1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Akbayir: Divê jin û Dêrsîmî biherikin ser sindoqan
Akbayir: Divê jin û Dêrsîmî biherikin ser sindoqan,akbayir,divê,jin,û,dêrsîmî,biherikin,ser,sindoqan

Akbayir: Divê jin û Dêrsîmî biherikin ser sindoqan

Encumena Şaredariya Kolnê ya Partiya Çep Hamîde Akbayir diyar kir ku ew wek jineke Dêrsimê li bendê ye ku jin, bi taybetî jî Dêrsimî bi xurtî beşdarî van hilbijatinan bibin

A+ A-

KOLN - NÎZAM BARAN / ANF Encumena Şaredariya Kolnê ya Partiya Çep Hamîde Akbayir diyar kir ku ew wek jineke Dêrsimê li bendê ye ku jin, bi taybetî jî Dêrsimî bi xurtî beşdarî van hilbijatinan bibin. Endamê Însiyatîfa Çewlîkê Şahîn Koçak jî got ji bo hegomonyaya AKP’ê têk biçe, ji bo layîqê cangoriyan bin, divê her kes biçin ser sindoqan.

Endama Şaredariya Kolnê ya Partiya Çep Hamîde Akbayir û endamê Însiyatîfa Çewlîkê Şahîn Koçak ji ANF’ê re axivin û bang kirin ku divê gel ji bo dengan roja dawî nepên.

DIVÊ JIN Û DÊRSÎMÎ XURT BEŞDAR BIN

Hamîde Akbayir bi lêv kir ku her çiqas beşdarbûn zêde xuya bike jî hîna asta ku tê xwestin nehatiye bidest xistin û wiha berdewam kir: “Ji bo vê ez bang li hemû Kurdistanî û Tirkiyeyiyan dikim. Ez bang li hemû kesî li alî aştî û biratiyê ne dikim ku peywira ku dikeve ser milê wan bînin cih. Ji ber ku hilbijartinên di 7’ê Hezîranê de pêk tên, wê pêşeroj, qedera Tirkiyeyê biguhere. Em vê terza jiyanê bi HDP’ê re dibînin. Ji bo vê ez careke din bang li gelê me dikim. Divê gelê me bi awayekî xurt beşdarî van hilbijartinan bibin. Ev 12 roje deng tên bikaranîn, lê asta ku em dixwazin nehatiye bidetsxistin. Ez gelek girîngiyê didim vê. Ji bo vê divê hemû kes îradeya xwe di sindoqan de nîşan bide. Bi taybet jî ez wek jineke Dêrsîmê bang li hemû jin û Dêrsîmiyan dikim ku bi awayekî xurt beşdar bibin. Ji ber ku qedera Dêrsimiyan ancax HDP dikare diyar bike. Hêviya me ev e ku di vê hilbijartinê de encamên baş derkevin holê. Hêviya min eve ku ev hilbijartin ji her kesî re a aştî û azadiyê bi xwe re bîne.”

BI QEZENCKIRINA HDP’Ê RE EMÊ AZADIYA XWE BINÎN

Akbayir di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku divê her kes demildest biçin ser sindoqan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji kerema xwe re ji bo bikaranîna denga xwe roja dawî nepên. Biçin seferatxane û navendên hilbijartinan.Ji ber bi qezenckirina HDP’ê re emê azadiya xwe bînin. Bi qezenckirina HDP’ê re wê jinên me pergala ku em têdene bidest bixînin. HDP ne tenê partiya Kurdan, Elewiyan, Ermenî, Asurî-Suryaniyane. HDP partiya hemû Tirkiyeyê ye. Em dengên xwe bidin HDP’ê û piştgiriyê bidin siyasetê.”

DI DAWIYA HEFTEYÊ Û ROJÊN BETLANÊ DE DIKARIN DENGÊN XWE BIKARBÎNIN

Şahîn Koçak jî diyar kir ku ew wek însiyatîfa Çewlîkê ev du meh in li Koln û herêmên wê xebatan dimeşînin û wiha pê de çû: “Li Koln û herêmên wê potansiyelek mezin heye. Hem di alî nifûsê de û hem jî di alî kapasîteyê de. Me wek însiyatîf heta niha qedya 500 kesî pêk anî. Lê li gorî min li Koln û herêmên wê kapasîte li ser vê ye. Ji bo vê yên derfetê wan hene divê di vê xebatê de cihê xwe bigirin. Ji bo qezenckirina HDP’ê divê her kes bên vir û dengên xwe bikarbînin. Yên dema wan tine jî bila dawiya hefteyê û rojên betlanê bên denga xwe bikarbînin.”

Koçak di dawiya axaftina xwe de got di dîroka Tirkiyeyê de yekem car hilbijartineke ku wateya wê ya siyasî evqas bilinde tê kirin û got: “Ger em bixwazin hegomonyaya AKP’ê tê bibin, layiqê şehîdên xwe bin, divê em biçin ser sindoqan. An jî wê di 8’ê Hezîranê de her tişt dereng be. Ez bang li her kesî dikim ku piştgiriyê bidin HDP’ê.”