1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Agahiyên derbarê bombebarana balafirên Tirkiyeyê de
Agahiyên derbarê bombebarana balafirên Tirkiyeyê de,agahiyên,derbarê,bombebarana,balafirên,tirkiyeyê,de

Agahiyên derbarê bombebarana balafirên Tirkiyeyê de

A+ A-

QENDÎL / ROJNEWS

Balafirên şer ên Tirkiyê şevê din li ser gelek Herêmên Parastina Medya geriyan. Gundê Bolê yê Qendîlê û gundê Sêdarê yê ser bi herêma Gare bombebaran kirin.

Şevê din seat 21:55’an balafirên şer ên dewleta Tirk sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kirin û herêma Qendîl û Gare bombebaran kir. Herwiha balafirên şer li ser herêmên Xinêre û Xakûrkê jî nizim firiyan.

Li gor agahiyan gundê Bolê û herêma Kortekê ya Qendîlê û derdora gundê Sêdarê yê ser bi Gare ji aliyê balafirên Tirk ve bi dijwarî hatiye bombebarankirin.

Di encama bombebaranê de ti ziyanek canî çênebûye, lê gelek rez û baxên hemwelatiyan şewitiye û heta niha jî şewat berdewam dike.

(rn)