AKP dê mudaxele bike!..
Çalakiyêçn greva birçîbûnê yên di girtîgehên Tirk de ket roja 54’emîn. Hat gotin ku hukûmeta AKP’ê plana destwerdana li grevên birçîbûnê dike.
Li gorî nûçeya rojnameya Milliyetê, Wezareta Dadê ya Tirk û Wezareta Tenduristiyê li ser dê çawa mudaxeleyê çalakiya girtiyan bikin, nivîs ji hev du re şandine. Hat diyarkirin ku ji her du wezaret li ser dermankirina girtiyan a piştî destwerdanê jî axivîne û Wezareta Tenduristiyê li ser vê mijarê dixebite.
Her wiha di nûçeyê de tê destnîşankirin ku girtiyên di greva birçîbûnê de ji qawişên qelebalix têne derxistin û ev yek jî weke amadekariya destwerdana li çalakiyê tê nirxandin.
Di dema destwerdana rojiya mirinê ya 2000 de jî mudaxeleyê girtiyan kiribûn û ji ber dermankirina şaş û ji ber ku demek dirêj bû girtî birçî bûn û zêde glîkoz hate karanîn, bi deman mehkûm seqet man û bi nexweşiya Wernicke Korsakoff ya ku tedawiya wê tune ye ketibûn.
ANF NEWS AGENCY