ev biryar tên binpêkirin, mekanîzmayên dijber di vê çarçoveyê de têne cezakirin an na. Divê ev mekanîzma bên xebitandin. Lê belê hiqûqê li welatan pêk nayê. Berjewendiyên dewletan bi xwe jî di dayîna van biryaran de roleke aktif dilîzin." 

Menekşe Kizildere destnîşan kir ku di aliye bikaranîn û raporkirina çekên kîmyewî de jî pirsgirêkên cidî hene û got: “Sîyasetmedarên li Sûriyê ji ber xebatên xwe dibin armanc. Hewl didin wan bê deng bikin da ku hesab jê neyê pirsîn." 

Menekşe Kizildere wiha pê de çû: "Li ser aloziyên di navbera Ukrayna û Rûsyayê de daxuyaniyeke gelekî zelal a wezîrê karên derve yê Tirk hebû. Got piştî ku em vê çekê difiroşin êdî ne ya me ye. Talankirina daristanên li bakurê Sûriyê, birîna daran û wêrankirina daristanan bi destê dewleta Tirk bi xwe têne kirin. Bê guman divê ev hemû rêbaz di qada navneteweyî de bên cezakirin. Ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku ne tenê Tirkiye, hêzên emperyalîst jî li van herêman sûcên şer kirine. Li vê erdnîgariyê texrîbata xwezayê normal tê nîşandan. Bi vî awayî rastî tu cezayekî nayên. Ev polîtîkayên rewakirinê jî li pêşiya hesabpirsînê dibin asteng." 

Menekşe Kizildere êrişên bi gazên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê jî nirxandin û got: "Li cîhanê nîjadperestiya hawîrdorê heye. Li Amerîkaya Latîn bi salan e gel li dijî vê yekê tê dikoşe. Îro ev yek tê serê gelê Kurd ku di mijara hawîrdorê de jî tenê ji ber nasnameya xwe bi awayekî nîjadî tê îstîsmarkirin. Ev yek ne tenê bi rêya hin dewletên hegemon, di heman demê de bi hevkariya saziyên navneteweyî ya bi dewletan re pêk tê. Nîjadperestiya hawîrdorê li Başûrê Kurdistanê diqewime. Ev êriş ji aliyê mekanîzmayên navneteweyî ve nayên kontrolkirin û ev yek ne mijara nîqaşê ye. Em nikarin tenê di mijareke hawîrdorê de bi vê rewşê re mijûl bibin. Li vir rewşa şer û hilweşandinê heye. Jixwe samîmiyeta saziyên navneteweyî ji roja destpêkê ve cihê nîqaşê ye.”

Menekşe Kizildere her wiha diyar kir ku divê rêxistinên hawîrdorparêz li hemberî êrişên li ser Başûr bê deng nemînin û got: "Li tu devera cîhanê di dema vê krîza avhewayê de divê daristan û av teqez bên parastin. Mesele ne tenê meseleya mirovên niştecihên wan deveran e. Dema li cihekî windahiyek çêdibe, pêla dijwar a li wir dest pê dike, bandorê li tevahiya cîhanê dike. Ji ber vê yekê, heke em bertekê nîşanî wêrankirina Daristanên Amazonê yên li Latîn Amerîkayê didin, divê nerazîbûnek li hemberî daristanên li vê herêmê jî bê dayîn. Sedemên vê yekê divê bên aşkerakirin û bê zanîn ka kîjan hêza hegemon an jî hêza emperyalîst yê yekê dike û divê li hemberî wan bertek hebin." 

ANHA