AKP bi kodên berê nêzî pêvajoyê dibe?
ALÎ GULER - BRÛKSEL - ANF Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyî Aydar, da zanîn ku pêvajoya çareseriya pirsgiraka Kurd ji ber ku hikûmeta AKP’ê bi kodên dewletên berê nêz dibe xitimiye. Aydar bi lêv kir ku hikûmeta AKP’ê sozên ku dane wan neanîne cih û got divê hemû mutabakat bi fermî bên kirin.
Endamên Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, asta dawî ya di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dewleta Tirk de nirxand. Aydar destnîşan kir ku sedema xitimandina pêvajoya ev 22 meh e didome, ev e ku hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk sozên xwe neanîne cih.
Aydar got hikûmeta AKP’ê li şûna ku pisgirêka Kurd çareser bike dixwaza Têkoşîna Azadiya Kurd çareser bike û wiha pê de çû: “AKP ji kodên berê yên dewletê yên wekê ‘yek netew, yek ziman, yek çand û yek ol’ dest bernedaye.zîhniyeta tunekirinê heye.Vê jî pêvajo xitimandiye. Em wek aliyên Kurd dixwazin pêvajoyê bidomînin. Lê emê li di dema nû de li gorî nêzîkatiya dewletê biryarê bidin.
NIYETA AKP NE ÇARESERIYE
Pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd hatiya asta xitimînê? Gelo ev pêvajo çima hat vê nuqteyê?
Pêvajoya ku di dawiya sala 2012’an de destpê kir û piştî daxuyaniya Erdogan ya wekê ‘ Em li Îmraliyê bi Erdogan re hevdîtinê dikin’ şûnde, pêvajoya di 2013’an de dest pê kir, bi awayekî fermî didome. pêvajoye ku ev 22 mehe didome mijara gotinê ye. Lê dema mirov lê dinêrin, tê dîtin ku niyeta AKP’ê neçareseriye. Di alî me de tablo eve. AKP ji çareseriya pirsgirêka Kurd wêdetir dixwaze PKK’ê çareser bike. Bi giştî nêzîkatiyeke bi ewle mijara gotinê ye.
Hûn van hewldanan wek parçeyek polîtîkayên îmhayê digirin dest?
Tirkiye hê ji kodên berê yên dewletê rizgar nebûye. Kodên wekê ‘yek netew, yek ziman, yek çand û yek ol heye. Bi zîhniyeta navbera 1920-1940’î tevdigerin. Hewl didin Kurdan bi mafên xapînok xesp bikin. Li aliyê din jî difikire ku dê Kurdan çawa bê bandor bihêlin. Ew wisa ji çareseriyê fêm dikin. Pirsgirêk jî ji vir dertê. Tirkiyeyê hê jî ji bo çareseriyê biryareke stratejîk negirtiye. Ji ber ku Kurdan wek îrade nabînin. Em jî dixwazin bi Civakên Anatolyayê re bijîn. Ev nêzîkatiya me ya stratejîk e. Me di vê mijarê de proje pêşniyar kirin. Me bi dehan carî niyeta xwe aşkera kir.
Erdogan her carê we sûcdar dike. Îdia dike ku sozên hatine dayîn neanîne cih. We çi soz dabûn?
Çi ket ser milê me, me kir. Lê wan sozên xwe negirt. Tirkiyeyê ji ber ku sozên xwe neanîn cih, em sûcdar kirin. Esasa meseleyê eve. Dema mirov van guhdar dikin, mirov dibêjin gelo pirsgirêka Kurd çareserkirine agahiya me tune.
Ez dixwazin vê bipirsim;Gelo şertên serok Apo hat sererastkirin me qebûl nekir? Gelo maseya muzakereyê hat avakirin em reviyan? Mafê zimanê dayikê hat dayîn em li dij derketin? Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat avakirin me qebûl nekir? Girtîgeh hatin valakirin me qebûl nekir. Riya siyaseta demokratîk hat vekirin em tevli nebûn? We hêj benda ji sedî 10 ranekirineye, tu ji kê re dibêjî çi?
DI DESTÊ ME DE BELGE HENE
Gelo çi soz hatin dayîn û nehatin cih?
Belgeyên ku em li ser axivîn û em li ser bûn mutabik hene. Rêber Apo ev pêş xistin û di 13’ê Sibata 2013’an de ji hemû astên rêxistinê re name şand. Nêrîna wan xwest. Di van belgeyan de sê protokolên cuda hene. Ev di pêşerojê de dê bên weşandin. Dê rayagiştî bibîne. Kê sozên xwe neanîne cih dê wê demê bi awayekî zelal bê dîtin.
Di van belgeyan de çi hene?
Xalên ku çarseriya pirsgirêka Kurd esas digirin hene. Bi awayekî protokol 1, protokol 2, û protokol 3 hatiye amadekirin. Di bin sernavên pêngavên ku baweriyê zêde dikin, pêngavên qanûnî û makeqanûnî û pêngavên pratîkbûnê metneke mutabakatê bû. Li gorî vê piştî danezana Newrozê hikûmet li gorî ruhê pêvajoyê pêşnûmeyekê pêşkêşê meclisê divê bikira. Meclis ligorî xwedî derketina pêvajoyê dê biryar bigirta. Bi vê biryarê re gerîla dê ji qadên şer derketiba. Li gorî prosedureke qanûnî û heyetên çavdêr dê gerîla derketiba. Yek rêbaz tenê ne dersînor bû. Dikaribûn li hinek nokteyên Bakurê Kurdistanê jî biciviyane. Ev jî altenatîf bûn. Dîsa dê komîsyoneke çareseriyê bihata avakirin. Girêdayê vê komîsyona Aqilmendan dê bihata avakirin. Ev hemû divê di meha Nîsan û Gulanê de pêk bihata.
Komîsyonek di bin banê meclîsê de hat avakirin û heyeta aqilmendan jî hat avakirin?
Li gorî xwe komîsyonek ava kirin û heyeta aqilmendan ava kirin. Lê ji derveyê me li gorî xwe ava kirin.piştre jî ji xwe me dît ku tiştek derneket. Di esasê de piştî vê divê bi me re komîsyonên hevpar bihata amadekirin. Divê sererastkirina pêvajoya qanûnî bihata kirin û meclîs jî dê neketiba betlanê. Heta payîza 2013’an pêvajoya qanûnî bi qedya. Piştre dê pratîkbûna vê bihata kirin. Piştre jî dê girtî bihatana berdan û yên Ewropa û yên çiyê vegeriyana.
Ev hemû di protokola navbera Abdullah Ocalan û dewletê de derbas dibin?
Belê pêvajo dê wisa birêve biçûya. Ev hemû divê di çarçoveya protokolê de pêk bihata. Serok wiha digot;Ger ku her du alî destê xwe zû bigirin dê heta dawiya sala 2013’an de ev kar dê biqede. Ger hikûmet li tiştên hatin diyarkirin xwedî derketiba di sala borî de me dê ev pirsgirêk çareser bikira. Di Newroza îsal de dê nokte lê danîna. Lê hikûmetê tiştek nekir. Ji Meclisê biryarek derneket. Li gorî xwe heyet avakirin. Li gorî xwe pêngav avêt. Hemû eve.
BI RÊBAZÊN SERDEMA NAVÎN PIRSGIRÊK NAYÊN ÇARESERKIRIN
Gelo ji serî de niyet ev bû?
Kê ji pêvajoyê çi fêm kiriye divê li vê binêrin. Me di vê pêvajoyê de çareseriya pirsgirêka Kurd fêm kir lê wan çareserkirina Tevgera Azadiya Kurd esas girt.Pirsgirêk ji vir dertê. Bêguman em nekarin niyetê bixwînin. Em li encamê dinêrin. Encam li holê. Tu tiştek neket pratîkê. Pêvajoya diyalogê ya 22 mehat neguherî muzakereyê. 22 mehan tenê name çûn û hatin. Ev dikarî çend mehan de bê kirin. Pisgirêkeke wisa bi çend saetan nayê çareserkirin. Em hev û din nexapînin. Divê êdî pêngavên pratîk bên avêtin.
Gelo hûn difikirin ku hûn hatin xapandin?
Tiştên pêwist me ji wan re gotiye. Hemû li holê ne. Dewlet heta niha di nava bêbiryarê de bû. Enqere biryarê nagire. Aliyek li gorî usulê çareseriyê dixwaze. Hewldanên man jî hen. Lê hinek hêj bi kodên berê yê dewletê tevdigere. Jiber vê biryarên hevpar nayên dayîn.artêşa ku demekê bê deng bû dîsa vejiya. Êdî dengê xwe bilind dike. Ev jî nîşan dide ku dewleta kur çiqas bi hêze. Ev ji AKP ne serbixweye. Bi hev re tevdigerin. Artêş niha bi bandortire.
LI BAKUR ÇARESERÎ LI ROJAVA SIYASETA ÎMHAYÊ
Kobanê li vir rolek çawa lîst?
AKP li ailyekî li Bakur li aliyê çareseriyê tê dîtin û li Rojava jî siyaseta dij kurd dimeşîne. Dijminên Kurd li Rojava bi rêxistin kir û bi ser Kurdan de bir. Her tim gotin Rojava xeta me ya sore. Di 2012’an de dema partiyê Kurd yên Rojav ali Hewlêrê li hev kirin, wezîrê karê derve yê Demî Ahmet Davutoglu çû wir û mudaxale kir. Piştre jî piştgirî da El Nusra û rêxistinên olî yê radîkal. Herî dawî çek da DAIŞ’ê û bi ser Kurdan de bir. Hemû derdê wan xistina Kobanê bû.
Pêvajo wê ji vir şûnde çawa bidome?
Bi vî awayî nameşe. Helwesta me diyare. Em dixwazin pêvajoya çareseriyê bidome. Lê divê şert biguherin. Divê şert û mercên serok Apo bên rastkirin, sekreterya û heyet bê avakirin. Li maseya muzakereyê alî wek hev runin. Heyetek bê alî rune. Dikareye heyetek navneteweyî hebe.Kî dixwaze bo çareseriyê bibe alîkar bila hebe. Her wiha em dixwazin li bin mutabakatan îmze bên avêtin.
Ev dikare wek di bin resmiyetê de bê dest girtin. çi ket ser milê me me kir.Niha her tişt di destê dewletê de ye.