AKP li Amedê bi 'Alo alîkarî' dengan dixwaze!
Li ser navê “em ê alîkariyê bidin” welatiyan tevlî vekirina buroyan dikin
10:39 27.02.2014 1 / 5 AMED (DÎHA) – Hat ragihandin ku AKP li Amedê li ser esasê “xizanî” û “alîkariyê” xebatan hilbijartinê bi rê ve dibe, li ser navê “em ê alîkariyê bidin” jî welatiyan tevlî vekirina buroyan dikin. Welatiyan diyar kirin ku bi rêya telefonan dibêjin, "Serê her dengekî wê hezar TL pere bidin.”
Hat ragihandin ku AKP welatiyên di apartmanên Kizildag, Polat 1 û M. Selîm ên li ser Caddeya Bariş de dimînin li ser esasê “em ê alîkariyê bidin” tevlî vekirina buroyê kirinê. Niştecihên taxê diyar kirin ku AKP’yî Orhan Avşîn ê rewşa wî ya maddî ne baş e di lîstikên hilbijartinan de bi kar tîne. Welatiyan got ku bi rêya Orhan Avşîn fotokopiyên nasnameyan û numarayên telefonê yên niştecihên taxê hatine wergirtin û di lîsteyên hilbijêran ên AKP’ê de hatine qeydkirin.
Welatiya bi navê Emîne Alici got ku li ser esasê "Em ê alîkariyê bidin” destpêkê navên wan hatine wergirtin û paşê gelek kes li maşîneyan siwar kirine û tevlî vekirina buroyên hilbijartinê kirine. Alici axaftina xwe wiha domand, “Min got ‘Hûn ji bo AKP’ê diçin ku derê? Zilamekî esmer jin xapandin û birin. Mirov li 4 taksiyan û 2 dolmuşan siwar kirin û birin vekirina buroyê.”
Yek ji nişteciha taxê Tenzîle Perçecî jî anî ziman ku hevaleke wê jêre gotiye ku, eger dengê xwe bide AKP’ê wê alîkariyê bidin wê û serî dengekî hezar TL wê bidin wan.
'Pêdiviya me bi alîkariya AKP’ê tune ye'
Yek ji nişteciha taxê Makbule Kaya jî diyar kir ku kesek hatiye mala wan û li ser esasê “Wê AKP alîkariyê bide we” agahiyên nasnameyên wan hatine xwestin û ji wî kesî re gotine ku pêdiviya wan bi alîkariyê nîne. Kaya got, "Pêdiviya me bi alîkariya AKP’ê tune ye.” Welatiya bi navê Fatma Fîdan jî anî ziman ku dixwazin wan bixapînin û wiha axivî, "Hatin mala me. Ji bo hilbijartinan alîkariyê dikin. Bi min re axivîn. Min ji wan re got ku dengê min ê min e, yê we jî yên we ne û min derî girt.”
Rêxistina AKP’ê ya Rezan da xuyakirin ku têkildarî îdîayan wê paşê daxuyaniyê bidin.
(yş/mae)