AKP amadekariya mirovên aqilmend bişîne Îmraliyê dike
09:02 21.01.2014
ALPER ATALAY
ENQERE (DÎHA) - Hikûmeta AKP'ê ku piştî rastî operasyona nelirêtî û ruşwetê hat û ket nava xetimadinê, ji bo xwe ji vê pêvajoya teng xelas bike, serî li rê û rêbazên cuda dide. Di kabîneyê de bûn yek fikir ku Mirovên Aqilmend bişînin Îmraliyê. Hat zanîn ku xebatên çûna Îmraliyê piştî Serokwezîr Erdogan ji gera Brukselê vegere dê dest pê bike.
2 sal û 171 rojin parêzer nikarin biçin Îmraliye. Cara yekem heyeta BDP'ê di 3'ê Çileya 2013'an de çûn Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anin. Piştî ku heyetê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin pêk anî, heyetê diyar kir ku Ocalan dest bi pêvajoyek nû kiriye û ji bo muzakere pêş bikevin dest bi diyalogan kiriye. Ocalan di 21'ê Adara 2013'an de ji cemaweriyê re aşkere kir ku wî ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk "Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad" dest pê kiriye. Lê Tecrîda li ser Ocalan hêj berdewam dike. Daxwazên Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkê yek jî pêk nehat. Dema ku heyeta BDP'ê çûn cem Ocalan, wê demê Ocalan ji heyetê xwest ku heyetên cuda û nûnerên saziyên cuda biçin Îmraliyê û karibe bi her beşên civakê û nûnerên civakê re niqaşan bide meşandin. Lê hikûmeta AKP'ê çi çara xwest heşet şand Îmraliyê û çi çara xwest destûr neda heyetê. Ji bo pêşketina pêvajoyê û çareseriya demokrasî û aştiyê gelek daxwazên Ocalan pêk nehatin. Lê çi çara hikûmet ket tengasiyê heyet şand Îmraliyê. Niha jî piştî Hikûmeta AKP'ê di 17'ê Kanûna 2013'an de rastî operasyona nelirêtî û ruşwetê hat û ket nava xetimadinê, ji bo xwe ji vê pêvajoya teng xelas bike, xwe avêt Îmraliyê. Di kabûnê de bûn yek fikir ku Mirovên Aqilmend bişînin Îmraliyê. Hat zanîn ku xebatên çûna Îmraliyê piştî Serokwezîr Erdogan ji gera Brukselê vegere dê dest pê bike.
Cîgirê Serokwezîr Beşir Atalay rojên borî diyar kir ku ew pakêtên nû amade dikin û ji bo çareseriyê bi biryarin. Piştî daxuyaniyê Atalay û heyeta Mirovên Aqilmend hatin cem hev û civîn pêk anîn. Hikûmeta AKP'ê li gel Atalay û parlamenterên AKP'ê Mahir Unal ekîpek nû ava kir û dest bi xebatên nû kir.
Hikûmet di aliyê rojnamegeran de bi fikar e
Li gorî kulîsên hikûmetê, li bendê ye ku di rojên pêş de bi navê “nêta baş" gavan bavêje. AKP li şuna ku daxwaza Ocalan a bi rojnamegeran re hevdîtin pêk bîne, armanc dike ku heyeta mirovên Aqilmend bişîne Îmraliyê. AKP li bendê ye ku piştî Erdogan ji Brukselê vegere dest bi xebatan bike.
Di makezagonê de bijarteya BDP'ê tê niqaşkirin
Di kulîsên hikûmeta AKP'ê de piştî hin gav bên avêtin dê HSYK jî ji nûve bê sazkirin. Li gorî gote gota dê ji BDP’ê jî alîkarî bê xwestin.
(mae)