AKP hejmara cerdevanan zêde dike
AKP li gel xwestina aşitiyê cerdevanan zêde dike
Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya dîrokî ya nû da destpêkirin hikûmeta AKP'ê jî li Herêma Serhedê ya Bakûrê Kurdistanê kadroyên nû yên cerdevaniyê pêk anîn û çek belav kirin.
Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoya dîrokî ya nû da destpêkirin û hikûmeta AKP'ê ligel daxuyana ku çi bibe bila bibe ew dê pêvajoyê bidin meşandin li Herêma Serhedê ji bo pergala cerdevaniyê berfireh bike kadroyên nû pêk tîne.
Herî dawî di 29'ê adarê de li duryana Qaqizman-Halkişla ya Qersê leşkeran ji 28 kesên bûn cerdevan çek belav kirin. Ji cerdevanên çek jê re hatin dayîn re jî perewrdehiya leşkerî ya taybet jê re hate dayîn. Hate ragihandin ku piştî perwerdehiyê dê li gundên quntarên Çiyayê Çemçe bên peywirdarkirin.
Li gorî agahiyan, piştî 29'ê adarê li navçeya Westanê ya Wanê jî çek jî cerdevanên nû re hate belavkirin. Li gundê Pişvanîk 10, Anzak 6 û li gundên derdora balabanê jî 20 kes bûn cerdevan û çek ji wan re hatin belavkirin. Hate angaştin ku keşên çek wergirtin dest bi perwerdehiya cerdevaniyê kirin.