Agahdariya parlamentoyê ji bazirganiya ligel DAIŞ’ê nemaye
Du hefte ne lijneya taybet a Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser Dosyaya bazirganiya bi DAÎŞê re tu karek nekiriye
HANA AZAD/HEWLÊR / ROJNEWS
Dosyaya bazirganiya ligel DAIŞ’ê berdewame, lê li gor zanyariyên RojNewsê du heftene lijneya taybet a parlamentoya Herêma Kurdistanê ti agahdariyek li ser wê dosyeyê tûne ye û ti karek li ser vê dosyeyê nekiriye.
Li başûrê Kurdistanê ligel serhildana şerê li dijî DAIŞ’ê , dosyeya bazirganiya ligel DAIŞ’ê jî serî hilda. Di vê derbarê de gelek kes hatin girtin û parlamentoya Herêma Kurdistanê jî div ê derbarê de lijneyek avakir.
Endamekî parlamentoya Herêma Kurdistanê jî dibêje: “Kes bazirganiya ligel DAIŞ’ê red nake û kes jî înkar nake.”
Li gor agahdariyên RojNewsê, heta niha 15 kes ji ber bazirganîkirina li DAIŞ’ê hatine girtin. Parlamenterê parlamentoya Herêma Kurdistanê Firset Sofî ew zanyarî piştrast kir û ji RojNewsê re wiha got: “Li ser dosyeya bazirganiya ligel DAIŞ’ê, me 15 kes dane dadgehê. Di nava wan kesan de bazirgan, leşker û şofêr jî hene.”
Firset Sofî wiha got: “Lijneya ku taybet li ser vê yekê li parlamentoyê hatî amadekirin, ev du heftiye ew dosye neşopandiye û em nizanin mijara dawî çiye.”
Despêkê gelek dezgehên ragihandinê yên başûrê Kurdistanê li ser mijara bazirganiya ligel DAIŞ’ê diyar kirin ku di nava wan kesan de endamên wezareta pêşmergeyan jî hene, lê wezareta pêşmergeyan ew yek red kir.
Niha dosyeya bazirganiya ligel DAIŞ’ê vekirî maye, gelo pirsyar li vir ew e bazirganiya ligel DAIŞ’ê tenê bi wan 15 kesan hatiye kirin.