Agirê Newrozê li Wanê bilind gur bû
Li Herêma Serhadê agirê Newrozê yê yekem li bajaroka Sixkê ya Wanê hate hilkirin û bi sedan kesên daxwaza "An azadî an azadî" qêriyan.
Li Herêma Serhatê agirê Newroza sala 2012'yan ê yekem li bajaroka Sixkê ya Wanê hate hilkirin. Bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev ji bo çareseriya pirsgirêka kurd "Edî bes e, an azadî an azadî" qêriyan. Hevseroka Rêxisitna BDP'ê ya Wanê Mihrîban Şah, Endama Meclîsa BDP'ê Arzu Moco, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, Seroka Meclîsa Gişti ya Bajar Semîra Varli, Alîkarê Şaredarê Wanê Abdurrahman Dogar û gelek kesên din tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn. Gelek jîn ji bi cil û bergên galerî yên reng û reng tevlî Newrozê bûn. Di pîrozbahiya Newrozê de postêrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hastin vekirin û bi stranan govend hate girêdan. Di dora agirê Newrozê bi sloganên "Bijî Serok Apo" û "Ocalan" govend hate girêdan. Piştî hilgirina agirê Newrozê rêzgirtin hate girtin û pişt re jî Serokê Rêxistina BDP'ê yê bajarokê Riza Sucaî axaftinek kir. Sucaî, diyar kir ku 30 salin gelê kurd li qadan ji bo aştiyê destê xwe dirêj kir û lê her tim ev dest bi komkujiyan û înkarê hate danîn.
Alîkarê Şaredarê Wanê Abdurrahman Dogar jî axivî û wiha got: "Ez we bi germanihiya Newrozê silav dikim. Gelê kurd dê di vê Newrozê de bi daxwaza azadiyê li qadan be." Dogar,diyar kir ku têkoşîna Mazlum Dogan û Mahsum Korkmaz daye destpêkirin gihiştiye milyonan. Dogar, anî ziman ku cejna Newrozê ya îsal ji yên salên borî cudaye û wiha axivî: "Em dê di Newroza îsal de bêjin an azadî an azadî. Em dê azadiya Rêberê Gelê Kurdî Abullah Ocalan bi qêrîn."Dogar, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û operasyonên siyasî û leşkerî. Dogar, da zanîn ku dixwazin gelê kurd serî bi tewîn e.
Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş jî bal kişand ser girîngiya Newrozê û da zanîn ku Newroz vejîn e. Erguneş, diyar kir ku gelê kurd dê di Newroz îsal de li dijî tecrîd, komkujî, girtinan û opeasyonan bertekên xwe bîne ziman û bi wê ramanê dê qadan dagire.
Piştî axaftinan bi stranan govend hate giritn.
(bd)