1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Akademiya Mezopotamiya dewreyek nû dest pê dike
Akademiya Mezopotamiya dewreyek nû dest pê dike,akademiya,mezopotamiya,dewreyek,nû,dest,pê,dike

Akademiya Mezopotamiya dewreyek nû dest pê dike

A+ A-

QAMIŞLO- Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamiya dewreyek nû ji bo xwendekarên ku refa 12 bi dawî kirine, vedike. Akademiya Mezopotamya bang li xwendekarên Cizîrê kir ku serlêndan bikin û navên xwe li Akademiyê qeyd bikin.

Akademiya Zanistên Civakî ya Mezopotamya yekemîn zanîngeha ku li Rojavayê Kurdistanê dibin sîwana Xweseriya Demokratîk hatiye vekirin. Di akadamiyê de beşên dîrok û sosyolojî tê dayîn.

Ji bo dewreya nû Akademiya Mezopotamya diyarkirin ku heya 10 çile xwendekar dikarin serlêndan bikin. Dewra nû wê 15’ê çile destpêbike. Xwendekarên refa 12 qedandîn dikarîn serlêdan li akademiyê bikin.

Her wiha ev dewreya akademiyê di sê qonaxan re derbaz dibin, her qonaxek sê me berdewam dike. Heman demê de li akademiyê zimanê îngîlîzî, kurdî û kompîter jî wê were dayîn. Hefteyê 2 roj betlane tê dayîna xwendekaran. Xwendarên dixwazin piştî seat 14.00 dikarin biçin malên xwe.

Ji bo hîn zêdetir agahî xwendekar dikarin serlêdan li navnîşana:

Qamişlo taxa hilêliyê li rex akademiya Huquq û akademiya Ziman û Wêjeya Kurdî

Telefon: 435298

(ra/jh)