1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Albuma hunermed Rojbîn derket
Albuma hunermed Rojbîn derket,albuma,hunermed,rojbîn,derket

Albuma hunermed Rojbîn derket

Albuma hunermed Rojbîn 'Perwaz' derket

A+ A-

FERHAT ARSLAN Hunermend Rojbîn a ku bi strana "Heval Cuma" tê nasîn albuma bi navê "Perwaz" derket pêşberî guhdarvanên muzîkê. Albuma ji bo balê bikşîne ser şîdeta li dijî jinê û qirkirina jinê stran hatin amadekirin, bi terzê soft balê dikêşîne.

Hunermend Rojbîn a ku xebatên xwe yên çand û hunerê di bin banê Navenda Çandê ya Mezopotamya ya Mêrsînê de dike albuma xwe ya bi navê "Perwaz" a ku ji 11 stranan pêk tê ji KOM Muzîkê derxist pêşberî guhdaravanan. Di albumê de ji bo balê bikşîne ser şîdat û qirkirina jinê stran hatine amadekirin. Hunermend Rojbîn a ku bi strana "Heval Cuma" navdar bû xebata xwe ya 3 salan pêşkêşî guhdarvanan kir. Hunermend Rojbîn albûma xwe wiha nirxand: "Albuma min a 3 sal berê xebatên hatin destpêkirin derket. Albumeke bi terzê Soft e. Albumeke bi enstrumanên moderen ên kurd hatin bikaranîn e. Navê wê Perwaz yanî bask dayîn li hemberî paşverutiyê bask dayîn. 8 stranên albumê ji stranên jinan pêk tên. Di demên dawî ji bo balê bikşînin ser qirkirina jinê gelek xebat tên meşandin. Di albumê de min stran ji jinên di bin navê 'tore' de tên kuştin yad kir. Ev yek di nav me de birîneke divê em dest vê birînî bidin. Ez ji weke jinek kurd a ku di qada çand û hunerê de xebatan dikim, ji bo balê bikşînim ser pirsgirêkên civakê vê album ji jinên di bin navê tore de hatin qetilkirin yad dikim."

'Ji bo Ceylan û Canan klîp hate kişandin'

Hunermend Rojbîn, diyar kir ku ji bo 2 stranên xwe klîp kêşand. Rojbîn, anî ziman ku stranên ji bo Ceylan Onkol a ku navçeya Lîce ya Amedê û Canan Saldik a ku li Wanê bi guleyên leşkaran jiyana xwe ji dest da klîp hatin kişandin û ev klîp di qanalên muzîkê de tên temaşekirin û wiha axivî: "Albuma ji 11 berhaman pêk tê jê 8 stran ên jinan in. Di nav wan stranan de 'Perwaz' ji bo Canan Saldik a ku li Wanê bi gulaya leşkaran hate qetilkirin û strana 'Xezala min' jî ji bo Ceylan Onkol a ku li navçeya Lîce ya Amedê bi guleya hewanê ya leşkeran hate qetilkirin cih digirin. Li gel van stranan ji bo jinan hinek stranên din jî cih digirin."

Hunermend Rojbîn, anî ziman ku ji bo strana ji bo bîranîna Şanogerê Kurd Gafur Dogan jî çêkir klîp kêşand û wiha got: "Me ji stranên 'Dê û dil' û ‘Hêvî’ re klîp kişandin. Ev klîp di qanalên muzîkê de tên weşandin. Strana bi navê 'Hêvî' ji bo bîranîna şanogerê kurd Gafur Dogan hate çêkirin. Min ev stran di şexsê wî de ji bo hemû kesên di şanoya kurdî de ked dayîn û di wê rê de jiyana xwe ji dest dan yad dikim."

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî