AKP û komkujiyek bi 150 hezarî!
Hefteya borî hikumeta AKP’ê Lijneya Wezîran pêkanî bû û di lijneyê de tezmîna ji bo komkujiya Qilabanê hatibû nîqaşkirin. Her wiha hat hînbûn ku, di encama nîqaşê de biryar hatibû girtin ku wê bi 150 hezar TL tezmînatê bidin û divê xalê de pêkhatine.
Civîna Lijneya Wezîran ya hefteya borî hatî pêkanîn, mijarên di civînê de hatine nîqaşkirin, hêdî hêdî derdikevin çapemeniyê. Li gorî vê di civîna Lijneya Wezîran ya hikumeta AKP’ê de biryar hatiye girtin ku ji bo komkujiya Qilabanê tezmînatekî 100 hezar TL bê dayîn. Li gorî vê wê di çarçoveya “Zagona Teror û Ziyana ji ber Terorê derketî” wê 50 hezar TL bê zêdekirin û wê AKP bi 150 hezar TL tezmînatê hewil bide komkujiya Qilabanê bigire. Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikumetê Bulent Arinç piştî civîna Lijneya Wezîran ya di 2’ê Çileyê de daxuyaniya dayî gotibû, wê tezmînat di “çarçoveya zagonan” de demek kurt de wê bên dayîn.
ANF NEWS AGENCY