AKPê “Kurd” û ”Kurdistan” ê sansur kir
AKPê kurdan û gotina Siltan Silêman a ”Kurdistan” ji nav pirtûkên dersan deranî
Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê gotina ”Kurdistan”ê ji pirtûkên perwerdeyê yên dibistana navîn, deranî. Her wiha kurdan di nav gelên ku li Împaratoriya Osmaniyan jiyane, nîşan neda.
Pirtûka bi nave “Tarih 10” ku ji aliyê Vicdan Turan, İlhan Genç , Mehmet Çelik, Celal Genç û Şenol Türedi ve hatiye amadekirin, Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê îsal çapa wê ya 6. kir. Nameya Qanûnî Sultan Silêman ku ji Keyê Fransayê Fransua re şandiye di rûpela vê pirtûkê ya 71 de cî digire lê gotina Qanunî ku dibêje ”Kurdistan”, ji nav vê nameyê hatiye deranîn. Li gel navê Kurdistanê, navê bajarên Kurdistanê yên mîna Dîyarbekir (Amed) û Zulkadriye (Mereş) jî, hatiye sansurkirin û ji nameyê hatiye deranîn.
Tiştekî din ku di vê pirtûkê de bala mirov dikşîne; di rûpela 66an de, di beşa vegotina Osmaniyan de ku di nav de kîjan gel û civakî cî girtine, bahsa gelê kurd nayê kirin, navê ”kurd” nayê hildan.