AKP´ê Wanê kavil kir BDPê ava kir!
AKP’ê kuçeyê Wanê kavil kir BDP ji nû ve ava kir!
BÎLAL GULDEM Şaredariya Wanê xebatên xwe yên li tax, kolan û kuçeyan bi hemû leza xwe berdewam dike. Piştî girtina Şaredar Kaya, şaredarî bê navber xebata xwe didomîne û li gel hemû hêza xwe xebatek bi seferberî îlan kiriye. Alîkarê Şaredarê Wanê Kemal Unver der heqê xebatên xwe de agahî dan û li hemberî gotinê Serokwezîr Erdogan bertek nîşanda. Unver, diyar kir ku di xebatê xwe de bi serkeftin dibin û bang li Erdogan kir bila were kûçeyê paş bibîne ka çewane û xebatek bi çi rengî tê meşandin.
Şaredariya Wanê xebatên xwe yê qîrkirina rê, kevirê parke yên peyarêyan û bendên rê, av û kanalîzasyonê, bi çêkirina mala çandê û bi hemû lez û beza xwe berdewam dike. Li her devera bajêr û taxan ji bo xweşikbûna Wanê rewşek awarte ya xebatê hatiye destpêkirin. Beriya Şaredar Bekîr Kaya bê girtin bernamek xebatê hatibû derxistin. Her çiqas bajêr bê Şaredarê xwe Bekîr Kaya mabe jî, xebatê şaredariyê li gel hemû astengiyên hikûmeta AKP’ê di domin. Beriya Şaredar Kaya bê girtin, şaredarî bernama salê ya xebata bajêr ku danîbû pêşiya xwe bê navber û westan ji bo gelê Wanê kedê dide nîşandan. Ekîbên şaredariyê her roja ku diçe geşkirin dide nava kuçe û kolanê taxên Wanê. Di dema erdhejê û zivistanê de mirov û wesayît nikaribûn ji ber texrîbûna riyan bi gerin. Bi destpêka demsala bihar û havînê re bernama hatibû derxistin ber bi serkeftina şaredariyê ve diçe. Xebata Şaredariya Wanê ya BDP’yî di navbera xwe û Şaredariyê berê ya AKP’ê de ku bi dizîkeriyê dihat nasîn, cûdahîkî li ber çav derdixe holê. Mînaka vê yekê jî li Taxa Xaçortê ye. Li wir ku gelek kuçe hene di dîroka Wanê de yekemîn car bi kevirê parke tê xemilandin û balkêşiyek mezin dide ser xwe. Xebata nav bajêr di şibe wek ku bajêrek ji kavilbûnê dertê û nû tê avakirin.
‘Şaredarî guh nade Erdogan’
Balkêşiyek din jî di aliyê çandê de derket holê. Ji dema berê heta niha di bin banê Şaredariya Wanê de mala çandê ne hatiye çêkirin. Li Taxa Xaçortê li ser mezinahiya 5 hezar û 416 metrekareyî mala çandê tê avakirin. Ev du sale ku înşata wê di dome, dê ber bi demsala Payîzê va xelas bibe û dê bikeve meriyetê. Bernameya xebatê şaredariyê ku wek porojeya sala 2012’an aşkere kiribû, heta niha ku li gorî projeya dabûn pêşiya xebata ku hatiye meşandin û kirin serkeftina xwe daye nîşandan. Her çiqas girtina Şaredar Kaya, di aliyê moral de tesîr li ser xebatkarê şaredariyê kiribe jî, lê di aliyê meriyetê û xizmetê de qet nebûye. Piştî hatina Serokwezîr Erdogan a Wanê wek her tim dîsa Şaredariyê BDP’yî kir nîşana xwe. Li gel hemû şaredariyan pêşî ya Wanê kir hedefa xwe. Şaredariyê Wanê jî qet guh nade Erdogan û bi hemû hêza xwe ji gelê Wanê re xizmet dike.
Şaredarî li pêş bernameya xwe ye
Her roj cihê ku xebatê şaredariyê lê tê meşandin, ji aliyê Alîkarê Şaredarê Wanê Kemal Unver ve tê venêrandin. Unver ji ajansa me DÎHA'yê re axivî û derbarî projeyên ku dabûn destpêkrin û li hemberî gotinê Serokwezîr Erdogan bertek nîşan da. Unver, diyar kir ku beriya 9 mehan du erdhejê mezin pêk hatin û wiha got: “Eniyên ji me dûr gotin erdhej çê bûye û Wan xelas bûye. Şaredariya Wanê êdî nikare bi xebite û ketiye rewşa nexebatê. Ew kes ketin nava hesabek wisa. Ji bo hesabê xwe bixin meriyetê, li Wanê erdhejek 3’mîn pêk anîn. Di encamê de Şaredarê me Brêz Bekîr Kaya û hevalê me girtin. Ji xwe re gotin emê wan bigirin û mifteyên şaredariyê bixin destê xwe. Bi hesabek wisa tev geriyan.” Unver, destnîşan kir ku ew bi Şaredar Kaya re bernameyek xebatê derxistine û got bernameya wan ber bi serkeftinê ve diçe. Unver, anî ziman ku ew ji niha ve dikarin mizgîniyek bidin gelê Wanê û ew ketine pêşiya bernameya xwe û li paş nemane.
Ne teorî û siyaset ji bo wan xizmeta gel girîng e!
Unver, bi lêv kir ku ew teoriyê nakin hemû armanca wan xizmete û wiha pê de çû: “Ji bo me tiştê herî girîng û pîroz xebat e. Xebatê me bê navber di domin. Heta niha me 35 kîlometre riya bi qîr çê kiriye. 40 hezar metrekare kevirê parke hatine bi cîh kirin. Kanalîzasyon 5 kîlometre hatiye meşandin. Ji bo avê jî 10 kîlometre pêk hatiye. Heta niha ev xebata me bi dawî bûye. Bêguman ji îro pê ve jî dê bernameya me bi dome. Bernameya me da çapemeniyê, ji bilî wê jî me gelek tişt lê zêde kirin. Niha li gelek navnîşanê bajêr xebat di dome. Hefteya pêşiya me dê li gelek cihên cûda xebata nû bê destpêkirin.”
‘Bila Erdogan were kuçeyê paş bibîne ka çawaye’
Unver, bal kişand ser gotina Serokwezîr Erdogan ku “Li kûçeyê Wanê paş tiştek nayê kirin û tu xizmet nadin gel” û got ku wan kuçeyê paş jî dîtine di dema AKP’ê de. Unver, bang li Serokwezîr Erdogan kir û wiha domand: “Ez ji vir bang li Serokwezîr Erdogan dikim, û wî dawetî Wanê û kuçeyê paş dikim bila were bibîne ka çawaye. Li kuçeyê paş çi guhertin çê bûye û nebûye bila were bi çavê xwe bibîne. An jî bila were ji gelê Wanê bi pirse. Li wan kuçeya çi pêk hatiye. Em herin 3 sal berê. Tişta ku behsa wê kirine pir zelale. 3 sal berê em nikaribûn biketina kuçeyên paş. Me li kuçeyê Wanê yê paş tu xebatê nikaribû bi meşînin. Serokwezîr jî dixwaze vê tiştê bi bêje. Şaredarî bi 200 trîlyonî radestî me kirin. Wê demê ne kûçeyê paş û li tu derê xebat ne hate kirin. Li navendê jî tu tiştek ne kirin. Navend, kuçeyê derdor û paş hatin firotin. Ka kîjan parlementer û rayedarê wan li kuçeyê paş geriyan.”
Unver: Emê di Payîzê de Wanek nû pêşkêş bikin
Unver, gotina Erdogan a “Ambulansê Şaredariyê di dema erdhejê de diçûn cenazeyên PKK’yî ji morga Meletiyê di anîn vir. Lê yê gelê Wanê ranedikirin û xwedî derneketin.” bi bîrt xist û wiha bertek nîşan da: “Got ku Ambulansê me diçin cenazeyê PKK’ya tînin û seferberiyê dikin. Ez dîsa ji vir bang li Erdogan dikim. Bila were ji gelê Wanê bi pirse, heta îro me cenazeyê kîjan bira û gelê xwe Wanê li erdê hiştiye û ranekiriye. Ez vê bi aşkere dibêjim bila jê re were ragihandin. Em jê bersivê jî dixwazin.
Unver, herî dawî got ku dê xebatê wan ji bo sezona bê dê navber bi domin û hewldanê wan ewe ku di destpêka demsala Payîzê de bajarekî nû û Wanekî nû ji bo gelê Wanê pêşkêş bikin.
Cûdahiya BDP û AKP li jêrê diyar
Bûrhan Yenîgun ê AKP'î di sala 2004'an de şaredariyê ji Şahabettîn Ozarslan ê DEHAP'î bi 2,5 mîlyon TL deyn girtibû û şaredariyê bi 180 mîlyon TL radestî Bekîr Kaya yê BDP'yî kir. 'Nelirêtiya Mezin' di Adara 2009'an de dema Şaredariya Wanê ket destê BDP'ê derketibû holê. Şaredar Kaya nelirêtiya ku bi raporê hatibû selmandin, bir darazê. Ji 133 dosyayên ku derbarî nelirêtiyê hatibû vekirin derbarî 45 dosyayan biryara hewceyî şopandinê nake hatibû dayîn û 88 dosya jî hîn bi encam nebûne.
(mae)