AKP: Deng tunebe av jî tuneye!
Tolhildana Şaredariya AKP'yî: Deng tunebe av jî tuneye!
HACÎ GUNEŞ - KONYA 01.07.2014 07:00:22 Gundê Xelîkan ê Kulu'yê ev 15 roj in bê av e. Welatiyên ku bi salane ava ji maddeya 'asbest' a rê li ber kansera pişikê vedike bikar tînin, dema li benda ava paqij bûn, ji ava asbestî jî man. Di encama serlêdana welatiyan de, Şaredariya Kulu ya AKP'yî beriya hilbijartinan soz da ku wê ava paqij bîne. Li gund amadekariya anîna avê hat kirin û şaredariyê di tevahiya pêvajoya hilbijartinên herêmî de propaganda vê kir. Tevî ku şebeke amade ye jî, rayedarên şaredariyê bi hinceta 'diravdanî nîne' şebekeya avê venakin. Welatiyên li benda ava paqij bûn, vê gavê ji ava asbestî jî mane. Welatiyên ku bi rojane bê av mane û hêviya xwe ji şaredariyê qut kirine, li pêş mala xwe bîr kolandine û bi sondajê avê derdixin. Xelîkanî dibêjin; ji ber ku di hilbijartinê de wan dengê xwe dane BDP'ê, Şaredariya AKP'yî bi avê wan ceza dike.
Şaredariya Kulu ya AKP'yî, tax û gundên deng nedane wê, hewl dide bi avê terbiye bike. Gundê Xelîkan ê ser bi navçeya Konya Kulu'yê, di hiblijartinên herêmî yên 30'ê Adarê de dengê xwe ji bo BDP'ê bikar anî û nêzî ji sedî 80 ê deng ji BDP'ê re hat dayîn. Diyare ku Şaredariya Kulu ya AKP'yî li dû tolhildanê ye, ku ev 15 roj in av li ser gundiyan birî ye. Tevî hemû serlêdanên gundiya jî bi bahaneyên weke 'pirsgirêk heye' rayedarên şaredariyê avê bernadin û gundiyan mexdûr dikin. Welatiyên ku ji bê aviyê ketine rewşeke tengav, hewl didin bi sontajê ji bîrên li ber malê xwe kolandine avê derxînin. Xelîkaniyên ku bi bîdonan avê ji bîran derdixînin û hewl didin pêwistiyên bingehîn ên mala xwe tedarik bikin, nerazîbûn nîşanî rayedarên Şaredariyê yên AKP'yî dan û destnîşan kir kirin ku şaredarî hewl dide tola hilbijartinê hilîne.
LI BENDA AVA PAQIJ BÛ LÊ JI AVA 'ASBESTÎ' JÎ MAN
Welatiyên ku bi salane ava ji maddeya 'asbest' a rê li ber kansera pişikê vedike bikar tînin, dema li benda ava paqij bûn, ji ava asbestî jî man. Di encama serlêdana welatiyan de, Şaredariya Kulu ya AKP'yî beriya hilbijartinan soz da ku wê ava paqij bîne. Li gund amadekariya anîna avê hat kirin û şaredariyê di tevahiya pêvajoya hilbijartinên herêmî de propaganda vê kir. Tevî ku şebeke amade ye jî, rayedarên şaredariyê bi hinceta 'diravdanî nîne' şebekeya avê venakin. Welatiyên li benda ava paqij bûn, vê gavê ji ava asbestî jî mane. Di dema hilbijartinên herêmî de Şaredariya AKP'yî tevî ku li Xelîkanê 4 endamên meclîsa şaredariyê namzet nîşan da û encama hêvî dikir bi dest nexist, şebekeya nû ya avê da rawestandin, şebekeya kevin a avê qut kir û bi rojane welatiyan bê av dihêle. Welatiyan nerazîbûn nîşanî rayedarên şaredariyê dan û bi gotina 'dema em li benda ava paqij bûn, em ji ava asbestî jî man' mexdûriyeta xwe anîn ziman.
'JI BÊ AVIYÊ RÎSKA NEXWEŞIYAN'
Welatiya bi navê Hatîce Aktan da xuyakirin ku ev 15 roj in ew bê av mane, hewl didin bi bîdonan avê ji bîrê bikşînin û pêwistiyên mala xwe çareser bikin. Aktan da zanîn ku ji ber tinebûna avê nexweşiyan xwe dane der û got, "Bi rojane zarokên min nikarin banyo bikin. Em nikarin sênîkên xwe, kincên xwe bişon. Ji ber bê aviyê bêhn ji derdorê tê. Zarokên me û heywanên me bi rîska nexweşiyan re rû bi rû ne. Em dixwazin şaredarî demek berî demekê ava me berde."
'EM ÊDÎ LI AVA BI KANSER DIGERIN'
Haci osman Yildirim jî diyar kir ku dema ew li benda ava paqij bûn, ji ava 'asbestî' mane û anî ziman ku bi zanebûn ew bê av tên hiştin. Yildirim ragihand ku şaredariya AKP'yî hewl dide tola hilbijartinê ji wan hilîne û destnîşan kir ku ew fêm nake ka partiyeke îddîa dike ku oldar e di meha rojiyê de hewl dide bi avê mirovan terbiye bike. Yildirim got, "Ev partiya ku qaşo oldar e, di meha rojiyê de mirov mexdûr kir. Ev 15 roj in em bê av in. Mafê wan nîne ku di vê meha Remezanê de me bê av bihêlin. Di sedsala 20'an de li bajarokê me yê saetek dûrî Enqere û Konyayê ye, bê av tê hiştin û ev nayê fêmkirin. Bi salan ava bi kanser dan me. Em li benda ava paqij bûn, lê ji ava din jî man."
WELATIYÊN HÊVIYA XWE JI ŞAREDARIYÊ QUT KIRINE BÎRÊ DIKOLIN
Welatiyên ji şaredariyê hêviya xwe qut kirine, li ber malên xwe bi sondajê bîrê dikolin û hewl didin avê derxînin. Welatiyê bi navê Aşîr Akbaş da xuyakirin ku ji ber hemû serlêdanên wan ên ji bo avê li şaredariyê bê encam mane, ew hewl didin bi kolandina bîrê li ber mala xwe, pirsgirêka xwe ya avê çareser bikin. Welatiyê bi navê Kemal Bîçer jî diyar kir ku di serdema teknolojiyê de ew avê peyda nakin û hewl didin bi derfetên xwe ava xwe tedarik bikin. Welatiya bi navê Rahîme Yildirim jî anî ziman ku demeke beriya hatina xizmên wan ji Ewropayê av hatiye birîn, ew vê manîdar dibîne û anî ziman ku bi rojane av nîne ku ew diranê xwe jî bişon.