1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. AKP dixwazê di nav gelê kurd û saziyên wan de nakokiyan derxe
AKP dixwazê di nav gelê kurd û saziyên wan de nakokiyan derxe,akp,dixwazê,di,nav,gelê,kurd,û,saziyên,wan,de,nakokiyan,derxe

AKP dixwazê di nav gelê kurd û saziyên wan de nakokiyan derxe

A+ A-

HASAN YOLDAŞ

AMED (DÎHA) - Projeya ku li Amedê ji bo veguherandina ava baranê tê meşandin, ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve dan Şîrketa ÎNTÎM'ê ya ku xwediyê we di salên 90'î de bi tevlêbûna karên qirej tê nasîn. Bi vê yekê jî tê xwestin ku di nav gel û Şaredariya Mezin a Amedê de nakokiyan derxin. Serokê Daîreya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) M. Harun Vural diyar kir ku di aliyê standin û sekinandina projeyê de tu înîsiyatîf û peywira wan tune ye.

Dewleta tirk bi salan e polîtîkayên xwe yên qirej ku di nav kurdan de dimeşîne bênavber berdewam dike. Di wan salên dawî de jî hikûmeta AKP'ê wan polîtîkayên xwe bi riya hin kesên ku di salan 90'î de li hember têkoşîna gelê kurd tevlî karên qirej bûne dimeşîne. Li Amedê jî bi taybetî hikûmeta AKP'ê wan karên xwe bi ser riya Şîrketa ÎNTÎM'ê pêşve dibe. Xwediyê Şîrketa ÎNTÎM'ê jî Mehmet Emîn Altindag e. Altindag ji aliyê gel ve kesekî ku di salên 90'î de li hember têkoşîna azadiyê kar û xebatên qirej meşandiye tê zanîn.

AKP'ê bi zanêbûn îhala dide kesên tevlî karên qirej buyî

Mînaka herî ber biçav a li Amedê derbarê projeya veguherandina ava baranê de ya ku ji aliyê Îdareya Av û Kanalîzasyon a Amedê (DÎSKÎ) ve ji Neteweyên Yekbûyî (NY) hat xwastine. NY'ê di tekîldarî projeyê de 23 milyon euro pere veqetand û pejirand. Piştî qebûlkirinê projeyê, îhaleya we hat kirin. Îhale jî ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ya Tirkiyeyê ve hat kirin û meşandin. Îhalê ji aliyê şîrketeka li Avusturyayê kar dike ya Şîrketa POR BAU ve hat girtin. Di çarçoveya projeya ava baranê de ji sedî 85 ji aliyê NY'ê ve hîbe hat dayîn û ji sedî 6 Wezareta Hevirdorê û Bajar ve, ji sedî 9'ê jî ji aliyê DÎSKÎ ve hat peşwazî kirin. Kontrola projeyê jî ji aliyê şîrketa ku li Fransiz a SAFEGE tê kirin.

Dixwazin bi awayekî zanê di nav gel de nakokiyan derxin

Lê bi destê derdorên revebirên hikûmeta AKP'ê bi riya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê ve dan fîrma taşeron ya ÎNTÎM e. Tê gotin ku xwediyê Şîrketa ÎNTÎM'ê jî Mehmet Emîn Altindag di salên 90'î de di nav kar û barên JÎTEM'ê de cih girtiyê û tevlî gelek bûyerên qirej bûye. Hikûmeta AKP'ê jî bi taybetî kesên wiha tên nasîn di kar û barên wisa de bi kar tîne û ji bo di nav gel de li hemberî sazî û dezgehên kurd de nakokiyan derdixîne holê.

Dixwazin di nav gel de dubendî derxin

Welatî derbare meşandina projeyê de diyar kirin ku ew vê yekê qebûl nakin û kesên ku li hember têkoşîna wan têkoşiyane çawa dikarin ji şeradariyê îhaleya bigirin. Welatî tînin ziman ku razîbûna wan a ew kesên di salên 90'î de tiliya wan di nav karên qirej de heyî û yek û yek di nav hezên tarî û kûr ên dewleta tirk de cih girtine ew karên li Amedê tên meşandin de cih bigrin tune ye.

'Welatî li gel hassasiyêtên xwe bertekan nîşan didin'

Derbarê mijarê de Serokê Daîreya Kanalîzasyonê ya DÎSKÎ M. Harun Vural axivî û diyar kir ku projeya ku ji aliyê şîrketa ÎNTÎM'ê ve di sibata 2013'an de hat destpêkirin niha li nav kolan û kuçên ku li navênda Amedê li ser riya kar û xebatên xwe dimeşîne. Vural dest nîşan kir ku di nav welatiyan de wekî ew projeya ji aliyê Şaredariya Mezin a Amedê ve hatiyê îhalê kirin û meşandin tê zanîn. Vural bilêv kir ku di wî warî de jî welatî ligel hesasiyêtên xwe li hemberî şaredariyê bi bertêkên xwe nîşan didin.

'Ji bo seknandina projeyê tu înîsiyatîf di deste me de tune ye'

Vural anî ziman ku ji ber welatî yek û yek nizanin ew projeya ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê hatiye kirin û ne di bin kontrola şaredariyê de. Vural da zanîn ku divê proje di tîrmeha 2015'an de bê xelaskirin lê bi lewazî pêşve diçe û wiha got: "Di çarçoveya projeya ava baranê de ji Çarikliyê de bigrin heya Bagivar, Pirînçlîk, Fakûlteya Dîcle, Karaçali û hin navendên ku li navenda Amedê hatî diyar kirin hene û li wir xebat tên meşandin. DÎSKÎ jî di wî warî de ji projeyê têne fedê digire. Lê di destê DÎSKÎ û Şaredariya Mezin a Amedê de di aliyê standin û sekinandina projeyê de tu înîsiyatîf û peywira wê tune ye."

(hy/wk)