'AKP li şûna komirê keviran belav dike'
HAMZA GUNDUZ Komura ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve ji malbatên hewcehiya wan bi alîkariyê heyî tên belavkirin dibe sedema qirêjiya hawirdorê û di gelek torbeyên komurê de kevirên weke komurê derdikevin. Welatî ji ber komurên diavêjin sobeyan de diteqin talukeyên cidî derbas dikin. Ligel hemû hewildanên şaredariyê komura piranî di çêkirina hilberînên pişeyî de tê bikaranîn li bajar belavkirina wê berdewam dike.
Komura bêqetîle ya ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve li herêmê belav dike dibe sedema qirêjiya hewayî û tenduristiya mirovan neyînî bi bandor dike û di gelek torbeyên komurê de jî li şuna komurê kevir derdikevin. Welatî bertek nîşanî kevirên rengê wan weke komurê lê piştî diavêjin sopeyan diteqîn fêm dikin komur na kevir in, didin. Jina bi navê Sultan Gunduz a ku komura ji bo bişewîtine avêtiye sobeyê serê sibê weke kevir ji sobeyê derxist diyar kir ku kevirên di nava sobeyê di teqîn dibe sedema talukeyan û ji ber vê yekê diltirs in. Gunduz, anî ziman ku di bin navê alîkariyê eziyetê li wan dikin û wiha got: "Weke hun dibînin li şuna em xweliyê ji sobeyê derbixin kevir derdikevin. Alîkariya mi me re dikin ev e. Em weke komur diavêjin sobeyê lê naşewite."
'Heke dê alîkariyekî wisa bikin bila nekin'
Jina bi navê Şehrîstan Duran a ku li taxa Bîçer rudine jî diyar kir ku komura belav dikin kevir in û wiha got: "Ji me re li şûna alîkariyê kevir belav kirin. Weke komurê ne lê dema em diavêjin sopeyê naşewite û bêhnekî gelek nebaş jî belav dike. Heke dê alîkariyekî wisa ji me re bikin bila nekin hêj baştir e." Jina bi navê Hazal Duran a ku li heman tax dijî jî xweliya bi kevir a ku her roj dibe ser çopê nîşan da û wiha got: "Ev komur me hemûyan jehrî dike. Bila wisa alîkariyê ji me re nekin. Hem gerim nakin, hem kevir dinava izgarayên sobeyê dibînin û hin caran jî di sobeyê de diteqin."
Keyayê gundê Qewalê Arîf Duman jî diyar kir ku komura li gundan jî belav dikin wisa ye û ev yekê ji rayedaran re gotiye û wiyha got: "Rojên borî me ev mijar bi keyayên din re ji alîkarê walî re got. Di torbayen de ji sedî 80 kevir derdikeve. Hemû gelê me ev yek dît. Em weke keya jî zêde li ser ranewestiyan. Ji xwe dewletê hemû alîkarî birîn. Tenê ve komure man. Vê komurê jî li ocaxên Şirenxê yên herî nebaş tînin. Em dê ji ber serma û komura nebaş nexweş bibin. Walîtiyê soza dê komura hêj bi qelîte bînin da. Lê heta niha tu pêşketin çênebûn e."
'Komura li bajar neyê belavkirin tê balavkirin'
Midûrê Hawirdorê yê Şaredariya Colemêrgê Naîf Yaşar, diyar kir ku ji wan re jî giliyên kevir di nav komura walîtî bi armanca alîkariyê li Colemêrgê belav dike derketin hatin û wiha got: "Komura walîtî ji welatiyan re belav dike qelîteya wê gelek kêm e. Di şertên asayî de divê ev komur nekeve bajar. Me weke şaredariyê ji bo ev komur nekeva bajar di 8'ê tîrmeha 2011'an de mijar anî rojeva meclîsa şaredariyê û ji pêşiya vê yekê bigirin me di encumeniyê de biryar derxist. Lê Endamê Meclîsa Şaredariyê Serbest Demîr ê ku wê demê li nokteya Lêgerînê ya Depînê hate peywirdarkirin ji ber ku peywira wî ya wesayîtan rawestîne tunebû kamyonên komura nebaş tînin dikevin bajar û wê komurê li welatiyan belav dikin. Mixabin ji ber ku Midûriyeta Bajar a Bajarvanî û Hawirdorê jî kontrolan nake rewş hate vê astê. Komura ji Şirnexê tê gelek nebaş e. Di nav de kevir derdikevin. Ev komur zirarê didin tenduristiyê. Em weke şaredarî bi tena serê xwe bixwazin jî em pêşiya wê nikarin bigirin."
'Ev komur ji bo li malan bên bikaranîn guncav nîn in'
Nûnerê Odeya Endezyarên Madenê yê Şirnexê Fatîh Dursun ji diyar kir ku di şertên asayî de ev komur ji bo ku li malan bê bikaranîn guncav nîn e. Dursun, anî ziman ku ji vê komurê re dibêjin "Komura Asfaltîk" li sanayî, boyax, kauçuk û lastîkê de tê bikaranîn û wiha got: "Komurên li herêmê weke alîkarî tên belavkirin 2 demarên wê yên bingehîn hene. Ocaxên komurê yên li herêmê ocaxên berê Şuxilandina Komurê yên Tirkiyeyê bikaranîn û pişt re jî bi riya arizîkirinê ji gel re hatin îhalekirin. Di demên dawî de fîrmayên taybet ên bazirganiyê van ocaxan bikartînin û damarên keviran ên dora komurê dipêçin jî tevlî komurê dikin. Ez bawernakim ku vê yekê zanebûn tê kirin. Ji ber ku kevirinên li herêmê rengê wan weke komurê ye."
‘Em weke waqif tenê ji belavkariyê berpirsiyar in'
Midûrê Waqfa Piştevan û Alîkariya Civakî yê Colemêrgê Saît Abdullahoglu jî diyar kir li bajar 9 hezar ton komur hate belavkirin û îdîa kir ku piranî komur baş in û wiha got: "Me weke waqif îsal li bajar 9 hezar ton komur belav kir. Ev komur ji Midûriyeta Kontrolê ya Sîlopiyê ji aliyê Înşaata Fer ve tên bajar me. Em weke weqif bi kirîn û qelîteya komurê re eleqedar nabin. Tenê em berpirsiyarê komurê ji malbatan re belav bikin in."
(bd/mae)