Ahmet Turk: Li dijî faşizmê eniya yekbûyî şert e
A+
A-
AMED - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê girtî ye, bi riya parêzeran diyar kir ku li dijî faşîzmê pêdivî bi eniya yekbûyî heye û ji hemû kesên muxalif xwestin ku hevparî û tifaqa xwe bi rêxistin bikin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê li Girtîgeha Sîlîvrî girtî ye, bi riya parêzeran peyam şand. Parêzerê Ahmet Turk Prz. Erdal Kuzu, diyar kir ku Turk xwestiye li dijî faşîzmê eniya yekbûyî ava bikin û ji hemû kesên muxalif xwestiye ku hevparî û tifaqê xurt bikin. Kuzu, anî ziman ku tenduristiya Turk ne pir baş e û ji ber ku ji wî xwestine bi kelepçeyê bê dermankirin muayineya bi kelepçe red kiriye. Turk, bi riya parêzeran diyar kir ku muayineya bi kelepçe bê rûmetî ye.
Bêjeyên Miftehî ahmet,turk,li,dijî,faşizmê,eniya,yekbûyî,şert,e