Alikariya Qeladizê gihişt sinorê Rojava
Alikariya ku di çarçoveya Kampanya alikariya ji bo Rojava li bajarokê Qeladizê hatiye komkirin gihişt sinorê Rojava û radestî Heyeta Alikariya Mirovî hate kirin.
Alikariya gelê bajarokê Qeladizê ya ku ji bo Rojava di nava 25 rojan de hatibû komkirin gihişt sinorê Rojava. Kampanya komkirina alikariya Rojavayê Kurdistanê ya bajarokê Qeladizê kû nêzîkî mehekê bû hatî destpêkirin bi dawî bû alikariya hatî komkirin di 28’ê Sibatê de gihişt destê Komiteya Alikariya Mirovî ya girêdayi Desteya Bilind ya Kurd’e. Endamên komîteya kampanya alikariyê ya bajarokê Qeladizê dan diyar kirin kû wan di 03'ê Sibatê de ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanya da bû destpêkirin û kampanya bi awayek serkeftî bidawî bû. Piştî wê alikariya kû hatibû komkirin di 28'ê Sibatê de hate şandina Rojavayê Kurdistanê. Alikariya kû hate şandin di heman rojê de gihişt sinorê Rojavayê yê Dergehê Pêşabûr.
Piştî kû alikariya Qeladizê gihişt ser sinorê Rojavayê Kurdistanê, radestî Heyeta Alikariya Mirovî ya Desteya Bilind a Kurd hate kirin. Li ser vê yekê endamê Desteya Bilind a Kurd Mehmûd Sefo spasiya xwe ji bo gelê Pişder bitaybet jibo gelê Qeladizê kir û da diyar kirin kû ev yeketî û bi berpirsyarî tevger kirina gelê me yê Kurd hemû leyistokên dijminên me yên li ser Rojavayê Kurdistanê vale derdixe. Herwiha destnîşan kir kû wê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi piştgirî û dilsoziya Kurdên parçên din yên Kurdistanê ve serbikeve û bigihije armanca xwe.
(mh/wd/mae)