1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. AKP ji bo zarokan hîn bêtir girtîgehan çê dike
AKP ji bo zarokan hîn bêtir girtîgehan çê dike,akp,ji,bo,zarokan,hîn,bêtir,girtîgehan,çê,dike

AKP ji bo zarokan hîn bêtir girtîgehan çê dike

A+ A-

ÎBRAHÎM AÇIKYER - ENQERE 20.06.2014 07:00:00 Li Tirkiyeyê ku îşkence, îstîsmara zayendî û zexta psîkolojîk û fîzîkî lê her dewam e, Wezareta Edaletê ji bo hejmara girtîgehên zarokan ji 5'an derxîne 20'an xebatên xwe dewam dike. Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan bên girtin jî di wê baweriyê de ye ku ev pêkanîn wê rewşa heyî hîn bêtir bixetimîne û rê li ber tehrîbatên ciddî veke. Berdevkê Hewldanê Pr. Hasan Erdogan diyar kir ku dewletê di vî warî de heta niha gaveke berçav a bi niyeta baş neavêtiye û destnîşan kir ku ji bo rewşa li girtîgehên zarokan ji raya giştî re vebêjin ewê hin rêzeçalakiyan lidar bixin.

Raya giştî ew weke "zarokên kevir avêtin" nas kir. Li şûna ku sedema avêtina wan keviran bê lêkolînkirin û nêzîkatiyek bi vî rengî were nîşandan de, dewletê ew zarok "sûcdar" dît û bi dehan salan cezayê girtîgehê li wan birî. Girtî û hikumxwar bêguman bi tenê "zarokên kevir avêtine" nîne. Zarokên dehfî dizî û gelek sûcên bi vî rengî hatin kirin, di vê çarçoveyê de cih digirin.

Li gorî daneyan, her sal bi qasî 100 hezar zarok li korîdorên edliyeyê, kelepçeyan re rû bi rû dimînin. Her wiha li gorî van daneyan salê 10 hezar zarok li girtîgehê tên bicihkirin û hewl tê dayîn di nava çar dîwaran de bên "îslehkirin". Lê belê ev rêbaza "îslehkirinê", ji îşkence, îstîsmara zayendî, travmayên psîkolojîk pêk tê.

HEJMARA GIRTÎGEHÊN ZAROKAN JI 5'AN DERDIXÎNIN 20'AN

Wezareta Edaletê ji bo hejmara girtîgehên zarokan ên li gelemperiya Tirkiyeyê ji 5'an derxîne 18 jê girtîgehên Tîpa F, 2 jê girtîgehên bi armanca "perwerdeyê" bi giştî 20 girtîgehan, xebatên xwe dewam dike. Berdevkê Hewldana Bila Girtîgehên Zarokan Parêzer Hasan Erdogan, ku hewldan ji 32 rêxistinên civakî yên sivîl û sendîkayan pêk tê, der barê vê mijarê û hewldanên xwe de ji ANF'ê re axivî.

NIYETEKE BAŞ XUYA NAKE

Rûyekî din ê mijara girtîgehan ku nuqteyeke girîng a di pêvajoya "çareseriyê" de ye mijara girtîgehên zarokan e. Dema ji vî alî ve lê were temaşekirin divê mijar bi çi rengî were nirxandin?

Di vê pêvajoya aştiyê de ku weke pêvajoya çareseriyê tê binavkirin, li gorî me dewletê weke gaveke bi niyeta baş zarokên kevir avêtine dikarîbû serbest berda. Ji dosyayên zarokan ên di çarçoveya TMK de tên darizandin û cezayên ji salên dirêj li wan hatiye birîn, dikarÎbû destpê bikira. Tevî her tiştî jî ew zarok in. Serbestberdana wan yan jî gaveke erênî ji bo wan li aliyekî, hînê li Pozanti, Şakran, Sîncanê zarokên me di bin îşkenceyê de ne. Di meha Nîsanê de em li Girtîgeha Ceyhan a Edeneyê rastî bûyereke îstîsmara zayendî hatin. Di nava vê demê de, ji bo zarokên me, me ji dewletê ti niyeteke baş nedît.

SERDANEKE ECÊB A YAREDARÊN EWLETÊ

Dema em herî dawî çûn Girtîgeha Sîncanê, zarokan dan xuyakirin ku du rayedarên dewletê hatine bi wan re hevdîtin kirine û not girtine. Em gotina; zarokên dehfî sûc hatine kirin, bikar tînin. Me tespît kirin ku du wezîfedarên ji Şêwirmendiya Ewlekariya Gelemperiyê, bi zarokan re der barê pêvajoyê de hevdîtin kirine. Rêveberiya Girtîgehê piştrast kir. Me pirsîn ka ev kî ne. Pirsên weke "Eger hûn ji girtîgehê derkevin hûnê çi bikin? Eger hûn niha li derve bûna weyê dîsa kevir biavêtina polîsan?" li zarokan kirine.

Dema zarokan ev rewş bi me re parve kirin, em ecêb man. Destpêkê em fikirîn ku gelo ev ji UNICEF'ê hatine, ji ber ku xebateke wan a bi vî rengî wê bihata kirin. Gotine em ji karmendên Wezareta Karên Hundir in. Nasnameya xwe veneşartine. Bi gelek zarokan re hevdîtin kirine. Dema em bi rêveberiya girtîgehê re axivîn, ragihandin ku ji Şêwirmendiya Ewlekariya Gelemperiyê hatine û bi zarokên kevir avêtine re der barê pêvajoyê de axivîne, nêrîna wan girtine.

WEZARETÎ DI TÎPA F DE BIRYARDAR E

- Divê ev yek çawa bê şîrovekirin?

Eger ji nava dewletê jî hatibin û hevdîtin kiribin, qet nebe divê ji bo serbestberdana zarokan û ji nû ve darizandina wan gav bihata avêtin. Lê mixabin nêrîn û têgihiştina dewletê qet naguhere. Di sempozyûmeke berî mehekê li Stenbolê de, ku rayedarên Wezareta Karên Hundir jî lê amade bûn, me hemû neyîniyên girtîgehên zarokan raxistin pêş açvan lê mixabin li şûna sererastkirina rewşê derket holê ku wezaretî di pêkanînên tîpa F de bi israr e.

- Li hemberî vê hûnê rêyeke çawa bişopînin?

Li Mersînê di sempozyûmeke xwe ya di navbera 10-11'ê Gulanê de weke hewldanê me bi awayekî zelal biryar dan ku heta girtîgehên zarokan bên girtin, têkoşînê bimeşînin. Me biryar dan ku heta ragirtina zarokan bê bidawîkirin û dawî li vê şerma li zarokên me tê kirin bê anîn, çi ji destê me bê emê bikin.

JI BO ZAROK AZAD Û KÊFXWEŞ BIN...

- Di dema pêş de ji bo balê bikşînin ser mijarê, plansaziyeke we ya çalakiyan heye?

Li Stenbolê di nava meha Hezîranê de em difikirin konserekê lidar bixin. Nameyên zarokan wê ji aliyê hunermendan ve bên xwendin. Me biryar dan li Amedê di Îlonê de mîtîngeke mezin lidar bixin. Ji her devera em lê de beşdarî wê li vê mîtîngê were kirin, dûre jî li Enqereyê dibe ku meşek pêk were. Ji ber ku bûyerên li girtîgehên zarokan tên jiyîn, travmayên gelekî giran in. Me rapora Girtîgehên Zarokan ên li Tirkiyeya 2014'an parve kirin. Zêde nehat nîqaşkirin. Şahidên zarok hene. Wê bê dîtin ku çiqasî travmayeke giran bandoreke giran li zarokan dike.

Li plansaziya xwe ya çalakiyan me pêkanîna sempozyûm û komxebateke li Enqereyê zêde kirin. Me biryar dan di komxebatê de li ser zarok û sûcdariyê xebatê bimeşînin. Ji ber ku di nava raya giştî de gotinên zarok û sûc hînê zelal nebûne. Di mijara girtîgehên zarokan de dema raya giştî behsê dike dibêje "zarok neketibûna girtîgehan wê baş bûya" lê belê gotinên zarok û sûc bi hev re bikar tînin. Di komxebata xwe ya li Mersînê em bi taybetî li ser gotina sûc rawestiyan. Sûcê îro dikare sibê ne sûc be. Sûcê ji bo mezinan sûc e, ji bo zarokan dibe ku ne sûc be.

JI BILÎ CEZAKIRINÊ NÊRÎNEKE DIN NÎNE

- Hûn dikarin vê mijar yan jî gotina sûc hinekî vekin?

Mînak; dema zarokek telefonekê bidize, weke diziya mezinekî tê fêmkirin û ceza lê tê birîn. Ji ber temen biçûk ceza tê kêmkrin. Sîstema di hiqûqê de ev e. Ji ber ku ji bo zarokên kêmî 18 salî, yek ji sê parên ceza tên kêmkirin. Zarok wê telefonê weke girtinê, ne weke diziyê fêm dike. Eger camê kargehekê bişkîne û bigire dibe ku sûc be, lê belê tiştekî li ser maseyê bibîne û bi nêrîna bêxwedî ye bibe, ev yek jî weke sûcê diziyê tê dîtin. Sûc û zarok kiye? Li gelek deverên Ewropayê temenê cezagirtinê 21 sal e. Dive ev bên nîqaşkirin.

- Herî dawî tiştekî hûn dixwazin bêjin heye?

Em dixwazin bûyerên li girtîgehan tê serê zarokan ji raya giştî re vebêjin. Ji ber ku haya raya giştî jê nîne. Ser wê tê nixumandin.