1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ABDEM: Pira piştevaniyê...
ABDEM: Pira piştevaniyê...,abdem,pira,piştevaniyê

ABDEM: Pira piştevaniyê...

A+ A-

ZEYNEP KÛRAY - STENBOL 06.04.2014 07:12:17 Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya Ewropayê (ABDEM) di civîna Roja Aştiyê ya Cîhanê ya 1'ê Îlona 2013'an de bi awayekî fermî hatibû damezrandin û ragihandin. ABDEM ku lingê Ewropayê yê pêvajoya bi Manîfestoya Azadî û Demokrasiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re destpê kiriye, ji komîsyonên cuda pêk tê. Yek ji van komîsyonan jî ya ciwanan e. Heyetek ji vê komîsyonê, ku destpêkê ji ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê pêk dihat, lê belê piştre ciwanên ji welatên cuda yên Ewropayê cihê xwe di nav de girt, ji bo şopandina hilbijartinên herêmî hat Stenbolê. Endama heyetê Gul Aydin (23) û yên pê re dixebitin Chris Muller (26) û Lars Licht (22) ji pirsgirêka Kurd heta Gezî, ji pêvajoya çareseriyê heta hilbijartinên herêmî ji ANF'ê re axivîn.

Hûn dikarin ABDEM'ê bidin naskirin?

GUL AYDIN: ABDEM di 1'ê Îlona 2013'an de di encama Konferansa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê ya li bajarê Belçîka Brukselê ava bû. ABDEM-Meclîsa Demokrasî û Aştiyê ya Ewropayê ji 6 komîsyonên cuda pêk tê: Vana; Komîsyona Heqîqat, Rûbirûbûn û Edaletê, Komîsyona Hiqûq, Paqijiya Rê û Destûra Bingehîn, Komîsyona Xebatê ya ji bo Raya Giştî ya Ewropayê, Komîsyona Têkiliya bi Gel re, Komîsyona Jinê û Komîsyona Ciwanan.

ARMANCA DI TÊKOŞÎNA DEMOKRASÎ Û AZADIYÊ DE YEKITIYA HÊZÊ

ABDEM bi kîjan perspektîfê ket ser rê?

GUL AYDIN: ABDEM, lingê Ewropa yê pêvajoya bi Manîfestoya Azadî û Demokrasiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de da destpêkirin e. Armanc civandina derdorên cuda yên etnîkî, bawerî, çandî, civakî û çînî yên Anatolî û Mezopotamyayê di platformeke hevpar de ye. Bi vê re tê xwestin di têkoşîna azadî û demokrasiyê de van derdoran bînin cem hev.

- Komîsyona Ciwanan a ABDEM çawa dixebite?

GUL AYDIN: Komîsyona Ciwanan niha ji 4 komeleyên cuda yên ciwanan pêk tê. Vana Didif-Ciwan, Yekitiya Ciwanên Elewî li Ewroapyê, YXK-Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê, YS-Young Struggle. Destpêkê komîsyonê komeleyên ciwanan ên ji Tirkiye û Kurdistanê qebûl kir, lê belê dûre hat ragihandin ku rêxistinên ciwanan ên cuda yên li Ewropayê jî dikarin di nava vî karî de cih bigirin. Ji ber vê yekê xebatên ji bo dorfirehkriina platformê dewam dike. Herî dawî di konferansa ciwanan a 9-10'ê Cotmeha 2013'an a li bajarê Almanya Hannoverê de 16 rêxistinên ciwanan ên biyanî beşdar bûn.

TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA GELÊ KURD BANDOREKE KÛR LI ME KIR

-Weke ciwanên Alman we pirsgirêka Kurd çawa nas kirin?

CHRIS MULLER: Di sala 2010'an de dema bi rêya Erasmus hatim Stenbolê min pirsgirêka Kurd nas kir. Çîroka jiyanê û serpêhatiyên hevalên min ên Kurd ên li vê derê, bandoreke mezin li min kir. Min têkoşîna azadiyê ya bêhempa ya gelê Kurd a ji bo nasname û çanda xwe ya hatiye înkarkirin nas kir û dema li Ewropayê vegeriyam, hîn bêtir bi pirsgirêka Kurd re eleqedar bûm. Min çar parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên bi Almanî hatin wergerandin xwend. Asoyê min vebû û dema min rêxistinbûyîna ABDEM'ê bihîst, tevli xebatên wê bûm.

LARS LICHT: Dema ji bo betlaneyê hatim Tirkiyeyê min pirsgirêka Kurd nas kir. Piştî ku demekê li Stenbolê mam, çûm Amedê. Min li wê derê broşureke ciwanên Kurd xwend û yekemcar hingî min têkoşîna azadiyê nas kir. Têkoşîna gelê Kurd a li dijî zext, asîmîlasyon û komujiyê ya ji bo parastina nasnameya xwe, bandoreke kûr li min kir. Piştre dema min banga delegasyonê ya ABDEM'ê bihîst, min yekser di nav de cih girt.

REWŞA LI KURDISTANÊ BI TEMAMÎ LI EWROPAYÊ NAYÊ DÎTIN

- Li Almanyayê gelek Kurd û Tirk hene. Pirsgirêka Kurd li Almanyayê baş tê dîtin?

CHRIS MULLER: Di 11 saliya xwe de li Berlînê min meşeke Kurdan dît. Ewçend hejmareke zêde polîs hebû ku ez yekser fikirîm, ku li vê derê neheqî heye. Lê belê bin berfirehiya mijarê heta 2010'an nezanîbû. Îro ji ber ku niha xwedî wê zanyariyê me, niha di mejiyê min de her tişt zelal in. Êdî li Almanyayê dema yek nîşaneya guran dike, zanim ku tê çi wateyê, yan jî dema gelê Kurd alên xwe vedike, zanim ku çi dixwaze. Lê belê bi rastî jî bûyer û rewşa li Kurdistanê diqewime li Ewropayê zêde nayê dîtin.

ABDEM HEM ALTERNATÎF E HEM JÎ HÊVIYEKE

- Li Almanyaya ku rastgir xurt dibin, gelo ABDEM wê bandoreke çawa li siyaseta Almanya bike?

GUL AYDIN: ABDEM ji bo me hem alternatîf e hem jî bû hêvî. Ji ber ku ciwanên Kurd, Tirk, Elewî, Alman em hemû li gel hev rûdinên û dikarin biaxivin, alternatîfên nû destnîşan bikin. Mînak dema li Kurdistanê yan jî Tirkiyeyê mijareke rojane rû dide, em yekser bi hev re têkiliyê datînin, bangê dikin û dikarin yekser biherikin kolanan. Hêzeke bi vî rengî ya piştevaniyê heye.

CHRIS MULLER: Ji bo di civakê de guhertin were kirin, kombûna hemû rêxistinên çep di bin sîwanekê de, bi dîtina min avantajeke mezin e. Ji ber vê yekê ABDEM'ê hêviyeke mezin da min. Bi dîtina min ev rêxistinbûyîn wê li hemberî sîstema kapîtalîst bibe alternatîfek. Ji ABDEM'ê bi hêvî me. Ev hêvî piştî berxwedana Gezî li gel min zêde bû. Ji ber ku me di pratîka çalakiyên li Almanyayê yên ji bo destekkirina berxwedana Gezî de ev dîtin.

LARS LICH: Bi dîtina min ABDEM li dijî sîstema heyî alternatîfekê pêşkêşî ciwanan dike. Tevgerek ji tevahiya mûxalefetê dikare bibe çareserî.

EGER EM GUHERTINÊ DIXWAZIN DIVÊ EM BERÊ XWE BIDIN HDP'Ê

- Ji bo şopandina hilbijartinan hûn weke heyetekê hatin, hûn encamên hilbijartinên herêmî çawa dinirxînin?

GUL AYDIN: Min got wê AKP bi windakirina dengan qezenç bike. Nuqteya ku gelekî li ber ketim, piraniya Kurdan li dijî AKP'ê di şûna HDP'ê de dengê xwe dan CHP'ê. HDP partiya me ye, partiya gelan e û eger em guhertinê dixwazin divê em dengê xwe nedin AKP û CHP'ê, em bidin partiya xwe. Li gorî min AKP û CHP weke hev in. Her du jî kujer in. Beramberî vê yekê rewşa BDP'ê ku dengê xwe li Kurdistanê zêde kir û hin cihên berê qezenç nekiribû qezenç kir, min gelekî kêfxweş kir.

CHRIS MULLER: Ez gelekî li ber encamên hilbijartinê ketim. Min digot, bi rêjeyeke kêm be jî AKP wê qezenç bike. Lê belê li pêşiya me gelek hilbijartin hene û ne bawerim ku di nava çar salan de Tayyip Erdogan li heman cihî be.

LARS LICHT: Ez jî li ber encaman ketim. Min digot piştî berxwedana Gezî wê AKP winda bike. Lê belê zanim ku ji bo guhertina civakê alternatîfa bi tenê hilbijartin nîne, lewma dilê min rehet e.

HÊVIYA ÇARESERIYÊ OCALAN E

-Der barê pêvajoya çareseriyê de hûn çi difikirin?

GUL AYDIN: Pêvajoya çareseriyê ez gelekî rasteqîn nabînim, ji ber ku ti ji daxwazên aliyê Kurd heta niha bicih nehatine anîn. Her tim em Kurd destê xwe dirêj dikin, lê belê aliyê dijber her tim destê me jê dike û diavêje. Zextên li Kurdistanê dewam dikin. Ji aliyê me ve pêvajoya çarseriyê heye, lê belê aliyê din xwe nêzî pêvajoyê nake.

CHRIS MULLER: Ez ne bawerim ku pêvajoya çareseriyê ya bi AKP'ê re bi ser bikeve, lê belê bi dîtina min wê têkoşîna azadiyê ya Kurd bi qezenceke mezin ji vê derkeve. Ji ber ku taliyê dewlet li dora maseyê da rûniştandin. Hêviya min di vê mijarê de Abdullah Ocalan e û azadiya wî wê ji bo me hemûyan bibe çareserî.

LARS LICHT: Ez jî ne bawerim ku bi AKP'ê re çareserî pêk were. Lê belê li gorî min gelê Kurd ji xwe bi têkoşîna xwe ya bi salan re, çareserî û azadiya xwe afirandiye û qezenç kiriye.


Bêjeyên Miftehî