AKP'yiyê dikin şaredarê Serêkaniyê kî ye?
SERÊKANIYÊ 02.04.2014 06:27:57 Menderes Atîlla yê AKP'ê bi awayekî gumanbar kir şaredarê Serêkaniya Serxetê, par wêneyê wî yê bi çeteyan re hatibû kişandin. Di demeke ku desthilatdariya AKP'ê senaryoyên ji bo destwerdana li Sûriyeyê diafirîne de, ferzkirina Atîlla li Serêkaniyê rê li ber tengezarî û gumanan vekir.
Navçeya Riha Serêkaniyê, ji ber ku di navber wê û Serêkaniya li Rojavayê Kurdistanê de rêya trenê derbas dibe ji aliyê Kurdan ve weke "Serêkaniya Serxetê" tê qebûlkirin.
Ev der ji aliyê rejîma AKP'ê ve ji sala 2011'an û vr ve ji ber şerê li Sûriyeyê ji bo çeteyan weke baregehekê hat pêşkêşkirin. Liv û tevgera çeteyan a li ser xeta sînor û derfetên Tirkiyeyê yên ji bo bicihbûnê ji çeteyan re hatiye dayîn, dayîna alîkariya fînansman û leşkerî, bi belge, mikurhatin, şahid û dîmenan gelek caran hatin aşkerakirin.
Hêza leşkerî ya Rojavayê Kurdistanê YPG'ê di 16'ê Tîrmeha 2013'an de çeteyên El Qaîdeyê bi temamî ji Serêkaniyê derxistin û deriyê sînor ewle kirin. Piştî vê yekê rejîma AKP'ê beşek ji vî karê xwe yê qirêj neçar mabû derbasî sînorên din bike.
Di demeke ku êrîşên giran li hemberî Kurdan hatin kirin de, namzetê AKP'ê Menderes Atîlla bi encamên çete re wêne kişandibû. Wêneyên di Tebaxa 2013'an de hatin kişandin, ji aliyê Şaredarê berê yê Serêkaniyê yê BDP'ê Îsmaîl Arslan ve hatibû weşandin. Arslan gotibû, "Ev yek sûc e. Vana li otelan, li malên polîsan vedihewînin. Hingî şerekî bi PYD'ê re tinebû. Lê belê dîsa jî di sînor re dihatin derbaskirin, li deverekê dihatin xwedîkirin û parastin."
Di yek ji wêneyên bi rêya înternetê hatin belavkirin de wekîlên AKP'yî bi çeteyan re li gel hev xuya dikirin. Parlamenterên AKP'ê yên Rihayê Seydî Eyyupolgû û Abdulkerîm Gok, Menderes Atîlla yê AKP'yî û lîderê çeteyan Nawaf El Beşîr di heman wêneyî de bûn. Di wêneyê li buroyekê hat weşandin de Nawaf El Beşîr di navbera Eyyupoglû û Atîlla de radiwestiya. Di wêneyekî duyemîn de jî namzetê AKP'ê Menderes Atîlla û rêveberên AKP'ê yên navçeya Serêkaniyê, bi çeteyên El Nûsra re hevdîtin dikirin.
Nawaf El Beşîr yek ji aktorên bingehîn ên êrîşên Mijdara 2012'an ên li hemberî Serêkaniyê bû. Nawaf El Beşîr, ku di heman demê de lîderê eşîra Bakkara ya herêma Deyr Ezzor bû, li gorî îdîayan di civîneke bi wezîfedarê MÎT'ê û sûbayên Tirk a sala 2012'an de amade bû, ku tê de planên êrîşa li dijî Serêkaniyê hatibû amadekirin. Hatibû ragihandin ku ji bo vê planê dewleta Tirk 2 mîlyon dolar budçe veqedandibû.
Derketibû holê ku di Mijdara 2012'an de sê roj beriya êrîşa li hemberî Serêkaniyê, yanî di 18'ê Mijdarê de Nawaf El Beşîr bi lîderên Guraba El Şam û Eniya El Nûsra ya nêzî El Qaîdeyê re hevdîtin kiribû. Mijara hevdîtinan valakirina gundên Kurdan, daxistina alên Kurdan û astengkirina banga "vegera li malê" ya Desteya Bilind a Kurd bû.
Di 23'ê Kanûna 2012'an de, Nawaf El Beşîr jî di nav de lîderên 70 eşîran û fermandarê Artêşa Azad a Sûriyeyê, bi mêvandariya Komeleya Çand û Piştevaniya Ereban a li Rihayê (ARAPDER) li Otela Harranê hatibûn cem hev.