Aksoy: Tenê rêya çiya ji kurdan re hişt
Rêxistina BDP'ê ya Agirî Kongreya xwe pêk anî. Di kongreyê de ji bo Serokatiya Rêveberiya DDP'ê ya Agirî Kasim Polat hate hilbijartin. Di kongreyê de Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, diyar kir ku ji bilî rêya çiyê tu rê ji kurdan re nehatiye hiştin.
Rêxistina BDP'ê ya Agirî 2'mîn Kongreya xwe ya Awarte pêk anî. Kongre li Salona Dahwetê ya Şaredariyê pêk hat. Di kongreyê de Parlementerê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, endamê meclîsa BDP'ê Rahmi Çelîk, Arzu Boco, Nimet Sezgîn, Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Mustafa Ozer, Serokê Meclîsa Giştî ya Bajar a Agiriyê Kenan Alkan, enam û rêveberên ÎHD, Tum Bel-Sen, Egitim Sen û gelek kesên din amade bûn. Li salona kongreyê pankartên "Li Roboskiyê komkujî pêk hat. Gelê kurd vê yekê ji bîr nake", "Ji operasyona siyasî û leşkeri û tecrîdê re be e" vekirin. Girsê di kongreyê de bê navber dirûşmeyên "Êrîş me bêzar nakin" û "Bijî Serok Apo", "Bijî Biratiya Gelan" berz kir.
Kongre bi rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê dest pê kir. Pişt re Endamê Meclîsa BDP'ê Nîmet Sezgin, axivî û ji ber beşdariya kongreyê her kes pîroz kir. Sezgin, anî ziman ku gelê Agiriyê her tim li dijî zilm û zorê serî hildaye û dê ji niha û şûnde jî li dijî zilm û zorê serî hilde. Sezgîn, da zanîn ku gelê kurd dê li hemberî faşîzmağ AKP'ê bibe yek dest û wiha axivî: "AKP dixwaze bi polîtîkayên xwe yêm taybet gelê kurd bike koleyê xwe. Lê gelê kurd tu car nabe kole. Bi milyonan mirov Brêz Ocalan wekî vîna xwe qebûl kiriye. Lê AKP dixwaze gelê kurd û rêbertiya wî dîl bigire. Gelê kurd tu carî teslîm nabe. Em dibêjin hûn kesekî bigirin, em dê bi hezaran bimeşin û pir bibin. Hûn li li Roboskiylê 34 kesan qetil bikin em dê bi hezaran zindî bibin. Heta welatekî azad ava bibe em dê tekoşîna xwe berdewam bikin."
'Aksoy: Gelê kurd dê polîtikayên AKP'ê pûç bike
Parlementerê BDP'ê yê Agirî Halîl Aksoy, jî axivî û diyar kir ku li Geliyê Tiyarê 36 ciwanên kurd hatin qetilkirin. Aksoy, anî ziman ku li gundê Roboskiyê jî 34 ciwanên kurd hatin qetilkirin û wiha got: "Hîtler mirov davêtin firinê û dikuştin. Hikûmeta AKP'ê jî mirovan davê bi komî dikuje. Hemû polîtikayên AKP'ê yên faşîst ketine dewrê tu rê nehiştine. Tenê rêya çiyê daye ber kurdan. Lê kurd dê li hemberî vê polîtîkayê têkoşîna xwe bilind bike.
'Ocalan dê pirsgirêkê çareser bike'
Aksoy, anî ziman ku tenê rêya çareseriyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: "Bi milyonan mirov Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weki vina xwe û rêbere xwe qebûl kiriye. Ji ber vê yekê tecrîda li ser Brêz Ocalan nayê qebûl kirin. Çareserî ancak bi qebûlkirin û diyaloga bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk bê. Ger ku AKP dixwaze pirsgirêkê çareker bike divê berî her tiştî tecrîdê bi dawî bike û diyalogê bide destpêkirin. Ji bo vê yekê divê şert û mercên Ocalan bên başkirin û daxwazên wî bi cih bên."
Piştî xwendina raporan hilbijratin pêk hat. Di hilbijartinê de Ji bo Serokê BDP'ê yê Agiriyê Kasım Polat hate hilbijartin. Ji bo rêveberiyê jî Mensure Aslan, Mustafa Uca, Fahrettin Yildirim, Makbule Cengîz, Gulcemal Ozde, Cemil Oguz, Mehmet Hanifi Guneş, Haci Mehmet Şahin hatin hilbijartin.
DÎHA (mae)