1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Aldar Xelîl: Werin em bi hevre rêjîmê ji Qamişlo derxin
Aldar Xelîl: Werin em bi hevre rêjîmê ji Qamişlo derxin,aldar,xelîl,werin,em,bi,hevre,rêjîmê,ji,qamişlo,derxin

Aldar Xelîl: Werin em bi hevre rêjîmê ji Qamişlo derxin

A+ A-

SATURDAY, 22 FEBRUARY 2014 07:53 inShare QAMIŞLO – Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê derbaêr rewşên dawî yên li Rojava û Sûriyê, êrîşên çapemeniyê yên li dijî rêveberiya Xeseriya Demokratîk , têkçûna civîna Cinêv-2 û hin mijarên din ku di rojevê de ye agahî dan ANHA'yê . Xelîl, got ku wî vekirî li Hewlêrê ji Rayedarên ENKS'ê re gotiye ku heger rast ew li dijî hebûna rêjîmê ya li Qamişlo ne bela biryara derxistina rêjîmê derkevin û ewê jî piştgiriya wan bikin.

Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl derbarê geşedanên dawî yên li Sûriyê û Rojava û bi taybet meşa ku alîgirên Rêjîmê li Hesekê û Qamişlo, bûyera mirina welatiyê bi navê Reşwan Beko ku li navenda Asayîşa Serêkaniyê, rawistaninda weşana Radyoya Arta û teşîrkirina hin rêveberên TEV-DEM'ê li ser hin saziyên çapemeniyê, axivî.

'Rêveberiya xweseriya demokratîk ne li Qamişlo tenê ye'

Derbarê meşa alîgirên rêjîmê ya li Qamişloyê Xelîl got ku pirojeya Rêveberiya xweseriya demokratîk ne tenê Qamişlo digire nava xwe û wiha dest pê kir: ''Rêveberiya xweseriya demokratîk ji Efrînê û hata Dêrikê tê meşandin. Em hêvî dikin ku pirojeya xweseriyê bibe pirojeya hemû gelê Sûriyê, li herêmên me jî pirojeya rêveberiyê di destpêka avakirina xwe de ye û heta niha em ji avakirina sazî û dezgehan xilas ne bûne. Di be ku li hin herêman rêjîm êrîşan pêk bîne, yan topbaran pêk bê, şer derkeve, ev rewşeke normale, ev şoreşe.''

Xelîl, destnîşan kir ku Rojava ne tenê Qamişlo ye û got: '' Çima behsa tiştên li Efrîn, Kobanê, Serêkaniyê, Amûdê, Dirbêsiyê,Girkê Legê, Tirbespiyê û Dêrikê na kin. Tenê behsa herêmên emnî yên di destê Rêjîmê de li Hesekê û Qamişlo dikin û her tiştî bi van deveran ve girêdidin.''

Xelîl, tekez kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava ne bi armanca veqetandina ji Sûriyê hatiye îlankirin û wiha dewam kir: ''Xweseriya Demokratîk ne bi armanca veqetandina ji Sûriyê û ne ji bo bi şidet û qewetê rêjîm ji herêmê bê berdan pêk hatiye. Herêmên me bi awayekî hinekî aştiyane, bê ku derfet ji rêjîmê re bê dayîn ku herêmê xira bike û leşkerî mudaxele bike,hatine rizgarkirin. Raste hîn hin herêmên ewlekarî yên Rêjîmê li Qamişlo û Hesekê hene, ev raste, lê nayê wê menê ku em Rêveberiya Xedseriya Demokratîk bi hebûna leşkerên rêjîmê di van deverande bêne girêdin.''

Derbarê meşa alîgirên rêjîmê ya li Qamişlo Xelîl got:'' Meşên alîgirên rêjîmê ku li Qamişlo pêk hat, me pirsa wê kir, piraniya kesên meşiyan xwendekar bûn û ne emdamên rêjîmê bûn. Ya din ne mumkine ku em meşan qedexebikin, heger bi rastî ev hêzên rêjîmê bana, me dikarî wê demê bigot a ka em rê ne din wan, lê dema xwendekarên ji şêniyên herêmê bimeşin û çi diruşmeyan yan pankartan rakin ne ji mafê meye ku em qedexe bikin. Rastiya berxwedana me berxwedaneke demokratîk û aştiyane ye. Em hewl didin ku sîstemeke ku mafê hemû pêkhateyan li ser esasê edalet û wekheviyê biparêze, ava bikin.''

'Biryarê bistînin û em bi werene'

Xelîl, hin xalên dema hevdîtinên Başûrê Kurdistanê yên wan li gel Serokê Herêma Fedral a Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Perlemantera Kurd Leyala Zana û Serokê Şaredariya Amdê Osman Baydemîr ku li gel rayedarên Enumena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) pêk hatin de agahî dan û wiha dom kir: '' Di wê civînê de nûnerên ENKS'ê Hemîdê Hecî Derwêş, Mistefa Cuma, Ibrehîm Biro û Ebulhekîm Beşar amadebûn, min di wê civînê de ji wan re got hûn pir niştiman perwerbin û hebûna rêjîmê ya li Qamişlo qebûl nakin, biryara xwe ya derxistina rêjîmê bistînin û em ê jî bi were bisekinin. Min ew ji wan re bi amadebûna Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesud Barzanî bi awayekî vekrî ji wan re got ku hûn pir niştimanperwerin û qebûl nakin ku rêjîm li herêmên me bimîni, biryarê bistînin, em li gel wne. Bi arstî her tim dibêjin pêwîste em aştîbûna Şoreşê biparêzin û nehêlin herêmên me rastî êrîşên leşkerî bên, li aliyê din jî dibêjin ku êrjîm li herêmê heye û hîn lidare. Bi arastî ew kesên ku van mijaran dixin rojevê de ji Rojava reviyane û tu têkiliya wan bi rewşa heyî re tune ye. Heger bi rastî ji me zêdetir welatperwerin bela vegerin Rojava û li dijî rêjîmê derkevin û emê jî piştgiriya wan bikin.''

Derbarê Mijara Ciwanê bi navê Reşwan Etaş Beko yê ku li navenda Asayîşê jiyana xwe jidest da Xelîl wiha got: ''Raste aramiya herêmê dikeve ser milê, hêzên Asayîşê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku nû hatiye damezirandin. Ji her kesî zêdetir ji Asayîşê tê xwestin ku qanûnan pêk bînin û biryarên ku ji dadgehan ji wan re tên pêk bînin. Bi rastî bûyera ku me bihîst ku ciwanê bi navê Reşwan Beko ku jiyana xwe ji dest da em xemgîn kirin. Em wekî TEV-DEM'ê sedema wê çibe bela bibe dibêjin ku pêwîste Asayîş li gorî zagonan û pîvanên heyî û yên navnetewî tevbigere, çi gunehbarek ku li gel wan bê girtin pêwîste bi emanet û li gorî qanûna têkildarî wan bibin heta ku dadgeh biryaran derheqî wan de bistînin. ''

Xelîl di berfirehiya mijarê de jî wiha dom kir: ''Ez sersaziyê ji malbata Reşwan re dixwazim, li gorî agahiyên di destê me de dadgehên taybet dê derbarê mijarê de lêkolînan bike. Dema ku sedem bê zanîn dê rêveriyê Asayîşê di wê herêmê de bê darezanin, lê dema ku ev kes bi tesadif dema li gel Asayîşê girtîbû jiyana xwe jijdest daye wê demê jî pêwîste dadgeh vê yekê ji raya giştî re diyar bike. Lê careke din jî ez tekez dikin ku berpirsyariya mezin dikeve ser rayedarên berpirsyar ên rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku di pêşerojê de bûyerên bi vî rengî pêk neyên.''

'Em bi cûdabûna saziyan re ne'

Li ser rawestandina weşana radyoya Arta û êrîşên çapemeniyê ku li ser hatin kirin de Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir ku wî bi xwe jî bûyer li ser saziyên çapemeniyê şopandiye û li ser vê yekê lêkolîn kiriye. Xelîl, destnşan kir ku di encama lêkolîna wan de derketiye holê ku Dozgeriya Giştî û Dadgehên taybet ya Amûdê li ser esasê dawenameya guhdaran, berê xwe dane avahiya radyoyê û lêkolîn dane destpêkirin. Hêzên Asayîşê ne bi serê xwe ev yek pêk anîne,lê belê bi awyekî fermî û li ser doz û şîkayetên ku radyoyê dişopînin pêk hatiye. Hêzên Asayîşê ne wekî tê îdakirin bi rengekî opersyon û şidet girtine ser avahiya wan, lê belê bi awayekî qanûnî berê xwe dan navenda wan û belgeyên fermî di destê wan de bûn. Ji berpirsyarên wan xwestine ku lêgerînê bikin. Biryara dadgehê hîn ne hatiye standin û wer dixuye ku raydarên têkildar jiwan berpirsên radyoyê xwestine ku weşana bernameyên xwe bisekinîn û tenê di vê demê de stran û muzîkê biweşînin. Mijar mijara qanûnê ye, ez hêvî dikim ku li benda biryara dadgehê bimînin, em jî piştriya wê yekê dikin ku li ser erdê gelek sazî û dezgehên cuda hebin, her wiha nerînên cuda û hevbeş di herêmê de hebin.''

Derbarê hin siyasetên reşkirinê ku li dijî hin rayedarên TEV-DEM'ê têne kirin û saziyên çapemeniyê jî piştgiriya van êrîşan dikin û bi taybet mijara radyoya Arta Xelîl, got ku ev di dibistaneke taybet de pêk tê û pêwîste dema ku kêmasî yan tiştekî jê ne razî bibînin rexne bikin û helwesta xwe ji saziya ku kiriye bi zelalî bînin ziman û wiha got: ''Ne kesan teşîr bikin û êrîşên çapemeniyê pêk bînin û bernameyên televizyonan ji bo reşkirina TEV-DEM'ê derbixin. Ev ne raste.''

Xelîl, destnîşan kir ku her hevalek me ku behsa navê wî tê kirin rastî hewldanên tsfiyekirinê tên wiha dirêjî da axaftina xwe: '' Bi vê yekê ez dixwazim bibêjim, ev êrîş bi awayekî plankirî pêk tên, êrîşan wan bi awayekî plankirî ne, hevalên me Îsa Hiso, Ebdulkerîm Umer, Salih Muslim, Ebulselam Ehmed, Hekem Xelo û gelek hevalên me yên rêveber di tevgerê de. Eêrîşên wan û planên wan ên erzan dê biser nekevin. Raste hin şaştî û kêmsiyên teknîkî derdikevin, lê ev nayê wê meneyê ku berê xwe bidin teşîr kirinali dijî rêveberên tevgera me.

'Cinêv-2 bi ser ne ket'

Derbarê civîna Cinêv-2 Xelîl destnîşan kir ku civîna Cinêv-2 li ser bingehek şaş hatin avakirin û ji ber vê yekê dihate gotin dê bi sernekeve û wiha dom kir:'' Destwerdana Hêzên derve û bernameya ku pêşinde jialiyê wan ve hatibû amekirin ne li gorî rewşa heyî bûn, ji ber vê yekê û ji ber ku opszisyona bi awayekî lawaz û belav tevlî civînê bû ne ji aliyê ereban û ne jî ji aliyê kurdan nûnertiya gelê li kolanê dikin.''

Xelîl, da zanîn ku têkçûna civîna Cinêv-2 bi 2 aliyan girêdayî bû û wiha got:'' Têkçûna civînan bi 2 xalan ve girêdayî ye yek ji wan ku li di civînê de li hev ne kirin û ye din jî opozisyona ku di civînan de beşdar bû li ser erdê nikarî bû tiştekî bike û tiştek di destê wan de tuneye. Ji aliyê kurdan ve jî tu hebûna kurdan di Cinêv de tune bû. Di nerîna me de wê rewşa şidet û tundiya li Sûiryê zêde bibe û ev yek vedgere ku rêjîmê di vê demê de ji fersendê fayde girt û ji nûve hêza xwe ya heyî komî ser hev kir.''

ALAN OSMAN