1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ahmet Turk: Eger yekîtî hebe, serkeftin li pêşiya me ye
Ahmet Turk: Eger yekîtî hebe, serkeftin li pêşiya me ye,ahmet,turk,eger,yekîtî,hebe,serkeftin,li,pêşiya,me,ye

Ahmet Turk: Eger yekîtî hebe, serkeftin li pêşiya me ye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Di kongreya KCD'ê de piştî axaftina Aysel Tugluk, Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk axivî û wiha got: "Ji bo pêşeroja gelê kurd ev kongre gelek girîng e. Divê Kurd bi siyasteke hevbeş li pêşeroja xwe binêrin. Ger yekîtî hebe serkeftin li pêşiya me û gelê me ye."

Piştî peyamê Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk derkete ser dikê û axifî. Tugluk wiha got: “Îro ji hêla demokrasiyê ve demeke baş û dîrokî ye, cih jî cihekî dîrokî ye. Werin em vî şensî bi hev re bi kar bînin û rojevê azad bikin. Em dikarin vê xewnê pêk bînin û bi siûd in. Em dikarin qedera xwe tayin bikin û tu kes nikare vî mafî asteng bike. Ger em pergala xwe ya taybet înşa bikin dikarin vê yekê bikin. Em dixwazin xwe bi xwe birêvebibin û vê yekê ne li ser cudakariyê bikin. Di bin baneyê sîwanekê de em dikarin çareseriyê û aştiyê pêk bînin. Em ê pêşî li kuştina kurd û tirkan bigirin. Serdestan heya îro xwestin gelan bi hev bidin kuştin. Gelê kurd di sedsala dawî de jî rastî qirkirinê ma. Êdî divê ev yek bi dawî bibe û têkiliya gelê kurd û tirk di makekanûnê de di bin asayê azadiyê de pêk were. Şert û merc ji bo vê yekê amade ne. Gelê kurd û Serokê Gelê Kurd diyar e bê çiqas ji bo vê yekê ked dide. Em dixwazin li hemberî neteweya demokratîk rêz bê girtin. Gelê kurd û Serokê kurdan pêvajoya rizgariya demokratîk û jiyana azad da dest pê kirin. Bila dewlet ya wan be, em neteweya demokratîk esas digirin, bila desthilatdarî ya wan be em jiyana azad dixwazin. Em li cihê dewletê demokrasiyê dixwazin. Lewre li Rojhilata Navîn dewletbûyin kaosê tîne. Wa Iraq, Suriye li ber çavan e. Netew-dewlet ji bilî koledariyê tu tiştekî ji gelan re nayine.”

Tugluk operasyonên KCK’ê û pêvajoya Oslo bibîr xist û got ku bila heman kêmasî neyên kirin da ku gel azad bijîn. Tugluk wiha dom kir: “Ger em li hev werin divê em li hemberî hev rêzdar bin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê alî hev nas bikin. Piştre dîyalog û muzakere destpê dikin. Lê ev ne pêvajoya bazarê ye. Em mafê xwe bi xwe rêveberina gelê kurd nakin mijara bazarê. Em dixwazin mafê referandûmê yê nasname û herêman bê nasîn. Gel bila bikaribe birêvebirina xwe bike. Em dixwazin hemû gel azad bijîn. me ji bo vê yekê têkoşîn da meşandin, bedel da. Gelê kurd êdî li her cihî gihîştiye wê astê ku rojevê diyar bikin.”

Tugluk bilêv kir ku ger gerîlayên kurd tunebûna belkî îro DAIŞ li Hewlêrê seltenatiya xwe îlan bikirana û wiha dom kir: “Tu kes ji kirin û hêza DAIŞ’ê rehetsiz nabe. Tenê li Rojava di pêşengiya PYD û siyaseta ku çavkaniyê ji vê yekê re dike siyaseta gelê kurd li hemberî vê yekê têdikoşe û derdikeve.”

Tugluk got ku bi yekîtî û hêzgirtinê dikarin komployê vala derxînin û wiha pê de çû: “Divê Kongreya Neteweyî êdî neyê taloq kirin û di vê kongreyê de jî bibe mîjara sereke ya nîqaşê. Bi îmzeya Birêz Ocalan, Birêz Talabanî û Birêz Barzanî ya hevpar divê kongre bê kirin. Kongre KCD’ê jî divê vê berpirsiyariya xwe bibîne. Divê kongreya neteweyî di nava vê salê de bê kirin."

Tugluk wiha axaftina xwe bidawî kir: “Divê em destpêkê di xwe de pêvajoya înşayê bidin despê kirin” û herî dawî xwerexnedayina xwe da."

Piştre Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk axifî: “Îro em li dîroka Kurdistanê dinihêrin bi rastî dewletên kapîtalîst xwestine gelê kurd ji hebûn û nasnameya wan biqetînin û siyaseteke qirkirinê li ser gelê kurd bidin meşandin. Gelê kurd bi berxwedaneke pir hêja heya îro ji bo jiyaneke azad xebatek gelek hêja dan. Em gelê xwe pîroz dikin. Careke din şoreşgerê Kurdistan û azadîxwazên Kurdistan heya îro bi cangoriyeke mezin xebateke bêhepma meşandin. Ew kesên ku ji bo pêşeroja gelê kurd canê xwe dan ew şehîd di Kurdistanê de di Amedê de em careke din bi bîr tînin em tu car wan ji bîr nakin. Axa Kurdistan axeke pîroz e. Ev êrîşên li ser vê xakê ji bo pêşeroja gelê kurd tarî bikin e. Sistema Kapîtalîst çeteyên wek DAIŞ ji bo pêşiya gelê kurd tarî bikin di xizmeta xwe de dixebitînin. Lê gelê kurd bi berxwedaneke gelek bê hempa dimeşîne. Li Rojavayê Kurdistan li Başûr li hemberî çeteyên hovane xebatek gelek hêja gel, rêxistin û saziyên me didin meşandin. Ger yekîtî hebe serkeftin li pêşiya me û gelê me ye. Îro şoreş û gel yekîtiya xwe ava kiriye. Ez bi dilekî germ vê tînim ziman. Lê kêmasî di siyaseta gelê kurd de ye di siyasetmedaran de ye. Ji bo yekîtiya gelê kurd divê gelê kurd bi siyaseteke hevbeş li pêşerojê binihêrin û êrîşan bi siyaseteke stratejîk li hember derkevin û hev hembêz bikin. Îro di kongreya xwe de em bangewaziyê ji hemû siyaset û siyasetmedarên kurdan re dikin. Em dixwazin dengê KCD’ê bigihîje hemû partî, saziyên kurdan. Îro roja yekîtiyê ye. DAIŞ bi hovane li ser gelê Şengalê fermanek derxistibû. 73 ferman derbas dibûn lê fermana 74’an gelek giran bû. Ew bûyerên li ser gelê êzidî derbas bûn ez fedî dikim bînim ziman. Lê gelê êzidî di dîrokê de bi rastî jî bêxwedî man. Lê îro YPG, YPJ, HPG li gelê êzidî xwedî derdikevin û gel dizane ne bê xwedî ye. Em sipasiya xwe ji YPG, YPJ û HPG re tînin ziman û em wan pîroz dikin.”

Turk wiha pêl da axaftina xwe: “Kongreya Neteweyî ava bibûna û xebat bihatana meşandin belkî gelê kurd di nava vê qas aloziyê de derbas nebûna. Îro kongreya neteweyî gelek pêwist e ji bo gelê kurd. Ji ber vê wek Serok Birêz Ocalan anî ziman ji bo kongreya neteweyî hemû siyaset xwe amade bikin ji bo yekîtiya gelê kurd bi aqilekî hevbeş herkes bifikire. Ji bo pêşeroja gelê kurd ev kongre gelek girîng e ku em kongreya neteweyî ava bikin ev yek bi ruhekî neteweyî em dikarin bimeşînin. Dem ne dema kevn e. Sedsala nû sedsala gelê kurd û bindestan e. Çiqas alozî û astengî jî hebin bi xebata gelê kurd û bi xebata têkoşîna azadiyê dê şevên tarî belav bibin rojên ronahî li çar parçeyên Kurdistanê belav bibe. Em ji gelê xwe û têkoşîna gelê xwe bawer in.

Di jiyana hemû neteweyan de rêxistin gelek pêwistin. Ger gel ne bi rêxistin be serkeftin gelek zehmet e. Ji ber vê yekê Kongreya Civaka Demokratîk ji bo vê yekê gelek girîng e. Biryarê vê kongreyê girîng in û bila herkes jê re bibe alîkar. Bi sazî û rêxistin bi siyaseteke hevpar em ancak dikarin bigihîjin armanca xwe. Ez û Birêz Aysel Tugluk me 4 salan zêdetir hevserokatiya KCD’ê kir. Di jiyana me di ji bo me gelek rûmeteke mezin e. Ji herî meqaman hin mezintir e. Em ji delegasyona hêja re sipas dikin. Ji gel re sipas dikin. Ev 4 sal ji bo me xwedî cihekî girîng e. Gelek kêmasiyên me hene. Tiştên me dixwest em nikaribûn pêk bînin, ji ber vê yekê em lêborîna xwe ji gelê xwe û hevalên xwe dixwazin. Em bawerin hevserokên me yên nû dê kêmasiyên me ji holê rakin. Meclisa KCD’ê bi siyaseteke hevpar xebata xwe bimeşînin. Bingeha KCD’ê em ava nekin dê gelek alozî werin pêşiya me. Divê li hemû Kurdistanê bingeha KCD’ê bê ava kirin. Bi gel re dikare siyaset û projeyên xwe amade bike. Dê hingavê gel zanibe bê çiqas girîng e KCD.”

Turk di dawiya axaftina xwe de got “Heya jiyana me hebe em ê bi gelê xwe re têbikoşin mil bil bimeşin.” Pişt re ji salonên dirûşmên “Bijî berxwedana YPG-YPJ” û “Bijî Serok Apo” bilind bûn.

Piştî axaftina Ahmet Turk komisyon hat avakirin û bêhindanek hat dayîn.

(ag/he)