1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Agir berî bedena xwe da
Agir berî bedena xwe da,agir,berî,bedena,xwe,da

Agir berî bedena xwe da

A+ A-

Li taxa Huzurevlerê ya navçeya Peyasê ya Amedê zarok bi navê Ferhat Dînç (15) bedena xwe da ber agir. Malbata Dînç, diyar kir ku dibe zarokên wan ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike bedena xwe dabe ber agir.

Li semta Huzurevlerê ya navçeya Peyasê ya Amedê şevê din saet di 20.45'an de zarokê bi navê Ferhat Dînç (15) bendena xwe da ber agir. Dînç li taxa Kuça ya Semta Huzurevlerî li qada vala benda xwe da ber agir û bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê. Dînç serê sibê saet di 08.00'an de jiyana xwe ji dest da. Şahidên bûherên diyar kir ku Dînç li qada vala ya li hemberî mala bi benzînê bedena xwe da ber agir û piştî wan bûyer dît agahî dan malbata wî û bi bîrîndarî rakirin nexweşxeneyê. Birayê Dînç Firat Dînç, diyar kir ku ti pirsgirêkên birayê wî yên psîkolojîk tunebûn. Dînç, anî ziman ku dibe birayê wî bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xistibe.

Hate zanîn ku cenazeyê Dînç li Goristina Yenîkoyê hate definkirin. DÎHA (ft/mae)


Bêjeyên Miftehî