Agahiyên dawî derbarê şerê Giwêr û Mexmûr de
08.08.2014 BasNews (Hewlêr): Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji doh êvarê ve ji çend çeperên qezaya Mexmûrê vekişiyan daku dema balefirên şer ên Amerîkayê li pêgehên çekdarên DAİŞ’ê didin tu zerar negihe wan.
Derbarê rewşa dawî ya Mexmûrê de ku 45 kîlometreyan dûrî Hewlêrê ye, General Ferhad Qelab ji cepheya Mexmûrê ji BasNewsê re got: ‘’Niha rewş şerê ligel DAİŞ’ê aram e û berdewam balefir pêgehên DAİŞ’ê bombardiman dikin. Ferman hat dayîn ku Pêşmerge ji wî sînorî vekişin daku balefirên şer li çekdarên DAİŞ’ê bidin.’‘
General Ferhad Qelab da zanîn ku tevahiya qezayê ligel kampa penaberên Bakurê Kurdistanê jî di nin kontrola Pêşmergeyên Kurdistanê de ye û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Li wan cihên ku ferman nehatiye dayîn Pêşmerge vekişin, çekdarên DAİŞ’ê yek bost jî nikarîne bên pêş û Pêşmerge û gerîlayên PKK’ê bi hevre li dijî DAİŞ’ê şer dikin.’‘
Roja 3’ê mehê çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) karîn bikevin bajarokê Şingalê û ji wê demê heta niha şer û pevçûn di navbera Hêzên Pêşmerge û çekdarên DAIŞê de berdewam e.
Ji ber van şer û pevçûnan jî heta niha nêzîka 300 hezar hevwelatiyên wan navçeyan koçber bûne. Van herdu rojên dawî jî balefirên şer ên İraqê binkeyên DAİŞ’ê yên li navçeyê bombardiman dikin. Îro jî balefirên şer ên Amerîkayê li cepheya Mexmûrê dest bi bombardimankirina pêgehên DAİŞ’ê kirin.