Aldar Xelîl: Bila hemû saziyên çapemeniyê serdana Minbicê bikin
NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Aldar Xelîl bang li hemû saziyên çapemeniyê yên cîhanî û yên ereban kir ku serdana Minbica ku piştî 73 rojan şerê bi DAIŞ’ê re hate rizgarkirin, bikin.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Aldar Xelîl ji malpera fermî ya PYD’ê re axivî û bang li hemû saziyên çapemeniyê yên cîhanî û erebî kir ku serdana Minbica ku piştî berxwedana 73 rojan ji berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD’ê ku piştgiriya wan dikirin ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, bikin.
Aldar Xelîl di berdewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku armanca wan ew e ku saziyên çapemeniyê û raya giştî rewşa bajarê Minbicê û welatiyên hatine rizgarkirin, bibînin û kêfxweşiya welatiyên ku ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne bi xwe bişopînin û wiha got: “Em bi xêr hatina hemû saziyên Çapemeniyê ku serdana Rojava bikin, dikin. Em hemû derfetên xwe dixin xizmeta wan da rastiya heyî ya Rojava û Minbic ji hemû cîhanê re ragehînin. Kîjan saziya çapemeniyê ku dixwaze serdana Minbic bike, dikare bi Buroya Ragîhanê ya Rojava re bikeve nava peywendiyan.”
(dc)