Xeyalên Dr. Nûreddîn Zaza li Rojava pêk tên
Rêhevalên Dr. Nûreddîn Zaza yên têkoşînê diyar kirin ku xeyalên wî yên ji bo Kurdistanê ya ‘federal, pirzimanî û pirçandî’ îro li Rojava tê jiyîn
Zimanzan, dîroknas û siyasetmedar Dr. Nûreddîn Zaza yê ku di sala 1919’an de li Madena Xarpêtê ji dayîk bûbû û piştî Serhildana Şêx Seîd koçî Rojava kiribû, 30 sal berê wefat kir. Dr. Nûreddîn Zaza yê ku navê wî yê rast Yûsûf Ziya ye, malbata wî piştî Serhildana Şêx Seîd çûn Şamê. Zaza perwerdehiya xwe li vê derê temam kir û di kovarên Hawar, Jîn û Ronahiyê de nivîskariyê kir.
Rêhevalên wî yên têkoşînê Dr. Xelîl Ezîz Ebdî û Hesen Zaza qala têkoşîna Damezirînerê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDK-S) û serokê wê yê giştî yê yekemîn Dr. Nûreddîn Zaza kirin.
Ebdî yê ku bi Dr. Nûreddîn Zaza re di zindanê de mabû diyar kir ku, “Xeyalên Dr. Nûreddîn îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye pratîkê.” Hesen Zaza jî got ku, “Projeya neteweya demokratîk a ku Dr. Nûreddîn Zaza îro dahatûya Sûriyeyê ronî dike.”
JI SERXETÊ RÊWÎTIYA BER BI BINXETÊ
Ebdî diyar dike ku malbata Dr. Nûreddîn Zaza piştî Serhildana Şêx Seîd hatiye Şamê û Dr. Nûreddîn Zaza piştî perwerdehiya xwe ya li vê derê lîsansa xwe ya bilind li Swîsreyê kiriye. Ebdî diyar dike ku dema ew li Şamê xwendekarê tipê bû wî Zaza nas kiriye û got ku, “Dikaneke wî ya dermanan hebû, em xwendekarên Kurd diçûn ba wî. Her dem ji me re qala Kurdistanê dikir.”
BÛ DAMEZIRÎNERÊ PDK-S’YÊ
Ebdî diyar kir ku Dr. Nûreddîn Zaza di sala 1957’an de bû serokê PDK-S’ê û piştî ku Cemal Ebdunasir di sala 1960’an de xwest ku Misir û Sûriyeyê bike yek, komunîstan derbeke mezin xwarin û got ku, “Piştî komunîstan, êrîşên mezin li Kurdan kirin. Di rojekê de hemû endamên polîtburo yên PDK-S’ê destgîr kirin û birin Helebê. Wê demê li Kobanê em 18 kes hatin destgîrkirin. Ez wê demê xwendekar bûm. Di zindanê de ez bi Dr. Nûreddîn Zaza û Osman Sebrî re mam.”
LI GIRTÎGEHA LEŞKERÎ YA MEZZEYÊ MA
Ebdî diyar kir ku piştî hin lêpirsînên li Helebê ew û hin kes serbest hatine berdan lê Dr. Nûreddîn Zaza û rêveberên partiyê hatine girtin û ew birine Girtîgeha Leşkerî ya Mezzeyê ya li Şamê. Ebdî diyar kir ku Dr. Nûreddîn Zaza li dadgeha parastineke siyasî kiriye û got ku, “Doktor diyar kir ku rêveberiya Misira Yekbûyî û ya Sûriyeyê şoven in. Kurd bêyî ku şîddetê bikin, mafê xwe dixwazin û ev jî mafên çandî û siyasî ne.”
DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNEDA
Ebdî diyar kir ku piştî salekê li hemberî rêveberiya Cemal Ebdulnasir darbe hate kirin û wê demê Dr. Nûreddîn Zaza û hevalên wî ji zindanê hatin berdan lê îstîxbarata rejîmê dev ji wan bernedida. Evdî got ku, “Doktor kesekî welatparêz û karîzmatîk bû. Li her parçeyî tevlî têkoşîna gelê xwe bû. Li Iraqê hate girtin, li Lubnanê hate girtin. Lê dev ji têkoşîna xwe berneda. Piştî ku li Sûriyeyê şert xerab bûn, ji neçarî çû Swîsreyê û li wê derê li ser ziman û dîroka Kurdî xebatên girîng kir.”
‘XEYALÊN ZAZA PÊK TÊN’
Hevalê wî yê têkoşînê Dr. Xelîl Ezîz Ebdî diyar kir ku xeyalên Dr. Nûreddîn Zaza îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tên û got ku, “Rejîma Sûriyeyê her dem Kurd sûcdar kir. Lê doktor her dem diyar dikir ku Kurd mafê xwe dixwazin. Îro dema ku em li Rojava û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dinihêrin em dibînin ku xeyalên doktor pêk tên”
JI DADGER RE GOT KU EM CIVAKEKÊ AVA DIKIN
Hesen Zaza jî diyar dike ku Dr. Nûreddîn Zaza fikrên wî nêzî projeya neteweya demokratîk bû û got ku, “Doktor Nûreddîn Zaza baweriya xwe bi têkoşîna hevpar a gelên Kurd û Ereb dianî. Têkoşîna xwe li ser wî tiştî ava kir. Dadger li dadgehê ji wî dipirse, hûn fikrên cudaxwaz diparêzin. Ew jî dibêje ku em partiyekê ava nakin em civakê ava dikin. Wî têkoşîna xwe li her derê diparast.”
NAME JI CEMAL EBDULNASIR RE ŞAND
Hesen Zaza diyar dike ku Dr. Nûreddîn Zaza di girtîgehê de jî xebatên xwe yên siyasî didomand û got ku, “Dema ku di zindanê de bû, ji bo mafên gelê Kurd nameyek ji Cemal Ebdulnasir re şand. Lê ew name negihişt Cemal Ebdulnasir. Ew name dikeve destê îstîxbarata Misirê. Li wê derê endamekî îstîxbaratê yê bi navê Zekerya Mihyedîn heye. Ew kes Kurd e û nameyê vedişêre. Cemal Ebdulnasir qala nameyê dike lê name nagihêje wî. Doktor diyar dikir ku li zindanê jî mafên gelê Kurd heye û divê ev maf werin naskirin.”
DR. NÛREDDÎN ZAZA...
Dr. Nûreddîn Zaza ku navê wî yê ratî Yûsûf Ziya ye, di sala 1919’an de li navçeya Maden a Xarpêtê hatiye dinê. Di serhildana Şêx Seîd de bav û kekê wî tên girtin. Ew û kekê xwe Dr. Ehmed Nafîz, neçar dimîne ku biçe ‘Binxet’ê yanî derbasî Rojava dibe.
Zaza, li dibistanên Fransayê yên li Şamê dixwîne û bi rewşenbîrên Kurd Cegerxwîn, Qedrîcan, Osman Sebrî, Dr. Ahmed Nafîz, Celadet Bedirxan re di sala 1938’an de Klûba Ciwanên Kurd ava dikin.
Zaza, di kovarên Hawar û Ronahî de gotar û çîrokan dinivîse, ji hêla Celadet Bedîrxan ve weke “Çehovê Kurdan” tê binavkirin.
Sala 1950’an di şeva ku nivîskar û helbestvanê Fransiz Tristan Tzara ji bo Nazım Hîkmet ê 13 sal di girtîgehê de bê berdan şeveke piştgiriyê amade dike û di vê şevê de Zaza, helbestên Hîkmet dixwîne û bi şêwazeke dijwar diaxive. Lewre di encama zextên dewleta Tirk li Swîsreyê kirî mafê wî yê rûniştinê jê tê girtin.
Piştî ku perwerdeya xwe ya dibistana amadehî diqedîne, li zanîngeha Beyrûd St. Joseph a Fransayê bawernameya xwe ya Zanistên Siyasî digire. Piştî şerê cîhanê yê duyemîn li Swîsreyê binecih dibe û li zanîngeha Lozanê lîsansa xwe ya Zanistên Perwerdeyê werdigire.
Li ser têgîna fîlozofê Fransayî Emmanuel Monunier a “binbarî”yê angaştan lêkolîn dike. Bi vê yekê re krîza siyasî, exlaqî û modernbûnê ya bi şerê cîhanê yê duyem derketî holê û rewşa takekesan û têkoşîna wê didahûrîne.
Zaza, sala 1955’an bi nêrîna “Li ser têgîna Emmanuel Mounier a ‘binbariyê’ lêkolîneke rexnegirî” doktora xwe ya perwerdehiyê kuta dike. Zaza, di heman demê de bi veşartî bi pêşgotina xwe bi xwe, Destana Memê Alan diweşîne. Heman berhemê werdigerîne zimanê Fransizî jî.
Sala 1956’an bi 17 hevalên xwe re ku Îsmet Şerîf Vanli jî di nav de ye, li Elmanyayê Komelaya Xwendekarên Kurd ên li Ewropayê (KSSE) ava dikin.
Sala 1957’an di avakirina PDK-S'ê de cih digire û dibe serokê wê yê giştî û dema ku diçe Başûrê Kurdistanê serdana Mela Mistefa ji hêla rejîma Iraqê ve tê girtin.
Zaza, dema serokê PDK-S'ê ye, 8’ê Tebaxa 1960’î de tê girtin û li girtîgehên Şam, Helebê û di girtîgeha leşkerî ya Mezzeyê 12 mehan di bin êşkenceyeke giran de dimîne.
8’ê Adara 1963’an ji hêla partiya Baas ve ku bi darbeyê hatî ser desthilatdariyê, navê Zaza dixin ‘lîsteya reş’, 14’ê Hezîrana 1963’an bi dizîka derbasî Lubnanê dibe. Zaza, li vê derê gelek berhemên nivîskî hildiberîne. 15’ê Sibata 1966’an di encama komploya balyozxeya Iraqê ya Beyrûtê tê Zaza tê girtin.
21’ê Nîsana 1966’an derdixin derveyî sînor û dişînin Urdûnê. Piştî ku Urdun wî qebûl dike, car din dişînin Lubnanê. Piştî wê polîsên Lubnanê radestî Sûriyeyê dike û li Şamê dixin girtîgeha Şêx Hesen.
Piştî ku 5 mehan girtî dimîne, di 9’ê Tebaxê 1967’an de vedigere Tirkiye û li vir jî di encama zextên dewleta Tirk de Zaza, di 25’ê Tîrmeha 1970’î diçe Ewropayê.
Zaza li Swîsreyê xebatên xwe yên nivîsariyê didomîne. Berhemên wî yên herî girîng biyografiya xwe ya sala 1983’an a bi navê "Ma Vie de Kurde (Weke Kurdekî jiyana min)” weşandiye. Dîsa kovara Dengê Kurdistanê diweşîne û di vir de gotaran dinivîse.
Zaza, pirsgirêka Kurd di nava pêkhateya Rojhilata Navîn a siyasî û erdnîgarî de analîz dike û modela Swîsrê ya ya federal ku ji 26 kantonan pêk tê, weke çareseriyê diparêze.
Sala 1972’an bi nivîskar-rojnameger Gilbert Favre re dizewice û kurê wan ê bi navê Şengo çêdibe. Zaza, li Lozanê 7’ê Çileya 1988’an jiyaneke tijî têkoşîn li pey xwe dihêle û diçe ser dilovaniya xwe.