1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Zarokên koçber di rewşeke zor û zehmet de ne
Zarokên koçber di rewşeke zor û zehmet de ne,zarokên,koçber,di,rewşeke,zor,û,zehmet,de,ne

Zarokên koçber di rewşeke zor û zehmet de ne

A+ A-

KAMÎRAN XOCE- CIWAN EHMED

MINBIC- Bi dehan zarokên temenê wan kêmî 18 salane di kampa rojhiltê Minbicê de di rewşeke jiyanî ya zehmet de jiyan dikin. Bi hatina demsala hevînê rewşa zarokên koçber dijwartir bû û nexweşî di nav wan bela bû. Herî zêde nexweşiyên axivîn (Iltîhaba roviyan), ziwabûn û fîrûsê di nava zarokan belav bûne.MINBIC-ZAROKEN-KOCBER-DI-REWSEKE-ZEHME1 ‫(153420291)‬ ‫‬

Rojane hejmara koçberên berê xwe didin kampa Rojhilatê Minbicê zêde dibin. Welatî herî zêde ji bajarê Reqqayê û deverên din ên Sûriyê berê we didin kamp. Welatiyên koçer li bendene ku hêzên QSDʹê bajarê wan rizgar bike, da ku vegerin malên xwe.

Dibe ku insanên mezin karibin zor û zehmetiya jiyanî ya di kampê de tehmûl bikin, lê zarokên temenê wan biçûn bi zehmete ku karibin rewşa kampê û bi taybet germa havînê tehemûl bikin. Ji ber di kampê de derfetên herî kêm ên jiyanî jî nîne.

Bi dehan zarokên di kampê de jiyan dikin rastî birçîbûn û nexweşiyê tên, bi taybet ji ber tunebûna xwarinê û ji ber ku saziyên mirovî erka xwe ya beranberî koçberan bi cih nayînin rewşa daha zehmetir dibe. Tevî k saziyên herêmî li gorî derfetên xwe yên heyî alîkariyan ji koçberan re û bi taybet ji zarokan re pêşkêş dikin, lê ev yek têra wan nake ji ber ku rewşa jiyanî pir zehmete û hejmara koçberan zêde ye.  Tiştên ku herî zêde nayên peydakirin şîrê zarokan, hefade û pêdiviyên zarokên li ser şîr. Ev yek zehmetiya jiyanî ya zarokan dijwartir dike.

Ji ber ku derfetên kampa rojhilatê Minbicê pir kêm in 60 malbat tê de jiyan dikin, lê tu noqetyên tenduristî yanî dermanxane di kampê de nîne. BI hatina germa havînê rewşa koçberan zehmet bûye û gelek nexweşiyên wekî ziwabûn, germa, iltîhab û herwekî din ji cûryên nexweşiyên zarokan zêde bûye. Saziyên mirovî alîkariyan pêşkêş nakin û derefetên alîkariyan jî nîne.CASIM

Zarokê bi navê Casim Mihêmîd (14 meh) rewşa yekem a nexweşiyan e ku destpêkê ziwan pê re çêbû û paşê ziwa bûn, zarokê bi navê Mihemed Fêsel (10) jî iltîhab di roviyên wî de çêbûye.

Pijîşik dibêjin ku ji ber kêmbûna derfetan nexweşî di kampê de zêde bû ye û dane zanîn ku ji ber kêmbûna xwarinê nexweşî belav dibin. Nexweşiya ziwabûnê di nava 169 zarokên di kampêa rojhilatê Minbicê de dimînin de çêbûye.

Ksên pirpor destnîşan kirin ku pêwîste rêxistinên mirovî berê xwe bidin kampê û alîkariyên pêwîst pêşkêş bikin.

Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Demokratîk a Minbic û gundê wê bi nexwşxaneya Firat û Rêxistina Minbic a Alîkariyên Mirovî di nava hevkariyê de ne da ku zarokên di kampê de derman bikin. Lê pêşkirina xwarinê û vekirina noqteyek tenduristiyê zêdeyî derfetên saziyên navborî ye.

(dc)

ANHA