'AKP’ê em bi kar anîn'
Li Ewropayê gotûbêjên 'AKP’ê em bi kar anîn'
Komîsyona YE’yê dê roja çarşemê bê vekirin û tê payîn ku rexneyên tund li hukûmeta AKP’ê kirin. Beriya Rapora Pêşveçûnê ya Tirkiyeyê ya 2012 rewşa Enqereyê li Ewropayê tê gotûbêjkirin. Rojnameya Alman Berliner Morgenpost diyar kir ku AKP’ê ji bo li hemberî artêşê xurt bibe, YE’yê bi kar aniye û aşkere kir ku êdî di rojimêriya xwe de cih nade endamtiya YE’yê jî.
“Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tu pêşketinek nû çênebû. Pêşîlêvekirina demokratîk a ku di 2009 de hate destpêkirin xetimî. Operasyon zêde bûn. Operasyonên di bin navê operasyonên KCK’ê de bi berfirehî berdewam dike. Tenê ne tenê hilbijartî û siyasetmedar, gelek parêzvanên mafê mirovan, zanyar, sendîkavan hatin girtin.
Ji bo betalkirina mafê destnedana parlementeran a wekîlên BDP’ê, bi sedan dosya hatine amadekirin. Di êrîşa li Qilabanê de 34 kesên sivîl hatin qetilkirin. Ji bo bûyerê lêpirsînek zelal û cidî nehate kirin. gumanên li ser binpêkirina mafan zêde bûn. Ji bo berpirsên siyasî yên komkujiya Qilabanê heta niha tu hewl nehatiye dayîn, rayedarên siyasî û leşkerî lêborînek nexwestine. "
Tê payîn ku ev rexneyên tund ên der barê terora dewletê de, di Rapora Pêşveçûnê ya Tirkiyeyê ya 2012 de ya Komîsyona Yekitiya Ewropayê ku dê roja çarşemê vebe, li Tirkiyeyê bên kirin. Li gorî pêşnûmeya dawî ya ku raporê ya ku ketiye destê çapemeniyê, dê Bruksel hişyariyên herî tund ên van salên dawiyê li Enqereyê bike.
"DI ROJNIVÎSA AKP’Ê DE YEK TUNE"
Di raporê de ji bilî pirsgirêka Kurd, ji ber dozên Balyoz û Ergenekonê, mafên kêmaran, azadiya çapemeniyê û gelek mijarên din, AKP tê rexnekirin. Tenê di mijarekê de pensê wê tê dayîn ew jî ku ew e ku hêza sivîl a li ser artêşê zêde kiriye. Lê ev yek jî di çapemeniya Ewropayê de bi awayê “AKP ji bo bihêzbûnê reformên YE’yê bi kar anî” tê şîrovekirin.
Herî dawî, rojnameya Alman Berliner Morgenpost bi sernûçeya “Tirkiye ji YE’yê dûr ket” aşkere kir ku AKP’ê bi desteka YE’yê bandora artêşê kêm kir, ji ber wê jî êdî tu derdê wê yê ketina Ewropayê nemaye. Rojnameyê nivîsand ku AKP bi reformên YE’yê bi hêz bûye û armanca Erdogan a nû ew e ku hegemonyaya xwe li ser Rojhilata Navîn û Balkanan bide avakirin. Rojnameyê bi bîr xist ku dema Qibris serokatiya YE’yê kir, Tirkiye bi awayek cidî ji YE’yê dûr ket û ev şîrove hate kirin:
"Tê dîtin ku ji polîtîkayên xwe yên derve yên ketina YE û bi cîranan re ‘sifir pirsgirêk’ û ji Ewropayê dûr ketiye. Erdogan hedefa 2071 aşkere kir, lê qet behsa hedefa YE’yê nekir û aşkere kir ku dê Tirkiye deriyê xwe yê ber bi cîhana Îslamê ve vebike. Heman rojê Serokkomar Abdullah Gul da zanîn ku dê Tirkiye rêya xwe ya ber bi YE’yê ve bidomîne. Tê dîtin ku di potîkayên derve yên Tirkiyeyê de valahiyek mezin heye.”
TIŞTÊN AKP JI YE’YÊ WERBIGIRE QEDIYA
Yekem nêrîna “AKP’ê, YE’yê bi kar anî”, Parlementerê Partiya Keskan a Alman Mehmet Kiliç di hevpeyvîna dabû ANF’ê de anî rojevê. Kiliç bal kişandibû ser aliyên dişibin hev ên rejîmên Erdogan û Pûtîn û dabû diyarkirin ku êdî destahilatiya AKP’ê ya Tirkiyeyê dest ji endamtiya YE’yê berdaye û lê nikare vê yekê bêje. Mehmet Kiliç wiha gotibû:
"AKP li vir bi awayek stratejîk nêzîk dibe. Berê, endamtiya YE’yê ji bo AKP’ê firsendek baş bû. Mînak, ji bo kêmkirina hêza leşkerî. Bi ya min, tişta ku ji YE’yê giritn, girtine. Ango reforman ji bo xwe bi kar anî. Niha YE nikare AKP’ê girêbide. Çima? Ji ber ku YE di heman demê de daxwaza azadiya çapemeniyê dike, girtîgehan kontrol dike, dixwaze ji bo mafên kêmarên pêngavên cidî bên avêtin.
Wisa dixuyê ku ji tu sedemek nemaye ku AKP ji bo pêvajoya endamtiyê hewl bide. Gava mirov tiştek îdîayek dike, divê zêde lê nenêre, bi daneyên di destê xwe de biaxive. Ez qala daneyekê bikim. Rojanmeya Financial Times di sala 2010 de ji bo Tirkiyeyê rûpelek veqetandibû. Li gorî agahiyên li wir, YE ji bo madeyek a ji bo çandiyê ji Tirkiyeyê dipirse, lê gelek me derbas dibin û Tirkiye bersiva vê yekê nade. Agahî nade. "
ANF NEWS AGENCY