Yada yek ji serokên Rojhilatê Kurdistanê Simkoyê Şikak
Yek ji serhildêr û rêberên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê Simkoyê Şikak an jî Smayîl Axayê Şikak an jî Simko wek ku tê zanîn ji êla Şikakan e
Yek ji serhildêr û rêberên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê Simkoyê Şikak an jî Smayîl Axayê Şikak an jî Simko wek ku tê zanîn ji êla Şikakan e. Girîngiya serhildana Simkoyê Şikak ku nêzî 25 salan dewam kir, ew e ku piştî şerê cîhanê yê yekem nêzî 50 ji 100’ê ji axa Rojhilatê Kurdistanê ji desthilatdariya dewleta Îranê rizgar kir û mîna desthilatdarekî Kurd karê xwe yê hukimdariyê meşand. Simko bi xebatên xwe kariye pirraniya hêz û êlên Rojhilatê Kurdistanê li dora xwe bicivîne. Her çendî li ser roja şehîdkirina Simko gengeşeyek hebe jî ku di hin çavkaniyan de 30’ê Hezîranê, 26 Tîrmeh e tê nîşandan, lêkolîner Kakşar Oremar li ser mijarê diyar dike ku li gorî arşîvên Îranê, roja şehîdkirina Simko îro ye ango 21’ê Tîrmeha 1930’î ye.
Nasnameya Simko û êla Şikak
Êla Şikak li Rojhilatê Kurdistanê, piştî eşîreta Kelhûr (li herêma Kirmaşan), mezintirîn eşîreta Rojhilatê Kurdistanê ye ku di çaxê desthilatdariya Qacarî û Pehlewiyan de li Îran û Kurdistanê xwedî rolekî aktîv a siyasî bûye. Kela Smayîl Xanê Mezin (bapîrê Simko yê mezin, bavê Elî Xanê bapîrê Simko) li nêzî çemê Berandizê li herêma Urmiyê ye û ev keleh wek şûnewareke dîrokî di nava Kurdan de weke ziyaretgehekê tê hesibandin. Mîna ku mezin û rûspiyên eşîreta Şikak didin diyarkirin, eslê wan ji Cizîra Botan hatiye û navê yekemîn kesê vê malbatê Ebdu bûye ku bi neh kurên xwe re ji wir ber bi herêma Urmiyê û Soma ya Biradostê ve koç kiriye.
Simko di çaxê şehîdbûna Cewer Axa de de xurtekî 18-19 salî bûye, yanî sala ji dayikbûna wî 1887 yan jî 1888’ê zayînî ye. Her wiha Tahirxanê Kurê Simko dide diyarkirin ku dema bavê wî li bajarê Şinoyê hatiye şehîdkirin, temenê wî 42 an jî 44 sal bûye. Simko ji aliyê mezinên êla Şikakan ve wek cîgirê bav û birayê xwe yê mezin hatibû hilbijartin.
Serhildan û sedemên bingehîn
Piştî şoreşa Şêx Ubeydelayê Nehrî (1880), serhildana Smayîl Axayê Şikak li Rojhilatê Kurdistanê, wekî serhildana herî mezin û domdirêj tê hesibandin. Hingê Kurd wek neteweyekê, hinekî bişkivîn û hissên millî di nava Kurdên vê parçeyê Kurdistanê de ji berê zindîtir bûn. Kurdan karî wek netewe hebûna xwe li hemû Îranê bidin selmandin. Sedemên hêrsa Simko ya li dijî dewleta Farisan ji kuştina bapîrê wî Smayîl Xan e li gel bindestiya Kurdan, beriya serhildanê Simko xwedî hêzeke mezin a eskerî bû û wek mezinê eşîreta Şikak di nava Kurdan hatiye naskirin. Ev yek jî dike ku fikarên metirsiyên ji Îraniyan xwe li Simko vedin. Lê belê Çaxê ku cîgirê waliyê Azerbayacanê (Mukerrem el Mulik) sala 1919’an bi hevkariya Ermeniyan, bombeyek çêkir û di nava qotiyekê de bi navê şîranî ji Simko re şandin, neyartiya Simko bi dewleta Îranê re gihişt qonaxeke nû.
Hejmara şervanên wî carinan gihiştiye 20.000 kesan. Lê tevahiya van şervanan mîna artêşeke hevgirtî û di bin ala partiyeke siyasî de xebata xwe nekirine. Her eşîrek di bin serokatiya mezinekî wê eşîretê de bûye û rengekî taybetî ji bo nasandina eşîret û hêza xwe hilbijartine. Bo nimûne rengê ala hêza di bin serokatiya Simkoyê Şikak de sor bû.
Serketin û têkçûn
Piştî ku hêzên Kurdan bajarê Urmiye ji destê eskerên Îranê derxistin, Urmiye wek paytexta desthilatdariya Kurdan hat hilbijartin û Têmur Axayê Şikak ji aliyê Simko ve weke hakimê bajêr hat wezîfedarkirin. Di şerê Gulmanxaneyê de jî hêzên Kurdan bi girtina Gulmaxanê rêya ku bajarê Urmiye bi Tewrêzê ve girê dida, girtin. Di şerê Şekeryazî de jî fermandarê hêza dewleta Îranê Emîr Erşed hat kuştin. Emîr Erşed birayê Mihemed Husên Xanê Zerxam (Qeredaxî) bû ku di qesra xwe de Cewer Axa kuştibû. Lê di dawiyê de Kurdan nekarî li hemberî hêzên dewletê li ber xwe bidin û bajarê Urmiyê ku bi qasî çar salan di destê Kurdan de bû, ket bin desthilatdariya hêzên Îranî. Di şerê Miyanduawê de Kurdan bi şikandina hêzên artêşa Îranê, serketinên mezin bi dest xistin. Lê karê herî girîng û dîrokî kuştina xayînê navdar Xalo Qûrban bû. Xalo Qûrban ku ji Kurdên Hersînê ye, yek ji wan fermandarên şoreşa Mîrza Kuçik Xanê Cengelî bû ku li dijî dewleta navendiya Îranê li bakurê Îranê serî hildabû. Xalo Qûrban bi hevkariya cotkar û çend fermandarên din yên mîna Kerîm Xan, Xalo Hişmet û Baba Xan karî di nava bizava Cengeliyan de heya pileya komîseriyê jî biçe. Lê piştre Xalo Qûrban ji Mîrza. K. Xanê Cengelî qetiya ûbi xiyanetê ket xizmeta artêşa Riza Pehlewî. Xalo Qûrbanê Kurd, bi hevkariya artêşa Îranê karî şoreşa Cengeliyan tûşî şikestê bike û di dawiyê de serê serokê serhildanê bi xelat ji Riza Xanê Pehlewî re bir koşka Tehranê. Li hemberî vê xizmeta wî ew bû fermandarekî artêşa Îranê. Riza Şahê Pehlewî xayinê Kurdan Xalo Qûrban şand meydana şerê li dijî serhildana Simkoyê Şikak. Lê vê carê di şerê Miyanduawê de ew bi destê şervanên Kurd hat kuştin.
Tevî hezar kesî diçe bakur
Di şerê azadkirina bajarê Mehabadê de fermandarê giştiyê şer Simko bixwe bû ku Seyîd Teha Şemzînî (Gîlanîzade) jî hevkarê wî bû. Piştî şerekî giran bajar ket destê Kurdan û 600 jandarmên Îranî ku di bin serokatiya parêzgar Melîkzade de bûn, tev hatin kuştin. Di çaxê şerê Sarî Tacê de jî ku li sala 1922’an li herêma Salmasê (Dîleman) qewimî, hêza Kurdan nekarî li hemberî hezên Îraniyan li ber xwe bide. Şerî heya dagîrkirina kela Çariyê dewam kir. Piştî ku kela Çariyê hat girtin, Simko û hezar kes ji siwariyên xwe çûn bakurê Kurdistanê û ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatin bêçekkirin. Lê ev ne dawiya şerên Kurd û dewleta Îranê bû.
Şehadeta Simko û gumanên li ser
Li ser şehîdbûna Simko guman heye ku hinek axayên Kurd xiyanet li wî kirine û ew neçar kirine ku ji bo hevdîtinan xwe bigihîne bajarê Şinoyê. Berdevk û desthilatdarên Îranê bi navê hevdîtinên çareseriyê, Simko razî kirin ku biçe bajarê Şinoyê û bi serleşker Muqedem re hev bibînin. Ji bona wê jî wan bi rêya Têmûr Axa ku demek bû, bi birîndarî di destê dewletê de êsîr bû, nameyek ji Simko re şandin ku wê demê li gundê Barzan bû. Simko bi çend siwarên xwe re çû çiyayê Qendîlê û li wir jî bi Xurşîd Axayê Herkî re ber bi bajarê Şinoyê ve meşiyan. Li wir fermandarê bajarê Şino, Sadiq Xanê Nûrozî ew bir mala xwe. Lê hatina serleşker Muqedem derew bû û ew li benda derfetekê bûn ku Simko bi tenê bikişînin derveyî bajarê Şinoyê û wî li wir bikujin. Di dawiyê de jî bi hinceta pêşwazîkirina serleşker Muqedem li derveyî bajarê Şinoyê bi wê davika ku jêre danîbûn, 21’ê Tîrmeha 1930’î de hat şehîdkirin. Termê Simko sê rojan li bajarê Urmiyê neveşartî danîn ku gel lê binêre û Kurdan jî pêbihesinin ku serokê wan hatiye kuştin. Berpirsyarên dewleta Îranê ji bo zanîna wê hindê ku sedî-sed bizanibin Simkoyê Şikak kuştine, jina Simko ya bi navê Fexriye Êqibalî (azerî bû) anîn ser termê wî û wê jî bi nerihetî ji wan re got, “Belê ev mêrê min Smayîl Axa ye. Ez ji rûyê tiliya wî ya birî dizanim ku berî çend salan ji ber jehra marê ku pêvedabû, bi destê xwe bi kêra xwe birîbû.”
Roja şêhîdkirinê
Li gorî lêkolîner Kakşar Oremar ku xwe gihandiye arşîvên Îranê, roja şehîdkirina Simko îro ye yan jî 21’ê Tîrmehê ye. Li ser vê yekê Kakşar Oremar dibêje, “Li gorî telgrafa hejmara 2411 ku fermandeyê leşkerê bakurê rojavayê Îranê Sertîp Hesen Moqedem ji wezareta şer a dewleta Îranê re şandiye, roja kuştin yan jî qetilkirina Simkoyê Şikak êvara roja 30.04.1309 a hetavî li bajarê Şinoyê qewimiye ku dibe roja 21.07.1930 a zayînî. Di wê telgrafê de serleşkerê Îranî Hesen Moqedem bi dirêjî behsa pilana rayedarên leşkerî ên dewleta xwe bo veger, gotûbêj, rûniştin, kemîn û kuştina Simko dike. Ji naveroka nivîsê xuya ye ku ew ji deqa yekê li pey xapandina lîderê Kurd bûne û nexwestine pisrgirêkê bi awayê aştiyane çareser bikin. Zêdebarî wê ew bi serbilindî jî behsa fêlbazî, derew û xapandkariyên xwe dikin ka çawa karîne bi hev re rêberekî Kurdan bêxin davkê û bikujin.
Piraniya jêderên Îranî wê rojê wek roja kuştina S. Şikak didin diyarkirin. Hinek jêder jî (ku kêm in) roja 27.04.1309 anku 18.07.1930 didin xuyanîkirin. Ji hêla din jî hinek kes û jêderên weke Mihemed Temedûn û rojnameya Hebel El-Metîn ku rojnameyeke Farsî bûye û li Kelketê derketiye, roja qetilkirina Simko wek 21. Tîrmehê dide diyarkirin.
Her wiha rojnameya TIMES di hejmara xwe roja 22’yê Tîrmeha sala 1930’î de wiha behsa kuştina Simko dike, “Peyamhinêrê me roja 21.07.1930’î ji Tehranê nûçeya jêr ji me re şandiye, ‘Îdareya wezareta şer a Îranê kuştina Simkoyê serokê Şikak belav kiriye. Ew Simkoyê ku li sala 1922’yan gelek tevlîhevî çêkiribûn û bûbû sedema çêbûna gelek pirsgirêkan li herêmê û beriya wê sala 1921’ê li Sablaxê gelek ji jandarmên artêşa Îranê kuştibûn.’
Bi vî awayî pirraniya jêderan qetilkirina Simko di 21’ê Tîrmeha sala 1930’î de didin xuyakirin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
* Têbinî: Di amadekirina vê dosyayê de sûd ji xebatên lêkolîner Kakşar Oremar hatiye girtin.