1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Akademisyenên jin piştgirî da JINHA'yê
Akademisyenên jin piştgirî da JINHA'yê,akademisyenên,jin,piştgirî,da,jinha,yê

Akademisyenên jin piştgirî da JINHA'yê

A+ A-

Akademîsyenên jin piştgirî dan Ajansa Nûçeyan a Jinê (JÎNHA) a ku tenê jin dê lê bixebitin. Hîndekara Zanîngeha Enqere Doç. Dr. Gulseren Adakli, diyar kir ku JINHA ya ku ji aliyê jinan ve hate avakirin, di aliyê têkoşîna azadiya jinê de gelek bi hêvî ye.

Akademîseyên jin piştgirî dan JINHA'yê. Hîndekarên Zanîngeha Enqere Doç. Dr. Gulseren Adakli, Doç. Dr. Funda Başaran Ozdemîr û Doç. Dr. Funda Şenol Cantek avakirina JINHA'yê ya li Amedê ji aliyê jinan ve hate avakirin a ku di cîhanê de yekemîn e ji DÎHA'yê re nirxandin. Hîndekara Zanîngeha Enqere Doç. Dr. Gulseren Adakli, diyar kir ku jinên JİNHA avakirin, agahiya wan bi gelek tiştên di cihana çepemeniyê pêktên heye û wiha got: "Di civaka Tirkiyeyê de statuya jinê bi zagonan çiqas bê bilinkirin bila bê, koka pergala baviksalarî her tim bi ser wan de tê. Berî her tişt kesên desthilatdar gelek ji azadiya jinê ditirsin. Ligel vê yekê ji bo ku jin ji piyasaya kar bê avêtin hêza xwe pêk tînin wekî niha hikûmeta AKP'ê dike. Desthilatdariya siyasî dixwaze jinê ji piyasaya kar der bixe li malê bê pere bide xebitandin. Hemû hêza wê ji bo vê pergalê ye. Bi vê riyê hejmarên betaliyê gelek hêm derdikevin."

'Kesên JÎNHA avakirin îmza avêtin bi karekî gelek zor û girîng'

Adakli, anî ziman ku li Tirkiyeyê saziya hevser jî deriyên azadiya jinê venake û di çanda zilma de şîdet heye. Adakli, da zanîn ku bertekên JİNHA'yê yên li hemberî vê yekê dê gelek girîng bin. Adakli, bilêv kir ku jinên JINHA avakirin îmza avêtin bi kareke gelek girîng û zor û wiha axivî: "Jinên li dijî dewlet, hikûmet, dad, kevneşopî, hevser, namus û pergala zilam derdikevin azadiyê û xweseriya xwe dixwazin jiyaneke gelek zor derbas dikin û gelek caran di girtîgehê de derbas dikin. Çend rojê berê jinên têkoşîna vê yekê didina jinên KESK'î hatin girtin. Lê JINHA'yê careke din nîşan da ku li gel hemû zext û zordariyan riyên peyda dikin. Divê hemû jin xwe li JINHA'yê der bikevin û ji bo pêşxistinê piştgiriyê bidinê."

Başaran: Avakirina JINHA'yê li Amedê gelek girîng e

Hindekara Zanîngeha Enqere Doç. Dr. Funda Başaran Ozdemîr jî diyar kir ku avakirina JINHA'yê çend roj berê hînbû û li mamosteyên din ên jin re nirxandin. Ozdemîr, anî ziman ku avakirina JINHA'yê li Amedê gelek girîng e û wiha got: "Ajansa jinan a ku di cîhanê de yekemîn e li Amedê hate avakirin gelek girîng e. Ji xwe tişteke wisa yekemîn incax li Amedê dihate avakirin. Li hemberî zimanê nûçeyê yên medyaya desthilatdar dengekî wisa ji Amedê hate girîng e. Têkoşînên di qadên cuda de tên kirin ên azadiyê hev û dû bi bandor dikin û dibe sedema ramanên afîrîner. Ez vê yekê bi ços û kelejan pêşwazî dikim."

'JINHA dê zimanê çepemeniyê yê mêrê bi nêrîna jinê biguherîne'

Başaran, axaftina xwe wiha berdewam kir: "Li hemberî zimanê zayendî yê çepemeniyê, dê zimanê bi nêrîna jinê pêk bê. Di çapemeniyê de li zimanê nêrînan baş nişan bidin û zimanê aştiyê bê lêgerînkirin gelek girîng e. JINHA ji bo ku cîheneke din mimkun e xwedî girîngiyekî dîrokî ye."

Cantek: Avakirina JINHA'yê mizginiya di salên dawî ya herî baş e

Hîndekara Zanîngeha Enqere Doç. Dr. Funda Şenol Cantek jî diyar kir ku JINHA'yê peywira pêşnegiyê girt. Cantek, anî ziman ku avakiriyan ajansa jinan a di cîhanê de yekemîn mizgîniya di salên dawî de ya herî xweş e. Cantek, da zanîn ku ew jî li ser nûçegihaniya jin û zarokan perwerdehiyê didin xwendekaran û wiha got: "Ji ber ku di çapemeniya desthilatdar de nûçeyên bi wî rengî nayên çêkirin. Ji bo ku dengê me bê bîstin di nav hêza çaremîn de hewcehî bi hêza 5'emîn heye. Aliyekî wê hêzê jî medyaya alternatîf a herêmî ye. JINHA'yê peywirekî wisa girtiye ser xwe."

(bd)