1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay hat vekirin
Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay hat vekirin,akademiya,şehîd,ferhad,kurtay,hat,vekirin

Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay hat vekirin

Têkoşîn û Xebatek Rast, Dikare Me Ber bi Lêgerîna Rast a Jiyanê Bibe

A+ A-

Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay a di 4’ê Nîsana 2012’an de hat vekirin, îro bi beşdariya 30 xwendekaran dest bi perwerdeyê kir.

Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay bi awayekî fermî dest bi perwerdeyê kir. Perwerde bi beşdariya 30 xwendekaran hat destpêkir. Ji bo rizgariya ji pergala kapîtalîst, pêwîstî bi fêmkirina jiyanek rast heye. Axaftina destpêkê endamê Akademiyê Şahîn Tekîn kir û Tekîn bal kişand ser girîngiya perwerdehiya xweser û wiha got: "Em ê wek civanên wargehê, ji bo jiyanek azad û li ser bingeha civakek exlaqî û polîtîk têkoşînê bidin meşandin. Em ê hewl bidin, ku li hemberî pergala desthilatdar û modernîteya Kapîtalîst pergalek ku xwe dispêre jiyanek komun û demokratîk ava bikin. Ji bo vê jî erk û berpirsyariyên herî mezin dikevin ser milê me civanên wargehê. Ji her demê zêdetir têkoşîn û xebat dikare me ber bi lêgerîna rast a jiyanê ve bibe.”

Şahîn Tekîn, bal kişand ser girîngiya Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay û wiha axivî: “Wek wargeh pêwîstiya me bi akademiyek bi vî rengî hebû. Lewma em vê yekê wek gaveke pir girîng û erênî dibînin û digirin dest. Asta perwerdeya li wargehê heya dibistana amadeyî diçe û ji vir û şûnde jî hewldanek ji bo pêşxistina ziman çênabe. Ji bo vê jî asta lêkolîna ne li ser ziman, çand û xebatên entelektuel in. Dîsa xwendekarên me yên zanîngehê ku piştî qedandina dibistanê şûnde vala dimînin û tu karî nakin. Akademî dikare di her alî de ji van xwendekarên me re bibe alîkar û ji bo dahatûya wan derfetên baş biafirîne. Dikare bi lêhûrbûn û perwerdeyeke baş; hîn zêdetir xebateke ku bikeve xizmeta gel bidin meşandin.”

‘Ji bo me perwerde bi qasî nan û av hewce ye’

Endamê Akademiya Şehîd Ferhat Kurtay Şahîn Tekîn, li ser proje û xebatên xwe yên dema pêş jî rawestiya û bal kişand ser van xalan: “Di bin banê Akademiyê de plan û projeyên me yên berfireh hene. Ev projeyên me xebatên hemû qadên civakê digire nav xwe. Xala sereke jî perwerdeya civakê ye û ji bo vê jî em hemû derfetên heyî bi cih tînin. Ji ber ku di her alî de perwerdekirina civakê û pêşxistina civakê yek ji xalên herî sereke ku em dixwazin li ser disekinin û dixwazin pêş bixin. Di aliyê huqûqî, ziman, çand, tenduristî û hwd. xebat û lêkolînin me wê çêbibin û xwe li gorî vê birêxistin bikin.” Tekîn bi taybet li ser girîngiya pêşxistina ziman sekinî û wiha domand: “Bi taybet ji bo pêşxistina zimanê Kurdî wê xebatên me yên girîng bên meşandin û ji bo vê ji vir şûnde xebatek taybet wê bê birêvebirin. Di aliyê rêziman û wêjeyê de wê komîsyon bên rêxistinkirin. Ew komîsyon vê di asteke jor de li ser rêziman û wêjeya Kurdî lêkolîn û xebatan bidin meşandin. Dîsa ji bo pêşxistina asta perwerdeyê di wargehê de xebatek berfireh wê bê birêvebirin. Armanca me em zimanê xwe hîn zêde pêş bixin û li gorî vê jî zarokên xwe perwerde bikin. Perwerdeya heyî nikare bibe bersiv û têr nake.”

‘Pergala heyî rê nade ku ciwan bi hizreke azad rabe’

Tekîn, li ser xebatên wêjeyî jî rawestiya û bal kişand ser van xalan û wiha got: “Em dixwazin di warê wêjeyî de jî hin xebatên girîng bidin meşandin û ji bo vê jî amadekariyên me didomin. Her çi qasî di nav wan salên dawî de hin xebat hatibin meşandin jî; lê ew ne bes in û hewce ye ku em hîn zêdetir li ser xebatên wêjeyî bisekinin. Em dixwazin aliyên ku lewaz mane û nehatine pêşxistin, pêş bixin û ji bo afirandina berheman hewl bidin. Bi taybet li ser wêjeya Kurdî lêkolîn, ji bo me pir girîng e. Dîsa di bin banê Akademiyê de em ê li ser wergerê bisekinin. Bi taybet ji bo ku pirtûkên heyî em wergerînin zimanê Kurdî wê hewldanên me çêbibin. Her wiha wê di bin banê Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay de xebatên me yên çandî û bi taybet jî xebatên girîng ên ciwanan wê bên birêxistinkirin.”

Tekîn axaftinên xwe wiha domand: “Zanîngehên pergalê, yên dewletê nahêlin ku ciwan li gorî fikreke azad bihizirin û xwe pêş bixin. Ji bo wê jî mirov nikare ji perwerdeya pergalê pir bi hêvî be. Berevajî vê divê em xwe bi fikir û ramanek azad perwerde bikin da ku karibin ji civakek azad re pêşengiyê bikin. Jixwe armanca perwerdeya pergal û dewletê avakirina kadroyên pergalê, mirovên stûxwar û kesayetên ku bi her tiştên xwe, xwe teslîmî pergalê kirine avakirin e. Berevajî vê em dixwazin kesayetên azad bidin avakirin û xwe ji zîhniyeta heyî ya pergalê rizgar bikin. Em hewl didin wan tiştan bi paradîgmaya Rêber Apo ya nû re bikin yek û li gorî vê di Akademiyê de hin gavên girîng ku bikarin ji civakê re jî bibin pêşeng biavêjin.”

‘Civakek azad, tenê bi pêşengtiya jina azad dikare bi ser bikeve’

Şahîn Tekîn bal kişand ser girîngiya xebatên jin ên di nav Akademiyê de û wiha got: “Bêguman pirsgirêka jin pirsgirêka zîhniyetê ye; tenê bi ramanek nû ya civakek polîtîk a exlaqî û li ser hîmên bingehîn ên civakek azad rabe, wê bikare xwe ji zîhniyeta desthilatdar a pênc hezar salî rizgar bike. Wek Rêber Apo jî tîne ziman ‘heya jin azad nebe civak azad nabe’, em jî di vê baweriyê de ne ku heya em xwe ji zîhniyeta heyî rizgar nekin; em ê nikaribin civakek azad pêş bixin. Bi vê tespîtê ketina rê û li gorî wê tevger pir girîng e. Jixwe endamên me yên jin hene û ji bo ku di bin banê Akademiya Şehîd Ferhad Kurtay de xebatên xwe yên xweser bi rê ve bibin, wê xwe birêxistin bikin. Bi taybet wê li ser pirsgirêk û rewşa jinê lêkolînin wan çêbibin. Helbet wê tevahiya Akademiyê bi vê mijarê eleqedar bibe, lê belê hevalên me yên jin wê xebatên xwe yên xweser jî bi rêkûpêk bikin.”

Tekîn, bi wan gotinan dawî li axaftinên xwe anî: “Banga me ji hemû ciwanan û bi taybet ji keçên ciwan ku ji her demê zêdetir, Rêber Apo fêm bikin û li gorî wê nêzî pêvajoyê bibin. Ji ber ku ji her demê zêdetir, di vê pêvajoyê de hewcedarî bi têgihiştin û fêmkirina Rêbertî û ramanên Wî hene. Têgihiştinek bi zanistî ku bikare ji demê re bibe bersiv; ev yek jî wê bibe bingeha azadiya Rêber Apo. Her wiha vê bibe bingehek xurt ku em bikarin têkoşîna xwe bi ser bixin. Civaka ku Rêber Apo dixwaze ava bike, civakeke exlaqî û polîtîk e û ev tenê bi têgihiştina rast a Rêbertî dikare pêk bê. Em ji her kes û derdoran hêvî dikin ku hîn bêhtir di nav hewldanan de bin, baş fêm bikin û civakê bidin fêmkirin.”

(kom/mae)