1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Akdogan: Ne DAIŞ lê PYD xetere ye!
Akdogan: Ne DAIŞ lê PYD xetere ye!,akdogan,ne,daiş,lê,pyd,xetere,ye

Akdogan: Ne DAIŞ lê PYD xetere ye!

Alîkarê SErokwezîr Yalçin Akdogan ê bi daxuyaniyên xwe yên HDP û kurdan dike hedef balê dikêşe

A+ A-

ENQERE (DÎHA) – Alîkarê SErokwezîr Yalçin Akdogan ê bi daxuyaniyên xwe yên HDP û kurdan dike hedef balê dikêşe, piştî ku YPG di navbera Cizîr û Kobanê de korîdarê vedike û darbeyan li DAIŞ’ê dixe bi gotinên “Niha jî hewl didin tirkmen û ereb ên wê derê bidin revandin” aciziya xwe anî ziman. Gotinên Akdogan ên ku rêveberiya Rojava ya li dijî DAIŞ’a mirovan qetil dike, jinan li bazarên koleyan difiroşe serkeftinan bi dest dixe balê dikêşe.

Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan di bernameya Kanal 24’an de tevgera kurd û HDP kir hedef. Akdogan di axaftina xwe de KCK wekî “hewldanên avakirina otorîteya alternatîf” nirxand û li dijî vê yekê jî bal kişand li ser “paketa ewlehiyê” ya derxistin û bi gotinên xwe yên “dewlet bi ser vê pirsgirêkê de diçe” ve jî careke din bi aweyeke aşkera çima ev paket derxistine anî ziman.

Akdogan ê ku sucdarkirinên xwe yên li dijî HDP’ê dubare kir, herî dawî jî bi gotinên xwe yên ku pêşketinên li Rojava yên li dijî DAIŞ’ê ve bal kişand. Akdogan acizbûna xwe ya ku YPG di navbera kantonên Cizîr û Kobanê korîdorê vedike jî bi gotinên “Li wir ji bo hakîmiyeta xwe ava bikin ji Qendîlê mirovên çekdar anîn, hemû komên kurd, ma berê YPD hebû? Rêxistineke wisa tunebû, komên biçûk ên kurdan hebûn, hemû eciqandin, çewisandin. Nİha jî hewl didin tirkmen û ereb ên li wê derê bidin revandin. Ev dikarin sibehê an jî dusib heman tiştê li Tirkiyeyê jî biceribînin” anî ziman û wiha berdewam kir: “Mirovan tehdîd dikin. Vê yekê li Kobanê diceribînin. Ev feraseta Baasê ye, feraseta pêkûtîker e. Li Tirkiyeyê heke bûyerên Kobanê bi ser ketiba dê wisa bikirina, mirovan tehdîd dikin. Nahêlin li wir bijîn, cudahiyan, yên ne girêdayî xwe didin revandin. Ango nekarîn bi zorê ji mirovan dengan bigirin, AK Partî hêj li wir heye vê carê jî didin revandin û ketine nava lêgerîna em ê çawa bikaribin bikin. Lİ hemberî vê yekê em mecbûr man hin tedbîrên ewlehiyê bînin.”

YPG û PYD a ku Akdogan wekî tehdîd dide nîşandan li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên ku qatlîaman pêk tîne û jinên êzidî di bazarên koleyan de difiroşe li Şengal û Rojava bi têkoşîna ku daye ve bala hemû cihanê kişand. Dîsa rêveberiya Rojava ku hemû gelan hevkarên kantonên Rojava dibîne û 3 zimanên fermî heye jî wekî feraseta Baasê bi navkirin jî xaleke din a bal kişand e.

(sa)