1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. AKP dibêje em dê şer berdewam bikin
AKP dibêje em dê şer berdewam bikin,akp,dibêje,em,dê,şer,berdewam,bikin

AKP dibêje em dê şer berdewam bikin

Parlementerê BDP'ê yê Edeneyê Murat Bozlak: Hikûmeta AKP'ê di çareseriya pirsgirêka kurd de tu gav neavêtiye û di şer de israr dike

A+ A-

EDENE (DÎHA) - Parlementerê BDP'ê yê Edeneyê Murat Bozlak, diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di çareseriya pirsgirêka kurd de tu gav neavêtiye û di şer de israr dike û wiha got: "Kilît li deriyê Brêz Ocalan xistin. Nêzî 400 rojin hevdîtin nayê kirin û tu agahî jê nayê girtin. Hevdtina bi Brêz Ocalan re qedexe kirin û tecrîdê giran dikin. Ev peyama 'Em aştiyê naxwazin e'. Lê em dê di aştiyê de israr bikin."

Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê beriya 2'emîn Kongreya 14'ê Cotmeha ku li Salona Ahmet Taner Kişlali pêk bê, bi tevlêbûna rêveberên BDP'ê yên Bajar û navçeyan li avahiya Bajar civîn pêk anîn. Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Parlementerê BDP'ê yê Edeneyê Murat Bozlak aşivî û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di çareseriya pirsgirêka kurd de tu gav neavêtiye û di şer de israr dike û wiha got: "Kilît li deriyê Brêz Ocalan xistin. Nêzî 400 rojin hevdîtin nayê kirin û tu agahî jê nayê girtin. Hevdtina bi Brêz Ocalan re qedexe kirin û tecrîdê giran dikin. Ev peyama 'Em aştiyê naxwazin e'. Lê em dê di aştiyê de israr bikin. Gelê kurd netew e, mafê wî yê neteweyî êdî ji aliyê navneteweyî ve tê qebûl kirin. "

Ji avakirina komarê heta niha kurd tên înkarkirin

Bozlak, anî ziman ku heta niha tu daxwazên kurdan li Tirkiyeyê nehatiye qebûlkirinû her tim daxwazên kurdan rastî înkar û îmhayê tên. Bozlak, destnîşan kir ku ligel polîtîkayên înkar û îmhayê gelê kurd her tim li dijî van polîtîkayan serî hildaye û di ber xwe daye û wiha got: "Mafê gelê kurd ê rewa ji avakirina komarê heta niha tê înkarkirin. Bi peymana Lozanê kurd hatin perçekirin û mafê wan ji destê wan hate girtin. Makeqanûna Tirkiyeyê li ser polîtîkaya înkarê hatiye avakirin. Her tiştî wekî tirk qebûl dike. Hemû daxwazên kurdan li kurtan tên qedexekirin û tên înkarkirin.

'AKP'ê tu gav neavêtin

Bozlak diyar kir ku gava AKP di 2002'yan de hate desthilatdariyê, ji feraseta Kemalîzmê dûr bû, lê wekî wan qewmên din înkar nake xwe da nîşan, helwesteke wisa nişan da ku tenê ew ê pirsirêkê çareser bike û bi vê hêvî daye gel. Bozlak da zanîn ku AKP bi feraset înkarê ev 10 sale li desthilatdariyê ye û ev tişt got: "AKP ji hêla çaresekirina pirsgirêkê de tu tişt nekiriye. Çi dike, wekî berê operasyon hê jî berdewam in. Di navbera operasyonên ku AKP li dardixe û yên ku di dema Tansû Çîllerê de pêk dihatin de çi cûdahî heye? Hê zêdetir bombeyan dibarîne. Me berê cenazeyên gerîlayan teşhîr dikirin. Lê niha 5 cenazeyên hatine Edenê malbat nikarin teşhîr bikin. Bi testên DNA'yê tên teşhîrkirin."

'Aştiyê naxwazin'

Bozlak destnîşan kir ku gelê kurd yê suriyê dibin banê PYD'ê tê gel hev û xwe bi rêxistin dike. Bozlak bilêv kir ku ew piştgirî didin têkoşîna gelê kurd yên Suriyeyê. Bozlak bal kîşand ser tecrîda giran kirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: " Mifte xistine deriyê Ocalan. Ev qasî 400 rojane hevdîtin hatine qedexekirin û kirine dibin tecrîdê de. Dibêjin em aştiyê naxwazin. Ev yek peyama ku emê şer bi domînine. Hûn li kadroyên hikûmetê dinêrin. Bivan kadroyan pirsgirêk nayê çareserkirin." Piştî axaftina Bozlak çûn navenda BDP'ê û perspektîfên kongreyên hatin xwedin û civîn bi dawî bû.

(aw/mae)