1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Alerjiya Vakfa Diyanetê ya li hemberî Kurd û Kurdistanê
Alerjiya Vakfa Diyanetê ya li hemberî Kurd û Kurdistanê,alerjiya,vakfa,diyanetê,ya,li,hemberî,kurd,û,kurdistanê

Alerjiya Vakfa Diyanetê ya li hemberî Kurd û Kurdistanê

A+ A-

09:11 07.02.2014 İSMAİL ESKİN

AMED (DÎHA) - Li gorî Vakfa Diyaneta Tirk ne gelê kurd heye û ne jî de "Kurdistan" heye. Li gori Ansiklopediya Tirk a ji aliyê Vakfa Diyanetê ya Tirk ku ji 44 cîldan pêk tê, ne têgeha kurd û ne jî ya Kurdistanê heye. Her çend dirok û erdnigariya welatên Îslamê vedibêje jî balkêş e têgehên kurd û Kurdistanê di van Ansîkpoletiyan detune. Di van ansiklopediyan de 233 caran navê tirk, 51 navê ereb û 42 caran navê fars derbas dibe.

Vakfa Diyanetê ya Tirk (TDH), bi Ansîklopediya Dîrok û erdnîgariya Îslamê bi silogana "Berhemê mezin temam bû" pêşkêşî civakê kir. Berhema ku di sala 1983'an de dest pê kir, bi tevahî ji 44 ciltan pêk tê. Ansiklopediya Îslamê, bi tevlêbûa Serokwezîr Tayyip Erdogan pêşkêşî civakê hatin kirin. Hat diyarkirin ku li ser 500 çavkaniyên bingehîn lêkolîn hatiye kirin û ji 15 hezar û 441 xalan pêk tê. Berhem cih dide nivîsên 2 hezar nivîskar. Berhema ku xebata wê ya ewil di sala 1983'an de dest pêkir, cîlda yekem di sala 1988'an de hat çapkirin. Ansiklopediya Îslamê ya TDH'ê bi piranî ji dîrok û erdnîgariya îslamê û ilmê islamê pêk tê. Li gorî Vakfa Diyaneta Tirk ne gelê kurd heye û ne jî de "Kurdistan" heye. Li gori Ansiklopediya Tirk a ji aliyê Vakfa Diyanetê ya Tirk ku ji 44 cîldan pêk, ne têgeha kurd û ne jî ya Kurdistanê heye. Her çend dirok û erdnigariya welatên Îslamê vedibêje jî balkêş e têgehên kurd û Kurdistanê di van Ansîkpoletiyan detune. Di van ansiklopediyan de 233 caran navê tirk, 51 navê ereb û 42 caran navê fars derbas dibe.

Tirkên Gagusê û tirkên Iraqê hene, lê navê kurdan tune

Ev berhem cihekî fireh dide gelê tirk û di berheman de navê "Tirkên Gagusê", "Tirkên Iraqe" û "Tirkên Mesnetê" cih digire. Dîsa cih dide gelên li Kafkasya û Rojhilata Dûr. Lê Vakf tew cih nade têgehên Kurd û Kurdistanê.

Endamê DİAY-DER'ê Seyda M. Hadi Koç, diyar kir ku gelê kurd ji aliyê cîhanê ve tê nasîn, lê Vakfa Diyanetê qet cih nedaye têgehên kurd û Kurdisatnê. Koç, da zanîn ku ansiklopedî ji 44 cîldan pêk tê, lê balkêşe cih nedane kurdan. Koç, anî ziman ku gelek alimên mezin ên kurd en wekî Saidi Kurd-î û Selahaddin Eyübî di van pirtûkan de cin nagirin û ev înaxeta li hemberî îsalmê ye.

Koç anî ziman ku ev hişmendiya înkaê ye û hebûna kurdan li tu deveran nayê qebûlkirin. Koç, anî ziman ku ev nîşan dide ku di aliyê hişmendî û ferasetê de polîtîkayên Tirkiyeyê nehatine guhertin.

(mae)