1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Xebatên salekê yên Meclîsa Sivîl a Minbicê
Xebatên salekê yên Meclîsa Sivîl a Minbicê,xebatên,salekê,yên,meclîsa,sivîl,a,minbicê

Xebatên salekê yên Meclîsa Sivîl a Minbicê

Meclîsa Sivîl a Minbicê û gundewarên wê di salekê de xebatên rêxistinkirina şêniyên herêmê, jinûve avakirina bajêr pêk anîn, her wiha koçber pêşwazî kirin û li cihên bi ewle bi cih kirin

A+ A-

 

ŞÎLAN MIHEMED

MINBIC –

Salek di ser avakirina Meclîsa Sivîl a Minbicê û gundewarên wê re derbas bû.  Di çarçoveya rizgarkirina bajarê Minbicê ji tarîtiya çetyên DAIŞ′ê, avakirina Meclîsa Sivîl a Minbicê û gundewarên wê, di 5′ê nîsana sala 2016′an de, hat ragihandin.

Meclîsa Sivîl a Minbicê û gundewarên piştgiriya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê kir. Meclîsa Leşkerî jî li ser banga şêniyên Minbicê amaderkariyên destpêkirina operasyona rizgarkirina Minbicê û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ′ê kirin.

Armancên Meclîsê

Armancên bingehîn ên avakirina Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ev in:MINBC-XEBATEN-MECLSA-SIVIL-YA-MINBICE1 (4)

*Avakirina sîstemeke demokratîk ku hemû pêkhateyên herêmê bigire nav xwe û domandina têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeke Federal û nenavendî.

*Rûniştandina rêgezên Dada Civakî û wekheviya di navbera pêkhateyên herêmê de.

*Rizgarkirina axa welat ji çeteyên DAIŞ′ê û jinûve avakirina welat.

*Aktîfkirina rola jinê di civakê de.

*Xebatên Meclîsê li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş, demokrasî  û azadiyê têne meşandin.

*Akîfkirina rola ciwanan di civakê de.

*Xurtkirina têkîliyên Meclîsê bi gelên derdorê re.

*Vekirina koçberan ji warên wan re û parastina mafên welatliyan.

Operasyona rizgarkirinê

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê di şeva 1′ê hezîrana sala 2016′an de dest bi operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê û gundewarên wê kir.MINBC-XEBATEN-MECLSA-SIVIL-YA-MINBICE1 (2)

Di roja yekemîn a operasyonê de, Meclîsa Sivîl de dest bi xebatên rêxistinkirina gelên herêmê kir. Di vê çarçoveyê de, Meclîsên gundên rizgarkirî hatin avakirin û bi koordîneya bi Meclîsa Leşkerî re, koçber hatin pêşwazîkirin û pêdiviyên wan hatin bicihanîn. Her wiha li gundên rizgarkirî Meclîsên herêmî hatin avakirin, da kar û barên xizmetê bide meşandin.

Ragihandina operasyonê

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê di 12′ê tebaxa sala 2016′an operasyona rizgarkirina Minbicê û gundewarên wê ragihand û piştî du mehan Meclîsê rizgarkirina bajêr ragihand.

Piştî ku bajar ji çeteyên DAIŞ′ê hat rizgarkirin, Meclîsa Sivîl dest bi avakirina Meclîsên taxên bajêr kirin û bajar ji bermahiyên çeteyan paqij kirin. Di vê çarçoveyê de 403 Meclîsên tax û gundên bajarê Minbicê hatin avakirin. Em Meclîs nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê dikin û xebatên xizmetê didin meşandin.

Aktîfkirina saziyanMINBC-XEBATEN-MECLSA-SIVIL-YA-MINBICE1 (10)

Meclîsa Sivîl Saziyên Sivîl ên bajêr ku çeteyan destûr didan ku bixebitin, jinûve aktîf kirin. Meclîsê bi koordîneya bi Meclîsa  Leşkerî re, Komîteya Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê ava kir, da kar û xebatên malbatên şehîdan bide meşandin û pêdiviyên wan bi cih bîne.

Her wiha Komîteya Aborî hat avakirin, da aboriya herêmê pêş bixe, projeyên aborî li herêmê ava bike û derfetên kar ji ciwanên herêmê re peyda bike. Li aliyekî din jî aş û firneyên herêmê jî hatin aktîfkirin, toreyên ceyranê hatin sererastkirin û bajar bû.

Meclîsê di 2′yê meha cotmehê de jî, Buroyeke veguheztinê ava kir.

Vekirina dibistan û nexweşxaneyan

Meclîsa Sivîl  nexweşxane, navendên Tenduristiyê jinûve aktîf kir û Komîteyeke Tenduristiyê ji bo 7 nexweşxaneyan ava kir, da xebatên wê brêxistin bike.MINBC-XEBATEN-MECLSA-SIVIL-YA-MINBICE1 (5)

Her wiha dibistanên ku ji ber kiryarên çeteyan û pevçûnên ku li herêmê rû dan, ji Komîteya Perwerdeyê  ya Meclîsa Sivîl ve hatin serestkirin. Di vê çarçoveyê de, 250 dibistan hatin vekirin û 67 hezar xwendekar lê hatin perwerdekirin.

Koçber

Piştî ku bajar hat rizgarkirin, bajarê Minbicê bû cihê herî bi ewle. Ji ber vê bi hezaran koçber ji herêmên pevçûnan berê li wir bi cih bûn. di 24′ê hema tebaxê (piştî rizgarkirina Minbicê bi 12 rojan) dewleta Tirk bajarê Cerablusê dagir kir. bi vê yekê re, hejmara koçberan zêde bû.

Dagirkeriya Tirk bi hezaran malbat ji warên wan dane koçkirin û Minbic warê herî bi ewle dîtin. Pêla koçberiya şêniyên herêmên Cerablusê, Qebasîn, Babê û hwd bi pevçûna artêşa Tirk a dagirker re, her ku çû zêde bû. Piştî ku dewleta Tirk bajarê Babê dagir kir, bi sedan şêniyên ku kuştin û bi dehan malên wan rûxandin.

Her wiha Meclîsê koçberên herêmên Xefse, Dêr Hafir, Meskenê û Reqqayê jî pêşwazî kirin, ew li cihên ewle bi cih kirin û li gorî derfetên xwe, pêdiviyên wan bi cih anîn. Lê ji ber hejamara mezin a koçberan, hemû pêdiviyên wan nayên bi cihanîn.MINBC-XEBATEN-MECLSA-SIVIL-YA-MINBICE1 (8)

Rêveberiya bajêr

Meclîsa Sivîl a Minbicê piştî 8 mehan, bingeha rêveberiyeke demokratîk a bajêr ava kir. Bi armanca rêxistinkirina xebatên xizmetê li bajêr, Meclîsa Sivîl a Minbicê û gundewarên wê di 28′ê meha çile de Meclîsa xwe fireh kir, hejmara Endamên wê ku nûnertiya hemû pêkhateyên herêmê dikin ji 43 rabş 132 Endaman.

Piştî vê yekê di 28′ê sibatê de, navê Meclîsa Sivîl a Minbicê û gundewarên wê veguherî Meclîsa Zagonsaz-Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê  û gundewarên wê. Qeyneb Qenber û Ibrahîm Qeftan jî wekî Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a bajêr, hatin hilbijartin.

Meclîsa Zagonsaz, Meclîsa Rêveber a bajar bi xebata avakirina Komîteyên Meclîsa Rêvber, erkdar kir. Hevserokatiya Meclîsa Rêveber 13 Komîteyên xwe ava kir, her wiha Komîteyek Hevserokatiyek jê re hat hilbijartin. Meclîsa Zagonsaz di 12′ê adarê de, li vê yekê erê kir.

Komîteyên Meclîsa Rêveber ev in ″ Karê Derve, Hundirîn, Tenduristiyê, Parastinê, Jinê, Çandê, Şaredariyan, Kar û Barên Civakê, Darayî, Aborî, Ciwanan, Perwerde û Malbatên Şehîdan″.MINBC-XEBATEN-MECLSA-SIVIL-YA-MINBICE1 (9)

Rêveberiya Sivîl gavên rêxistinî davêje

Meclîsa di 1′ê adarê zagona desteserkirina malên çeteyên DAIŞ′ê yên li bajarê Minbicê, da derxit. Ev yekem zagona ku ji aliyê Meclîsê ve hatiye derxistine.

Yekem zagona ku ji aliyê Meclîsê ve hat erêkirin jî, tomarkirina erebeyên bajêr bû. Ji bo ku xebatên Saziyên Sivîl ên bajêr bikevin xizmeta welatiyna de, Meclîs zagonan derdixe û jiyana şêniyên herêmê birêxistin dike.

Rêveberiya bajêr ji bo dagirkeriya Tirk derbeyek bû

Dewleta Tirk bi hinceta şerê li dijî terorê, herêmên Bakurê Sûriyê dagir dike. Armanca sereke ya Tirkiyê şikandina vîn û hevgirtina gelên herêmê ye.

Pêkhateyên Minbicê sîstemeke rêvebirina herêmê  ku misogeriya parastina mafên hemû pêkhateyan dike, ava kirin.  Lê dewleta Tirk xwest ku Bakurê Sûriyê tenê ji pêkhateya Tirkmen re veqetîne. Lê planên AKP′ê li hember vîna gelê herêmê, têk çûn.

(mm)

ANHA