1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ajansa IPS’ê balkişand ser rewşa Rojava û Ronahî TV
Ajansa IPS’ê balkişand ser rewşa Rojava û Ronahî TV,ajansa,ips,ê,balkişand,ser,rewşa,rojava,û,ronahî,tv

Ajansa IPS’ê balkişand ser rewşa Rojava û Ronahî TV

A+ A-

Navenda Nûçeyan 05.07.2014 07:49:59 Televîzyona Ronahî Tv yekem televîzyona kurdî ya Rojava û her wiha ya Sûriyeyê ye. Hemû kurdên cîhanê geşedanên Rojava yekser ji ser Ronahî Tv dişopîne. Bi saya xebatkarên ku piraniya wan bi dildarî dixebitin, kanal ku weşana xwe dike çîroka wê jî bala çapemeniya biyanî dikişîne.

Ajansa nûçeyan a navnetewî Inter Press Serwîs (IPS) nûçeyeke ku rewşa Ronahî Tv û Rojava digire dest weşand. Nûçeya bi sernavê ‘Kevirê Domînî Sûriye- Kanaleke TV ya di Taritiya Eniyan de’ bi îmzeya Karlos Zurutuza hat weşand. Xebatên Ronahî Tv û jiyana rojane ya xebatkaran hat dest girtin.

Sernavê jêr yê nûçeyê jî bi gotinên ‘Rojbaş Kurdistan-Yekane televîzyona kurdî ya Sûriyê li dildaran digere’ derket pêş.

Li gorî nûçeya IPS’ê, ji roja destpêkirin şerê li Sûriyeyê yanî sala 2011’an û het aniha kurdên ku tê texmîn kirin nifûsa wan 3-4 mîlyone, hem ji rejîm û hem jî ji muxalefetê dur ketiye û xeta xwe ya stratejîk ya wek ‘riya sêyemîn’ şopandiye. Di nûçeyê de hat gotin ku Kurdan di Tîrmeha 2012’an de kontrola Rojava girtiye destê xwe û bi zimanê xwe ku hatibû qedexekirin jî perwerdehiya xwe dibînin.

JI ENDEZYARIYÊ DERBASÎ ROJNAMEGERIYÊ BÛ

Di nûçeyê de hat gotin ku piraniya kesên di Ronahî Tv de ne rojnamegerin û tecrubeya xwe ya rojnamegeriyê li vir pêş xistine. Di nûçeyê de cih dan gotinên xebatkaran. Xebatkar Raperîn Ramazan got wê li Zanîngeha Homs endezariya petrolê xwendiye û dema pevçûnan destpêkiriye vegeriyay Qamişlo û di Ronahî Tv de xebitiye. Ramazan got ji ber ku hilberîna bîrên petrolê yên Rîmelan hatiye rawestandin, dawî li kariyera xwe aniye û di Ronahî Tv de dest bi xebatê kiriye.

BI DILDARÎ DIMEŞÎNIN

Di nûçeyan de rêveberiya Ronahî Tv Perwîn Legerîn der barê xebatan de agahî da. Li gorî vê di Ronahî Tv de 250 kes bi dildarî dixebitin. Pir kêm xebatkar jî bi 30-90 dolarî dixebitin. Legerîn got bi piştgiriya aborî û xebatên ku ji derveyê welat tên xebatên xwe dimeşînin.

KÊMASIYÊN TEKNÎK ÇARESER DIKIN

Ronahî Legerîn got ji bilî Qamişlo li Efrîn û Kobanê buroyên wan hene û got hewl didin li her sê navenda jî amûrên teknîk çareser bikin. Legerîn got ji ber ambargoyên Tirkiye û Başûr di van mijaran de zehmetiyan dikişînin.

Di nûçeyê de balkişandin ser xeta weşanda Ronahî Tv û got kesê li dijî PYD’ê Ronahî Tv rexne dikin. Perwîn Legerîn di vê mijarê de dibêje; Em nêrînên cuda nîşan didin. Heta ku mumkun em hewl didin ku hemû bawerî û kom mafê axaftinê bigirin.

RONAHÎ TV BÛ EYNIKA ROJAVA

Di nûçeyê de balkişandin ser girîngiya Tv ya bo kurdan û hat gotin ku hemû geşedanên li Rojava ji Ronahî Tv tê şopandin. IPS bi hevserokê PYD’ê Salîh Muslim re jî hevdîtin kir û Muslum da zanîn ku Ronahî Tv li rojava bû eynika gel û ji zûde ye bûye parçeyeke ji jiyana gel.

LI SÛRIYÊ ROJNAMEGERÎ

Di berdewamiya nûçeyê de hat gotin ku Ronahî Tv ji bo gelek kesî perwerdehya kamerayê dide û hat gotin ku endama YPJ’ê Zozan Cudî jî ji bo ku pevçûnan bikişîne perwerdeya kamerayê girtiye û li eniyê bi kameraya xwe peywirê dike. di nûçeyê de ev gotinên Cudî cih digirin: “Li Sûriyê rojnamegerî zêdetir rê wateya xebata li eniyê. Her kes jî ji bo van rîskan bigire ser ne amade ye. ez di destekî de çek û di destekî de jî kamere vê hovitiyê nîşanê gel didim.